Li Stanbol ê xwepêşandana Jinan bi zorê jihev kirin

kurdistani 10:42 AM - 2018-11-26
Li Stanbol ê xwepêşandana Jinan bi zorê jihev kirin

Li Stanbol ê xwepêşandana Jinan bi zorê jihev kirin

Do roja Yekşem ê 25-11-2018`an, li Stanbol ê ji bo tundûtûjiyê bi derheqê jinan de û bi boneya Roja Cîhanê ya rawestandina tundûtûjiyê dijî Jinan de xwepêşandan hate lidarxistin ,lê Artêşa Tirk xwepêşandan bi zorê jihev kirin û xazê herikandina firmêskan bikar anîn.

Artêşa Tirk bi hinceta tinebûna rixsetê,xwepêşandan ê ku bêhtirî wan jin bûn jihev kir, Li Tirkiyê tundûtûjî li dijî Jin ê mezintirîn pirsgirêka Civakî ye ku di 6`salên dawî de 2000`haletên kuştina jinan hatiye tomarkirin,li gor amarên Rêxistinên Mafên Jinan destnîşan hat kirin jî ku di vê salê dawî de 300` jin ji ber tundûtûjiyê li Tirkiyê hatine kuştin.

Xwepêşandaran wêneya Ozke Can Eslan keça Tirkî a ku di sala 2015` an de dema berxwedana parastina namûsê xwe de hatibû kuştin rakiribûn.
Hêjay bîrxistinê ye jî ku Hikûmeta AKP di sala 2016`an de di Parleman ê de pirojeya qanûna ku dibêje divê kesên ku destdirêjî li ser namûsa keçên di bin 18`saliyê de kirine serbest werin berdan eger li gel wan zewac bikin,pêşkêş kiribû lê piştî ku milet li dijê rabû pirojeya xwe vekşand.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket