Di 20`Mijdarê de derbara Demîrtaş biryar

kurdistani 10:43 AM - 2018-11-17
Di 20`Mijdarê de derbara Demîrtaş biryar

Di 20`Mijdarê de derbara Demîrtaş biryar

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 20ê Mijdarê biryarê derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de dide.

Parêzerê Selahattin Demirtaş, Mahsunî Karaman ragihand ku Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê roja Sêşemba bê wate 20 Mijdarê biryarê li ser doza Demirtaş dide, ku derbarê zîndankirina Demirtaş de hatiye tomarkirin.

Parêzerên Demirtaş, bi tohmeta binpêkirina "azadî û ewlekariya take kesî, azadiya ramanê û mafê hilbijartina azad" doz li Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê tomar kiribûn.

Di çend rojên derbasbûyî de Raportera Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê ji ber ku ji demokrasî, mafê mirov û serweriya yasayan dûr ketiye, daxwaz kiribû ku danûstandinên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bên rawestandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket