Zeyta zeytûnan li bajarê Minbicê
kurdistani 12:09 PM - 2018-11-09Zeyta zeytûnan li bajarê Minbicê
Bi gelek cureyên xwe, zeyta zeytûnê di xwarin û heta dermankirinê tê bikaranîn. Di serdemên berê de zeytûn bi awayekî destpêkî bi rêya guvaştgeheke ji kevir ku wek destar tê naskirin, dihat guvaştin. Lê niha ev xebat bi alavên nûjen tê meşandin.
Bajarê Minbicê wek navendeke bazirganî, pîşeyî û bi taybet çandinî tê hesibandin. Darên zeytûnan herî zêde li herêmê tê çandin.
Her du cureyên zeytûnan ên bejî û avî li Minbicê tên çandin. Hejmara darên zeytûnê yên avî li gorî serjimariya destpêkê ya Odeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Minbicê 2 milyon û 450 hezar dar e. Her wiha odeyê niha hewl dide darên bejî bihejmêre.
Sedema ku dihêle hilberîna zeytûnê li herêmê ji girîngtirîn hilberînên çandiniyê bê hesibandin, ji ber ku gelek sûdên zeytûnê yên tenduristiyê hene û mirov dikare wê depo bike. Ji lew re ji jêderên mûnê ya her malekî tê hesibandin ne tenê li Minbicê, li hemû Sûriyeyê.
Li herêmê ev cureyên zeytûnan belav dibin: El-Ziyatî, El-Xilxalî, El-Qeysî, El-Tirîla û El-Nebalî. Zeytûn bi gelek şêwazan tê depokirin, wekî mikeles an jî tê şikandin û tevî xwê û avê tê depokirin û hwd.
Tevî wê jî zeyta ku ji zeytûnan tên bidestxistin, di xwarin û tenduristiyê de tê bikaranîn. Berê bi rêya destara ji kevir zeyt ji zeytûnê dihat bidestxistin. Lê niha alavên taybet ji bo guvaştina zeytûnê da ku em zeyt jê bi dest bixin, tên bikaranîn.
Ji bo ku ji nêz ve şêwaza derxistina zeytê ji zeytûnan bişopîne, kameraya ajansa me di nav kargeheke guvaştina zeytûnê de li rojavayê gundewarên Minbicê geriya. Li gorî xwediyê kargehê mewsima îsal baş e. Her wiha destnîşan kir ku kargeh 24 saetan dixebite. Miqdara ku di 24 saetan de tê guvaştin, digihîje 50 ton zeytûnan.
Her wiha karkerekî kargehê pêngava ku zeytûn di alavan re derbas dibe da ku zeyt jê derkeve, şîrove kir.
Destpêkê zeytûn di kortikekê de tên komkirin. Piştre bi rêya alavekê tên kişandin, paşê tên şûştin û piştre derbasî alava ku zeytûnê dişikîne û piştre derbasî alava bi navê El-Ejanat dibe.
Di wê alavê de pileya germahiyê di navbera 40-45 dereceyan de tê germkirin da ku zeytûna şikandî baş bixemire û saetekê wisa dirêj dike.
Piştre bi rêya avê derbasî alaveke din dibe û ji bermahiyan tê paqijkirin. Di pêngava dawiyê de av ji zeytê tê cudakirin û di teneke yan amûrên ku cotkaran anîne de tên tijîkirin.
Kargeha guvaştina zeytûnan guvaştina her kîloyeke zeytûnê 18 lîreyên Sûriyeyê digire. Tenekeya vala bi 900 lîreyên Sûriyeyê tê firotin. Her wiha sûd ji bermayên guvaştina zeytûnê ku bi navê Bêrîn tê naskirin, tê girtin. Ev made wek madeya destpêkê di çêkirina sabûna xar de tê bikaranîn û her wiha wek sotemenî li şûna komir di mekanîzmayeke taybet de ku bi navê şawetkar tê naskirin, tê bikaranîn.
Buhaya her kîloyek zeytûna şîn digihîje 170-190 lîreyên Sûriyeyê. Etûn 250 û buhayê tenekeya zeytê zeytûnê digihîje 18 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê. Lê di sala borî de buhayê wê di navbera 23 hezar û heta 27 hezar li gorî kalîteya wê bû.
PUKmedia-Hawarnews
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25