Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

kurdistani 10:51 AM - 2018-11-26
Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û Parlamentera berê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane jî di nav de gelek sendîkavan, siyasetmedar û parêzer di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.

Danê vê sibehê li gelek bajaran li dijî siyasetmedar û sendîkavanan operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin. Li Enqere, Îzmîr, Amed, Stenbol û Bûrsayê polîsên Tirk avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin.

ENQERE
Li Enqereyê di operasyonan de endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan (TUMBEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destgîrkirin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, endamê teqawîtbûyî yê SES'ê Ramazan Taş, Sekreterê Giştî yê TUMBEL-SEN'ê Yilmaz Yildirimci, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TUMBEL-SEN'ê Adem Kaya, Serokê Desteya Şopandinê ya TUMBEL-SEN'ê Yûsûf Guler, rêveberê berê yê HDP'ê yê bajêr Bahadir Demîrcan, Hevserokê berê yê taxa Yenîmahalleyê yê HDP'ê Mahabat Akin, rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeya Çankayayê Davût Çalişir, Haydar Ustundag, Zekî Işil, Lezgîn Kûtûp, Aydin Keleş û parêzer Emrah Oner.

AMED
Li Amedê, polîsên Tirk avêtin ser mala Parlamentera berê ya HDP'ê ya Qersê û endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane.

Bîrtane li mala xwe hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

ÎZMÎR
Li Îzmîrê di serdegirtinan de, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz û endama Meclîsa Partiyê Gulay Bîlîcî jî di nav de zêdeyî 20 kes hatin destgîrkirin.

Guleryuz ji bo tevlî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bibe çû Balafirgeha Adnan Menderes, lê li wir hate destgîrkirin. Bîlîcî, rêveberê HDP'ê yê navçeya Menemenê Mûstafa Aydin û endama partiyê Katîbe Ekyuce jî di nav de gelek kes li mala xwe hatin destgîrkirin û Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.

STENBOL
Li Stenbolê, parêzerek stajer Nîmet Acar li mala xwe di operasyonê de hate destgîrkirin.

BÛRSA
Li Bûrsayê di serdegirtina malan de Atakan Bozkûrt, Merve Yildirim û kesekî navê wî nehat hînbûn hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket