5mîn roja Pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî

kurdistani 03:58 PM - 2018-11-27
Bi wêne; Pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî

Bi wêne; Pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî

Pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî bi coş û geşekirinê ve berdewam e.

Di roja 5mîn ya vekirina pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî li baajroka Tasloceyê de, bi awayekî geşekirin, hatin û kirîn û firoştin berdewam e.

Di pêşengeha Silêmanî ya Navneteweyî de, piraniya berhemên navxweyî li gel hinek berhemên welatên Êran, Trkiye, Misir û Êraq û hinek welatên din jî hatine nîşandan.

Ji berhemên navxweyî, Hunguvê xwezayî, ji çiyayên Qendîl, Hulgurd, Gara, Zap, Xakurk, Asos, Sûriyên, ji navçeyên Behdînan, Raperîn, Şarbajêr, Pêncwîn, Şarezûr, Germiyan û derdora Hewlêrê di pêşengehê de haebû.

Lê ji Hunguvên herî ku dihate kirîn, ya Qendîlê bû, ji ber ku bi gerantî difroşin û li ser qutiyê hunguvê wiha nuivîsîne; Eger ev hunguv xwezayî û resen nebû, werin emê 1000 dolarî bi we din.

Her weha cilûbergên kurdî ji hemû deveran û bi taybetî devera Hewremanê pir li ber çavan bû ku kirîn û firotina kelûpelên Hewramî pir li pêş bû. Nanê tîrî û yê sêlê û yê qemrandî ku ji cihê û genim hatine çêkirin jî ciheke xwe digirt ku ji aliyê mêvanan ve dihate ber çavan.

Aliyekî din tebzî ji hemû rengan hebûn ku ji destên Herêma Kurdistan û ji welatên derveyê jî hebûn. Li gel wê jî, komopaniyên sazkirin û dirûstkirina kelûpelên bînesazî û amaêrên tenduristiyê û kelûpelên nav malan jî di pêşengehê de cih digirt.

Di pêşengehê de, dendik û çersatên cur bi cur jî hebûn ku daxwaz li ser kirîn û firoştina wan jî hebû, lê gel buharatên pir cuda û bi awayekî berfereh kirîn û firotin hebû.

Hêjayî gotinê ye ku Pêşengeya Silêmanî ya Navneterweyî ku di roja 23-11-2018`an de li bajaroka Tasloceyê hatiye vekirin, wê 6 rojan dirêj bike ku îro 5 mîn roja wê ye.

Wêne; Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket