Hakim Qadir li gel konsilgeriya Kenedayê civiya

kurdistani 06:30 PM - 2018-11-27
Nansî Bêrcîron û Hakim Qadir

Nansî Bêrcîron û Hakim Qadir

Hakim Qadir Heme Can pêşwazî li konsilgeriya Kenedayê kir.

Îro roja sêşemê ber hêvarê, li bajarê Silêmaniyê, endamê desteya kargêr ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsê malbenda 1 ya YNKê li Silêmanî Hakim Qadir, di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, pêşwazî li konsilgeriya Keneda ya li Herêma Kurdistanê Nansî Bêrcîron û şandeya bi wê re kir.

Di wê hevdîtina du alî de,  ji ber alîkarî û hevkariya serbazî û locistîkî û siyasî ku Kenedayê li dijî terorîstan pêşkêş bi hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, endamê desteya kargêr ya YNKê Hakim Qadir Heme Can di gotina xwe de,spasiya gelê kurd û YNKê arasteya gel û hikûmeta Kenedayê kir û anî ziman ku ew piştgiriya li pêşmerge hatiye kirin, cihê şanazî û rêz û pêzanînê ye.

Ji aliyê xwe ve jî, seroka buroya konsilgeriya Kenedayê li Hewlêrê, xanim Nansî Bêrcîron jî umêdwariya xwe ji bo serkevtina gelê kurd di cenga dijî terorê de xwest. Her weha hêviya aramî û aştî û pêkvajiyan û mirovdostane û geşekirin bi ser Herêma Kurdistanê de û gelê kurd de di biwarê siyasî de bê kişandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket