Ji ber şewata li Kalîforniyayê 31 kes mirin

kurdistani 12:47 PM - 2018-11-12
Ji ber şewata li Kalîforniyayê 31 kes mirin

Ji ber şewata li Kalîforniyayê 31 kes mirin

Şewata li daristanên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê derket belav dibe. Heta niha herêmek ji 80 hezar hektar û 7 hezar avahî şewitîne. Ji ber şewatê herî kêm 31 kes mirin.

 Ev şewat weke şewata herî dijwar a ji sala 1933'an û vir ve tê dîtin, ji ber ku dunya germ e û bayê germ li herêmê tê, karê vemirandina şewatê bi zor û zehmetî tê kirin. Şewata herî giran li herêma "Camp Fîre" a li bakur û herêma "Woosley Fîre" a li başûr e.

Tîmên arkujiyê roja Yekşemê ragihandibûn ku wan 25 ji sedî yê şewatê kontrol kirine. Şewata ku qadeke ji 45 hezar hektarî şewitand, doh gihîşt parka neteweyî ya Plûmasê.


PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket