Festîvala 50`mîn salvegera zanîngeha Silêmaniyê birêve çû

kurdistani 06:34 PM - 2018-11-28
festîvala salvegera 50`mîn ya zanîngeha Silêmaniyê dest pê kir

festîvala salvegera 50`mîn ya zanîngeha Silêmaniyê dest pê kir

Zanîngeha Silêmanî festîvala salvegera 50 saliya xwe ya zêrîn det pê kir.

Bi dirûşma Şiko û ayendeyeke ji dahênanê, îro roja çarşemê 28-11-2018`an, li bajarê Silêmaniyê di hola zanîngeha Silêmaniyê de, 50`1mîn salvegera demazrandina zanîngeha Silêmaniyê birêve çû ku têde çendîn çalakiyên cur bi cur birêve çûn ku gçandî, hunerî, ferhengî û zanistî hatin encamdan.

Di destpêka festîvalê de, serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Riza Hezen kurte dîroka zanîngehê ji mêvanan re şirove kir û bi awasyekî pir girîng çêra rola dîrokî ya rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal di damezrandina zanîngehê û berferehkirin û vejandina wê de kir

Her weha beriya niha jî di roja duşemê 12-11-2018`an de, li bajarê Silêmaniyê, di kongireyeke rojnamegeriyê de derbarê lidarxistina festîvala yobîla zêrîn ya salvegera demezrandina 50 saliya zanîngeha Silêmaniyê derbarê festîvalê de ragihandibû; Bi boneya salvegera 50 saliya damezrandina zanîngeha Silêmaniyê, serokê zanîngeha Silêmaniyê Riza Hesen ragihand; Ewê  festîvala yobîla zêrîn saz bikin, ji ber wê jî, biryar dan ku wê 2 rojan bikin pişûyê fermî.

 Riza Hesen di dirêjahiya daxuyniya xwe di wê kongireyê de aşkire kir; Ew festîval wê 2 rojan dirêj bikem û mêvanên festîvalê wê ji dervayî Herêma Kurdistanê jî werin.

Hêjayî gotinê ye ku wê festîvala salvegera 50 mîn ya damezrandina zanîngehê 2 rojan dirêj bike ango di 28-29-11 - 2018`an de birêve diçe û  tevahiya kolîjan kirin pişû, lê xwendekar û fermanberên zanîngehê jî dikarin beşdarî festîvalê bibin. Li gel wê de çendîn çalakiyên cur bi cur birêve çûn ku gçandî, hunerî, ferhengî û zanistî hatin encamdan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket