Bexdad; Kurd 2 wezaretên din werdigre

kurdistani 06:00 PM - 2018-11-26
Kurd 2 wezaretên din jî werdigrin

Kurd 2 wezaretên din jî werdigrin

Parlemana Êraqê wê wezaretên hikûmeta Dr. Adil Abdul mehdî jihev zelal bike.

Endamekî encûmena nûneran ya Êraqê ragiahnd; Sibê wê parlemana Êraqê dest bi rûniştinê bike û wê derbarê wezaretên ku di hikûmeta Abdulmehdî de hîn bê erk mane, bi dawî bikin.

Hesen Alî endamê encûmena nûneran li ser pişka Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jki PUKmedia`yê re ragiahnd; Sibê roja sêşemê 27-11-2018`an li bajarê Bexdadê, Encûmena Nûneran ya Êraqê dest bi rûniştina xwe dike.

Alî di axivtina xwe ya ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku wê mijara encûmena nûneran yeklayîkirin û bicihkirina wezaretên hikûmeta Abdulmehdî gotûbêj bikin û wezaretan bi dawî bikin.

Hesen Alî dazanîn ku ji wan wezaretên ku mane, wezaretên DAD û Koç û Koçberan dikevin pişka kurdan û YNKê wezareta Dadê werdigre û PDKê jî wezareta Koç û Koçberan werdigre.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket