Amerîka; Hêzên me û Îraqê Dehan Çekdarên Daişê Kuştin

kurdistani 04:06 PM - 2018-11-11
 Amerîka; Hêzên me û Îraqê Dehan Çekdarên Daişê Kuştin

Amerîka; Hêzên me û Îraqê Dehan Çekdarên Daişê Kuştin

Amerîka Dibêje Hêzên wan û Îraqê Dehan Çekdarên Daişê Kuştin.

Leşkerên Amerîkî dibêjin wan û hêzên Îraqî bêhtirî 50 çekdarên Daişê, di nav de jimarek kiomandarên gurûpê li bakurê Îraqê, meha borî kuştin.

Komandariya navendî ya Amerîka îro Yekşemê got di operasyoneka roja 30 meha borî de li parêzgeha Selahudîn 5 serkirde û bêhtirî 30 çekdarên din hatin kuştin, û rojekê piştre di operasyonekê de li çiyayên Mexmûr derdora 20 çekdar hatin kuştin.

Ew dibêje serkirdeyên di êrîşa yekem de hatî kuştin, ew berpirsbûn li dor hin êrîşan li sereanserî bakur û rojavayê Îraqê. Sala borî Îraqê serkeftin dijî Daişê ragihand, lê gurûp bi berdewamî êrîşên belawela pêk tîne, bi taybetî li bakur. Tundrewan hemî navçeyên ku li Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn ji dest dan, lê hîn hin bingehên biçûk li rojhilata Sûriyê kontrol dikin.

PUKmedia-VOA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket