Brîtanya 30 penaberên kurd derdixîne

kurdistani 07:28 PM - 2018-11-27
Brîtanya 9 penaberên kurd derdixîne

Brîtanya 9 penaberên kurd derdixîne

Brîtanya 9 penaberên kurd derdixîne û bi hikûmeta Êraqê re lihevhatinekê pêktîne.

Hikûmeta Brîtanyayê ji bo derxistina penaberên kurd dest bi rêkevtineke li gel hikûmeta federal ya Êraqê dike tako penaberên kurd ji wî welatî bişîne Êraqê hejmara kurdên ku di vê mehekê de hatine derxistin 9 kes dibin.

Di wê barê de, Sekreterê giştî yê Fedresyona Giştî ya Penaberên Êraqê Deştî Cemal ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Îro roja sêşemê, biryare ku hikûmeta Brîtanyayê penaberekî xelkê Kerkûkê radestî hikûmeta Êraqê bike navê wî Ferîd Xorşîd e ku ji 8 salan ve li Brîtanyayê dijî.

Cemal di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha anî ser ziman; Di çarçûveya derxistina penaberên kurd bi darê zorê ji Brîtanyayê ku ev yek li gorî rêkevtina wan li gel Êraqê ye, hejmara kurdên ku wê bêne derxistin nêzîkî 30 kurdî ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket