Li Efrînê şerê çeteyan bi hev re dijwar e

kurdistani 05:45 PM - 2018-11-18
Li Efrînê şerê çeteyan bi hev re dijwar e

Li Efrînê şerê çeteyan bi hev re dijwar e

Li nava bajarê Efrînê ya dagîrkirî ji sibê ve şer û pevçûnên pir dijwar berdewam e.

Wek tê ragihandin ku ji vê sibê ve, şer û pevçûnên pir dijwar di navbera komên çete ên ser bi Tirkiyê ve pir berfereh bû ye ku artêşa Tirkityê jî destêwerdana wê şerê kiriye, lê hîn jî dirêjahî heye.

Wek amaje bi wê yekê tê kirin ku koma bi navê Şuheda Şerqiyê guh nedan bi biryarên Tirkiyê û li gor xwe tevdigerin, ji ber wê jî, artêşa Tirkiyê jî, derfet da bi komên din tako li hemberî wan şer bikin, lê diyare ku koma Şuhada pir bihêze, ji ber wê jî, artêşa Tirkiyê neçar dibe ku bi xwe têkeve nava şer.

Lê li gorî xelkên bajarê Efrînê ku rewşa bajêr pir xerape û pevçûnên pir dijwar di navbera komên çete û Tirkan de berferehtir dibin û bajar tê rûxandin û gelê kurd jî di navbera du agiran de maye.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket