Mîhrecana Dengvedana Efrînê bi dawî bû

kurdistani 06:01 PM - 2018-11-25
Mîhrecana Dengvedana Efrînê bi dawî bû

Mîhrecana Dengvedana Efrînê bi dawî bû

Mîhrecana Dengvedana Efrînê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Ciwanên Ereb hatibû organîzekirin, li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Sûriyê ya kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Ereb a Kantona Şehbayê di bin dirûşmeya”Ey ciwanên şoreşger, ey gelê niştîmanperwer serî hildin Efrîn li benda me ye” Mîhrecana Dengvedana Efrînê roja 2`ê Mijdarê destpê kirin. Lê ji ber rewşa hewayê, 4`ê heman mehê hate rawestandin.

Îro mîhrecan li kampa Berxwedana bi pêşkirina çalaiyên çandî bi dawî bû. Bi sedan şêniyên kantona Şehbayê tevlê mîhrecanê bûn.

Destpêka mîhrecanê, Endama Rêveberiya Xweser a Efrînê  Şîraz Hemo û Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivin.

Di axaftinan de, rola ciwanan a di pêşxistina civak û şoreşê de hate bibîrxistin.

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Gerzan, Şehîd Rojava, Koma Çiyayê Hawarê û Koma Tevgera Ciwanên Ereb stranên xwe yên şoreşgerî gotin.

Her wiha di mîhrecanê de, Koma Şehîd Birsûk û Koma Şehîd Hawar du şano pêşkêş kirin. Mijara her du şanoyan derbarê êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrîna dagirkirî, her wiha rola şervanên YPG û YPJ û rola jinê û destkeftiyên ku bi dest xistine, bû.

Mîhrecan bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û rizgarkirina Efrînê di demeke nêz de, bi dawî bû.

 

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket