Partiyeke Holandî serdana ragihandina YNKê kir

kurdistani 12:57 PM - 2018-11-12
.

.

Şandeya Partiya Demokrata Sosyal Lîberala Holandayê serdana mekteba ragihandina YNKê kir.

Duh hêvarî roja yekşemê 11-11-2018`an li bajarê Silêmaniyê, şandeyeke Partiya Demokrata Sosyal Lîberala Holandayê serdana Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Bi amadebûna endamê politburo û serpereştiyarê Mekteba Ragihandina YNKê Qadir Ezîzî û endama serkirdeyetiya YNKê û wezîra berê ya karûbarê Jîngeha Êraqê Nermîn Osman û hejmareke ji rojnamevanan ew hevdîtina li gel şandeya mêvan birêve çû.

Di wê hevcivînê de, gotûbêj li ser madeya 140 ya destura Êraqê hat kirin ku têda Şerevedîn Cebarî hejmareke nivîs û zanyarî bi riya dataşê amadekirbû, ji şandeya mêvan re pêşkêş kir.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya Partiya  li mekteba peywendiyan ya YNKê bûn û piştre serdana politburoya YNKê kir û vegeriyan bo serdana Mekteba Ragiahndinê.

PUKmedia-Hengew Cefer

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket