Zanîngeha Silêmanî 2 roj pişû ragiahnd

kurdistani 06:24 PM - 2018-11-12
 Zanîngeha Silêmanî 2 roj pişû ragiahnd

Zanîngeha Silêmanî 2 roj pişû ragiahnd

Zanîngeha Silêmanî ji bo festîvala salvegera 50 saliya xwe 2 roj pişû ragiahnd.

Serokê zanîngeha Silêmaniyê derbarê 2 rojên piûyê de ragihand; Bi boneya salvegera 50 saliya damezrandina zanîngeha Silêmaniyê, ew2 festîvala yobîla zêrîn saz dikin, ji ber wê jî, biryar dan ku wê 2 rojan bikin pişûyê fermî.

Îro roja duşemê 12-11-2018`an li bajarê Silêmaniyê, serokê zanîngeha Silêmaniyê Riza Hesen di kongireyeke rojnamegeriyê de derbarê lidarxistina festîvala yobîla zêrîn ya salvegera demezrandina 50 saliya zanîngeha Silêmaniyê şirove kir.

Riza Hesen di dirêjahiya daxuyniya xwe di wê kongireyê de aşkire kir; ew festîval wê 2 rojan dirêj bikem û mêvanên festîvalê wê ji dervayî Herêma Kurdistanê jî werin.

Serokê zanîngeha Silêmaniyê dazanîn ku wê festîvala salvegera 50 mîn ya damezrandina zanîngehê di 28-29-11 - 2018`an de birêve biçe û wê tevahiya kolîjan bikin pişû, lê xwendekar û fermanberên zanîngehê jî dikarin beşdarî festîvalê bibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket