Li Elmanyayê êrîşa sîber a ji Rûsyayê
kurdistani 12:33 PM - 2018-11-30Li Elmanyayê êrîşa sîber a ji Rûsyayê
Tê gotin, li dijî kompûterên artêşê û endamên Meclîsa Federal a Elmanyayê, êrîşeke mezin a sîber ji îstîxbarata Rûs hatiye kirin.
Li gorî îdîaya kovara Der Spîegelê, li dijî gelek saziyên li Elmanyayê êrîşa sîber hatiye kirin. Hate gotin, êrîş li dijî endamên Meclîsa Federal (Bûndestag) û artêşa Elman (Bûndeswehr) hatiye kirin û ev êrîş bi rêxistinên îstîxbarata Rûs ve eleqedar in.
Li gorî nûçeyê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) di çarçoveya êrîşên sîber ên bi navê 'Snake' de karekî berfireh hatiye kirin û hatiye tespîtkirin ku gelek êrîşên din ên sîber hatine kirin. Di nûçeyê de hate îdîakirin, armanca êrîşan saziyên dewletê û qada siyasetê bû.
Li gorî îdîayê, di êrîşên sîber ên îstîxbarata Rûs de, ji hesabên e-maîlê yên parlamenterên Bûndestagê wêdetir, hesabên partiyên siyasî yên parlamenteran hatine şikandin. Di nûçeyê de ahte gotin, êrîşên bi navê 'Snake' ji nû ve hatine aktîfkirin û herî dawî 14'ê Mijdarê êrîş hatiye tespîtkirin.
Di nûçeyê de hate gotin, yekîneyên ewlekariyê yên Elman lêkolîn dikin ku bi êrîşa sîber re kîjan agahî hatine dizîn.
Êrîşên bi navê 'Snake' ku navê 'Tûrla' jî lê tê kirin, cara yekemîn destpêka vê salê hatin tespîtkirin û hatibû îdîakirin ku xebatkarên Wezareta Karên Derve jî di nav de agahiyên gelek yekîneyan ahtine dîtin. Hikumeta Rûsyayê ku ji ber êrîşê hate sûcdarkirin, îdîa kir ku ti eleqeya wan bi êrîşa li dijî tevna înternetê ya Meclîsa Federal nîne.
PUKmedia/ANF
hewal ziyatr
-
Xanima Yekem banga bilindkirina rola jinan di medyayê de dike
09:42 AM - 2024-03-28 -
Guhertinên nav Ragihandinê ya YNK’ê dê bên pêkanîn
09:02 PM - 2024-03-27 -
Navenda Lêkolînê ya YNK’ê dest bi avakirina kapasîteya partiyê ya xwendina bilind kir
06:23 PM - 2024-03-27 -
Dîdara Silêmaniyê dê di meha nîsanê birêve biçe
12:24 PM - 2024-03-27
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil ji nûnerê Serokê Rûsyayê re: Em ê li pey çareseriya aştiyane bin
11:21 PM - 2024-03-28
Serok Bafil piştrast dike: aktîvkirina hewlên ji bo derbaskirina zehmetiyan
10:34 PM - 2024-03-28
Serok Komar: Derengxistina mûçe bandor li rewşa jiyana herêmê kir
06:03 PM - 2024-03-28
Berdevkê YNKê: Me xwe û lîsteya namzedan amade kiriye
01:34 PM - 2024-03-28
zortrin xwendraw
-
Dema wergirtina lîsteyên namzedan hat dirêjkirin
Kurdistan 12:38 PM - 2024-03-28 -
Berdevkê YNKê: Me xwe û lîsteya namzedan amade kiriye
YNK 01:34 PM - 2024-03-28 -
Serok Bafil piştrast dike: aktîvkirina hewlên ji bo derbaskirina zehmetiyan
Cîhan 10:34 PM - 2024-03-28 -
Serok Komar: Derengxistina mûçe bandor li rewşa jiyana herêmê kir
Êraq 06:03 PM - 2024-03-28 -
Serok Bafil ji nûnerê Serokê Rûsyayê re: Em ê li pey çareseriya aştiyane bin
Kurdistan 11:21 PM - 2024-03-28 -
Letîf Nêrweyî: Serdana Serok Bafel girîng û hestiyar bû
Kurdistan 10:50 AM - 2024-03-29