Keçkeke kurd bû namzeta parlemana Ewropa

kurdistani 04:25 PM - 2018-12-02
 Keçkeke kurd bû nemzata parlemana Holanda

Keçkeke kurd bû nemzata parlemana Holanda

Keçkeke kurd ji Silêmaniyê bû namzeta parlemana Holandayê.

Keçka kurd bi navê Şem Ehmed ku xelkê bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ye, wek namzeta Partiya Karê Holandî ( PVDA ) bi fermî ji aliyê partiya xwe ve, ji bo endamtiya Parlemana Ewropayê bû namzeta parlemanê.

Şem Ehmed ji dayîkbûna sala 1996`an li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, her weha ji temena xwe ya 4 salî ve li welatê Holandayê dijî û qonaxên xwendinên seretayî, navendî û diwanavendî li Holandayê bi serkevtî dawî kiriye û piştre jî, kolîja yasaya navneteweyî hildbjêre û îsal di meha tîrmehê de, kolîja yasaya navneteweyî bi serkevtî bi dawî kir.

Ji niha ve jî, Şem Ehmed namzeta Partiya Karê Holandayê ye ji bo parlemana Ewropayê û xwendina masterê ye jî, lê wek tê zanîn ku ew du mastera dixwîne, yek derbarê qurbaniyan û yê din jî derbarê Yasaya Navneteweyî ye.

Ji 15 saliyê ve keçka kurd Şem Ehmed tevlî kar û xebatên siyasî bû ye ku bûye bi endamê Partiya Karê Holandî û piştre jî bûye seroka ciwanên partiya xwe li herêma Nurd Biraband ya Holandayê û serokê kolîja xwendekaran li Holandayê ku demekê jî endama sekirteriyeta bû li bajarê Hawsdinê.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket