Şengal: Goreke bi komî hat dîtin

kurdistani 07:20 PM - 2018-11-17
Şengal: Goreke bi komî hat dîtin

Şengal: Goreke bi komî hat dîtin

Li devera Şengalê goreke din ya bi komî hat dîtin kutermê 7 jinan tê de bûn.

Îro roja şemiyê 17-11-2018`an li devera Şengalê li bajaroka Girezîrê goreke bi komî hat dîtin ku 7 jin têde hatine dîtin û serperşetiyarê malbenda Şengalê yê YNKKê jî dide xuyakirin ku di devera Şengalê de, her roj gorên bi komî ên xelkên me Şengalê têne dîtin.

Di wê barê de, serpereştiyarê malbenda Şengalê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand: Li devera Şengalê, her roj xelkên Şengalê li xwediyên xwe digerin û gorên bi komî dibînin.

Îro jî malbeteke Şengalê piştî ku li xwediyên xwe digerîn, goreke komî ku ji termê 7 jinan pêkhatibû ji aliyê wan ve hatiye dîtin ku hemû bi cilûbergên jinîn temendarin. Her bi dîtina vê gorê ve, hejmara gorên komî ku hatine dîtin, 60 gor e ku piştî dagîrkirina Şengalê ji aliyê terorêîstên DAIŞê ve pêkhatibû.

PUKmedia-Tajaw Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket