Bernard Kouchner gihîşt Rojava

kurdistani 06:43 PM - 2018-12-01
Bernard Kouchner gihîşt Rojava

Bernard Kouchner gihîşt Rojava

Ajansa Hawarê di nûçeyeke xwe de amaje bi Wezîrê berê yê karên derve yê Fransyê Bernard Kouchner gihîşte Herêma Cizîrê.

Di dirêjahiya nûçeyê de, ANHA`yê aşkire kir ku piştî hevdîtina Bernard Kouchner ya bi hevserokê Buroya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û Şêwirmenda Rêveberiya xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed ku ji avahiya buroyê ya bajarê Qamişlo pêk hatibû, diyar kir ku ew ê beşadarî komcivîna navdewetî bibe.

Li gorî anha`yê ku wezîrê berê yê Firansayê Bernard Kouchner di civînek çapemeniyê de daxuya kirin ku sedema hatina wî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku beşarî komcivîna navdewletî ya "Paqijkirina etnîkî û guhertina demografî ya li Efrînê bibe ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratîjîk ve hatiye organîzekirin.

Derbarê heyama berdewamkirina kongireya navneteweyî li ser Efrînê, Kouchner destnîşan kir ku serdana wî dê du rojan berdewam bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket