Pêvakê leşkerî yê Tirkiyê li Êraqê

kurdistani 05:56 PM - 2018-11-12
Wezîrê berevaniya Êraq û balyozê tirk

Wezîrê berevaniya Êraq û balyozê tirk

Pêvakî leşkerî yê Tirkiyê li Êraqê dest bi kar kir.

Li gorî wezareta berevaniya Êraqê ku PUKmedia`yê wêneyek jkê girtiye, dide xuyakirin ku serokerkana artêşa Êraqê ferîq rûkin Osman Xanimî pêşwazî li balyozê Tirkiyê yê Êraqê kir û her du pêvakên leşjkerî ên Tirkiyê yê berê û yê nû jî amadebiobûn.

Wê belavokê aşkire kir ku di wê civîna du alî de, radestkirina karên pêvakiya leşkerî yê berê ji yê nû re û Xanimî spasiya pêvakê berê yê tirk kir ku li Êraqê hevkariyeke baş pêşkêşî Êraqê kiriye.

Wezîrê berevaniya Êraqê Osman Xanimî, ji şandeya mêvan re tekez li ser cîrantiya Tirkiyê kir ku dostê hevin û peywendiyên wan bi hev re dîrokî ne, di warên aborî û siyasî û ewlekariyê.

Di dawiya wê civînê de, her du alî li ser wê yekê rêkevtin ku êdî her du welat wê serdana hev du bikin û peywendiyên xwe bi hev re berferehtir û bihêztir bikin.

PUKmedia-W. Berevaniya Êraqê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket