PYDê dibêje em bi PDKê re necivîne

kurdistani 12:30 PM - 2018-11-13
PYDê dibêje em bi PDKê re necivîne

PYDê dibêje em bi PDKê re necivîne

Di dernarê serdana şandeyên Rojavayê Kurdistanê bo Hewlêrê, PYDê ragiahnd ku ti şande ji Rojavayê Kurdistanê neçûne Hewlêrê.

Partiya PYDê di belavokeke xwe ku wêneyek ji PUKmedia`yê re hatibû têde ew nûçeyên ku hinek ragiahndin dibêjin şandeyeke PYDê serdana Hewlêrê kiriye û hevdîtin bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê re pêkaniye ne raste û dûrin ji rastiyan.

Wê belavokê wiha şirove kir; Em wek nûneretiya PYDê li Herêma Kurdistanê, serbarê ku em ji bona berferfehkirina peywendiyên nîştimanî û Kurdistanê bi hemû aliyan re, lê di heman demê de jî, em tekez dikin ku di van rojên dawiyê de, ti şandeyên ji partiya me serdana Hewlêrê nekirine.

Ew nûçe û hewalên ku bi vê rengî têne weşandin dûrin ji rastiyan û tenê derew û delesen ku kesên bê mirûz ji bo tevilhevî û nerewabûnê diweşînin.

PYDê wiha dinirxîne ku ew nûçe û hewalên ku di wê barê de têne weşandin, girêdayî ew êrişên Tirkiyê li dijî Rojav û bakurê Sûriye ne û em tekez li ser wê dikin ku ew kenalên ragiahndinê dûrin ji rastiya karên rojnamegeriyê

Di dawiya Belavoka nûneretiya PYDê ya Herêma Kurdistanê de, agahdarî dide ji bo aghdar bin ji şerê derûnî û taybet û daxwaz kir ku kenalên ragiahndinê û raya giştî guh nedin nûçeyên ji vê rengî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket