YNKê ji mafên xwe li Bexdadê saziş nake

kurdistani 06:50 PM - 2018-11-27
Dr. Ciwan Ihsan

Dr. Ciwan Ihsan

 Parlementereke YNKê wiha dibêje; YNKê ji mafên xwe li Bexdadê saziş nake,

Endama Encûmena Nûneran ya Êraqê li ser lîsteya keskê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Ciwan Ihsan ragiahnd;  Ti carî YNKê ji mafên xwe yên heyî li Bexdadê saziş nake û dest jê bernade.

Seroka Koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Dr. Ciwan Ihsan ji PUKmedia`yê re ragihand; Eger YNKê di hikûmeta nû ya Êraqê de, mafên xwe ên rewa û mafperwerî bi dest nexe û mafên xwe bêne binpêkirin, wê demê YNKê wê helwestwergire û wê ew pirsgirêka di hundirî encûmena serkirdeyetiya YNKê de bibe bi mijareke gelek girîng.

Dr. Ciwan di dirêjahiya axivtinên xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir; Hewldanên me hene ji bo ku li Bexdadê, em destkevtên xwe bi dest bixin, lê eger YNKê maf û destkevtên xwe wernegire, wê demê encûmena serkirdeyetiya YNKê mafê xwe ya rewa bikartîne û desthilata xwe heye ku wê pirsgirêkê yek alî bike.

PUKmedia-Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket