Silêmanî: 3mîn Mîhrecana Hunguv bi wêne

kurdistani 11:03 AM - 2018-11-09
Silêmanî: 3mîn Mîhrecana Hunguv bi wêne

Silêmanî: 3mîn Mîhrecana Hunguv bi wêne

Di Parka Azadî ya Silêmaniyê de, 3mîn Mîhrecana Hunguv li Silêmaniyê birêve çû.

Li bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê 3mîn mîhrecana Hunguvê Kurdistanê birêve çû.

Duh roja pêncşemê 8-11-2018`an li bajarê Silêmaniyê di Parka Azadî yê de, sêyemîn mîhrecana Hunguvê Kurdistanê pêkhat.

Her weha ew mîhrecan di demjimêr 10- sibê dest pê dike û 2 rojan dirêj dike bi hevkariya Qayîmeqamiyeta Silêmaniyê û bi serperştiya Komeleya Berhemanîna Hunguv ew mîhrecan hat li dar xistin.

Hat zanîn ku wê di heyama destpêkirina wê mîhrecana Hunguvê Kurdistanê de, hemû reng û curên hunguva li deverên Kurdistanê nîşandan û berdewame ta 3 rojan.

Têbînî; Wêne ji rûpela Qayîmeqamiyeta Silêmaniyê hetiye girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket