Çîn wê ji Îsraîlê zêdetir balafirên bê mirov çêbike

kurdistani 11:31 AM - 2018-11-18
Çîn wê ji Îsraîlê zêdetir balafirên bê mirov çêbike

Çîn wê ji Îsraîlê zêdetir balafirên bê mirov çêbike

Yek ji welatên ku 'droneyên kujer' çêdike, Çîn e. Çîn hewl dide bazareke ji dehan milyar dolarî kontrol bike.

DYA’yê heta niha tenê destûra firotina balafirên bê mirov ên bi navê Predator ên Îsraîl çêdike ji bo Îngilîstan û Îtalyayê daye. Îsraîl, van balafiran, welatên Ereban jî tê de nafiroşe gelek welatan. Komara Gel a Çînê ev valatî weke fersendê dît û gelek modelên balafirên bê mirov çêkirin.

Dronên êrîşê yên Rainbow CH5 ku ji hêla Şîrketa Çînê ya bi navê China Aerospace Science and Technology Corporation tên çêkirin, herî dawî li Yemenê di şerê navxweyî de li dijî Hûsiyan hatibû bikaranîn. Drona navborî meha Nîsanê seyareyeke ku lîderekî Hûsiyan tê de dabû. Hatibû ragihandin ku ev dron Mîrektiyê Yekbûyî yên Ereban ji Çînê kiriye.

Tê texmînkirin ku salê ev şîrket bi bihayê 23 mîlyar Yuan (3,3 mîlyar dolar) van balafirên diron difiroşe û tê payîn ku ev bazar heta 2025’an bigihêje 180 mîlyar Yuanî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket