Xebatên Komîteya Desteka Derûnî ya Şehbayê

kurdistani 03:22 PM - 2018-11-19
Xebatên Komîteya Desteka Derûnî ya Şehbayê

Xebatên Komîteya Desteka Derûnî ya Şehbayê

Komîteya Desteka Derûnî ya Zarokan a Şehbayê armanc dike desteka derûnî ji zarokan re pêşkêş bike û alîkariya wan bike da ku bandorên derûnî yên neyînî yên dagirkirina Efrînê û şerên ku lê rûdane, derbas bikin.

Komîteya Desteka Derûnî ji endamên saziyan pêk tê û bi armanca rakirina dîmenên şer ku di bîra zarokên Efrînê de ji ber topbaran û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sivîlan pêk hatine, hate avakirin.

Komîte bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Komîteya Perwerdeya Civakî ya Efrînê bi armanca pêşkêşkirina desteka derûnî ji zarokên Efrînê re ku li kampên Berxwedan û Serdemê û kantona Şehabyê dimînin, hate avakirin.

Komîte li gorî bername û plansaziyeke ku dabeşî 3 pêngavan dibe, dixebite. Pêgava yekemîn avakirina baweriyê di navbera komîteyê û zarokan de bi rêya organîzekirina şahiyên giştî û çalakiyên hunerî armanc dike. Vê pêngavê mehekê dom kir. Di meha Remezanê de gelek şahî hatin organîzekirin.

Di pêngava duyemîn de gelek çalakiyên perwerdekirinê bi rêya şêwazên cuda hatin meşandin. Gelek şanoyên kurt û bi armanca girêdayî şîretên paqijiyê, parastina tenduristiyê û birêxistinkirina demê di hefteya borî de hatin pêşkêşkirin û ev xebat dê were berdewamkirin. Armac ji pêşkêşkirina van berheman girêdana zarokan bi çand û zimanê dayikê, xilasiya ji bandorên şer e. Her wiha di nav van çalakiyan de bi armanca xurtkirina şarezahiyên zarokan ji aliyê agahiyan ve pêşbirkên çandî di navbera zarokan de tên organîzekirin.

Di pêngava sêyemîn de zarokên ku ji ber pirsgirêkên derûnî zehmetiyan dikişînin, tên diyarkirin û ji koma desteka derûnî re ku ji pisporên derûnî û civakî pêk tên, têne şandin. Her wiha di vê pêngavê de semînerên girêdayî şêwazên danûstandina bi wan zarokan re weliyên wan re tên lidarxistin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Desteka Derûnî Egîd Xelîl diyar kir ku gelek rêxistinên têkildarî mijarê serdana kampê kirine. Lê ji ber ku zimanê erebî di xebatên xwe de bi kar anîn, hewldanên wan bê encam man û wiha domand: "Ev zarok zarokên me ne. Em baş dizanin ku çi dîmenên şer ên hovane di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de dîtine û jiyane."

Ji aliyê xwe ve lîstikvanê şanoyê Heyder Mistefa jî wiha got: "Bi rêya pêşkêşkirina şanoyan armanca me girêdana zarokan bi çand û zimanê kurdî ye. Me beriya hefteyekê dest bi organîzekirina şanoyên girêdayî paqijî, parastina tenduristiyê û birêxistinkirina dem û hezkirina xwendinê û ziman kiriye."

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket