Serokkomar li gel Hesen Ruhanî civiya

kurdistani 03:55 PM - 2018-11-17
Serokkomar gihîşte Tehranê

Serokkomar gihîşte Tehranê

Serokkomarê Êraqa federal bi serdaneke fermî gihîşte Tehranê û bi Ruhanî re civiya.

Serokkomarê Êraqa federal li serr vexwendina serokatiya Êranê, bi fermî sersdana Êranê kir û ji aliyê serokê Êranê Hesen Ruhanî ve hat pêşwazîkirin.

Di serî de, serokkomar ligel serokkomarê Êranê Hesen Ruhanî civiya û derbarê rewşa Êraq û navçeyê bi giştî gotûbê kirin û derbarê peywendiyên her du welatan bi hûrgilî şirove kirin.

Her weha piştre jî her du serokkomaran Dr. Berhem û Hesen Ruhanî di barê civînê de, kongireyeke rojnamevanî li darxistin û ragihandin; Berjewendiyên her du welatan Êraq û Êranê girêdayî bi parastina ewlehiya her du welatan e. Her du aliyan li ser hevkar û pêşxistina projeyên xizmetgûzarî û bihêzkirina peywendiyên cîranî bi hev re tekez kirin.

Her li gorî ragihandina Ajansa hewal ya Tabnak ya Êranê aşkire kir ku wê bi şandeya serokkomarê Êraqê re, hejmarek wezîr û rêvebirên bilind ên hikûmeta Êraqê jî amade bin. Her weha wezîrê derva ya Êraqê Mihemed Hekîm yekek ji wan wezîrên ku amaje pê kirî ye wê amade be.

Hêjayî gotinê ye ku 10 roj beriya niha cîgirê serokê Êranê Ishaq Cîhangîr di dema serdana xwe ya Êraqê, bi awayekî fermî serokkomar Dr. Berhem Salih vexwendibû bo serdana Tehranê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket