Okranya banga hebûna Almanya li drya reş dike

kurdistani 03:58 PM - 2018-12-02
Okranya banga hebûna Almanya li drya reş dike

Okranya banga hebûna Almanya li drya reş dike

Serokê Okranya bang li Almanya kir ku hêzên xwe yên deryayî li Derya Reş bêhtir bike da ku rê li kiryarên dijminahî yên Rûsya li herêmê bigre.

Serok Petro Poroshenko dibêje Rûsya hêzên mezin li ser sînorê Okranya belav kirine.

Ew huşdariyê dide ku Rûsya dixwaze derbasî nav Okranya be, piştî pevçûnên hefteya borî di navbera hêzên wan de li Derya Reş.

Rûsya berê nîvgirava Qirim a Derya Reş tevlî xwe kiriye. Poroshenko îro Yekşemê di hevpeyvînekê de li gel Gurûpa medyayî ya Almanî Funke got: ”Me pêwîstî bi riaksyoneke bihêz, yekgirtî û zelal heye li beramber şêwazê dijminahî yê Rûsya.”

Pevçûnên hefteya borî girjiyên di navbera Rûsya û Okranya de gihandin asta herî bilind ji sala 2014an ve dema ku Mosko Qirim dorpêç kir.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket