DYA û Meksîkayê li ser koçberan li hev kirin
kurdistani 10:03 AM - 2018-11-25DYA û Meksîkayê li ser koçberan li hev kirin
Hat ragihandin ku Meksîka û DYA'yê li ser rewşa penaberên li Meksîkayê ne û dixwazin serlêdana penaberiyê li DYA'yê bikin, li hev kirine.
Hikûmeta nû ya Meksîkayê ragihand, di pirsgirêka penaberan de ku di navbera DYA û Meksîkayê de veguheriye krîzê, 'çareseriyek hatiye dîtin. Li gorî agahiyan ku herdu hikûmetan li hev kirine ku daxwaza penaberiyê ya kesên li DYA'yê ne bê lêkolîn û yên li Meksîkayê ne li wir bimînin. Ev biryar ji bo Serokê DYA'yê Donald Trump ku bi dijberiya xwe ya polîtîkayên koçberan tê naskirin, weke serketinekê tê dîtin.
Hikûmeta nû ya Meksîkayê wê 1'ê Kanûnê dest bi kar bike. Anders Manûel Lopez Obrador ku wê bibe Wezîrê Karên Hundir ji Washîngton Postê re axivî û got, "Ji bo vê gavê li Meksîkayê bimînin" li hev hatiye kirn. Obrador diyar kir, ev çareserî ji bo demeke kin e û got, çareseriya demdirêj jî ew e ku ev mirov dev ji koçberbûnê berdin.
Obrador anî ziman, Meksîka deriyê xwe li hemû koçberan vekiriye û got, "Zêdebûna karwanên koçberiyê ji bo me jî pirsgirêk e."
Meha Cotmehê gelek welatiyên Hondûrasê ji ber tundî û xizaniya li welatê xwe dest bi koçberiyê kiribûn û hewl dan xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Piştî ku koçber nêzî sînorê DYA-Meksîkayê bû, Trûmp ji bo pêşî li wan bigire bi hezaran leşker şandibû ser sînor.
Rojnameya Washîngton Postê ragihand ku Qesra Spî heta niha li ser vê peymanê daxuyanî nedaye û peyman di pêvajoya danûstandinan de ye.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24