Politburoya YNK; Behî ya nemir Kemal Muftî ragiahnd

kurdistani 07:20 PM - 2018-12-01
Politburoya YNK; Behî ya nemir Kemal Muftî ragiahnd

Politburoya YNK; Behî ya nemir Kemal Muftî ragiahnd

Politburoya YNKê behî ya nemir Kemal Muftî ragiahnd û serxweşî li malbatê û hevalên nemir kir.

Di belavokeke xwe de, îro roja şemiyê 1-12-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdiastanê bi riya belavokekê koça dawî ya wezîrê berê ya pêşmerge ya yekemîn hikûmeta Herêma Kuridstanê Kemal Muftî ragiahnd û tê de serxweşî li malbat û hevalên nemir Kemal Muftî kir û rola wî di parastina destkevtên gelê kurd û Kurdistanê de pir bilind nirxand.

Di belavokê de, politburoya YNKê wiha anî ser nivîs; Em bi dileke xemgîn û xembar û mixabin nûçeya koça dawî ya xebatkarê pola ya kurdeyetiyê û Yekîtiya Nîşrimanî ya Kurdistanê wezîrê berê yê hikûmeta Herêma Kurdiastanê, ferîqî yekemîn Kemal Muftî ji we re radighînin ku îro berhêvarê roja şemiyê 1-12-2018`an li bajarê Silêîmaniyê koça dawî kir.

Di berdewamiya wê belavokê de, ji bo malbata nemir Kemal Muftî  serxweşî û dilgiraniya xwe arasteya tevahiya endamên malbata nermir û dost û heval û alîgir û hemû hevalên wî ên pêşmerge kirin.

Belavoka politburoya YNKê dazanîn ku Kemal Muftî hemû jiyana xwe terxan kiribû ji bo xizmetkirin û parastina destkevtên gelê kurd ku ew rêber û serleşkerekî pir jêhatî bû.

Aşkire kir ku piştî serhildana 1991 rola wezîrê pêşmerge di yekemîn hikûmeta Herêma Kurdistanê de dît û kolîjên serbazî û peymangehên taybet ji bo perwerdekirina pêşmerge û birêkxistina wan û serok Mam Celal jî rêzekî taybet û hezkirineke mezin ji wî re nîşandida.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket