Qubad Talebanî Silêmanî cihê şanaziya me hemuya ye

kurdistani 05:39 PM - 2018-11-14
 Peyama Qubad Talebanî ji bo Silêmanî

Peyama Qubad Talebanî ji bo Silêmanî

Qubad Talebanî ji bo salvegera damezrandina bajarê Silêmanî peyamek weşand.

Di roja salvegera 234 ya damezrandina bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî peyamek weşand û pir girîng nirxand.

Talebanî di wê peyamê de, wiha anî ser nivîs û ragihand; Silêmaniyê her ji dema damezrandina xwe ve û heya roja me ya îro de, herdem hevşana pêşketin û guhertinan bû ye û xwediyê pêngavên wiha bû ye.

Di wê peyama Talebanî de hatiye; Bajarê Silêmaniyê ji aliyê siyasî ve, şûna damezrandina piraniya part û rêxistinên cuda cuda bû ye. Her ji aliyê wêjeyî ve jî, cihê şanaziya me hemuyan e.

Di wê peyamê de, Talebanî dazanîn ku îro rojeke taybete ku salvegera damezrandin avakirina bajarê Silêmaniyê ye, ew bajarê ku her ji roja avvakirina xwe ve, hevşanê pêşktin û guhertinan bi pêngav bû ye.

Di vê bajarî de, piraniya part û rêxistinên kurdî hatine damezrandin û ji aliyê wêje û rewşenbîrî û çandî de, cihê şanaziya me giştika ye. Di vê bajarî de, cihê rêz û pejirandina hemû kes û alî û bîrdozên cuda cuda heye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket