Gelê kurd şoreşgerên xwe nafiroşe

kurdistani 04:19 PM - 2018-11-07
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Banga Amerîkayê hinek kurdên qils û jihevketî jî dilgeş kirin?, Lê gelê kurd ti carî şoreşgerên xwe nafiroşe..

Pêwîst e mirov hişyar be lê çavnetirs be jî....Bila ji bo dîrokî bê nivîsandin..

Mixabin piştî serdana Masyo palmir cîgirê wezîrê derve ya Amerîkayê ji Enqereyê re û weşandina nûçeya balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê ku di roja 6-11-2018`an de, derbarê her kesê ku zanyariyan ji Amerîkayê li ser sê tekoşerên kurd rêzdar "Murad Karayilan - Cemîl Bayik û Duran Kalkan" peyda bike wê pereyên pir wergire, 12 milyon dolaran, gelek qelanciyên bi navê kurd dane dahol û zorna û dîlanan dikin

Ji bo qelancî û facebokciyên kurd ê ku dîlana şahiya nûçeya li dijî tekoşerên kurd digrin, ez ji dil ji wan re dibêjin; "Pir şa nebin hûn ji mijarê têneghîştine û ne weke ku hûn dinirînine, ji bo ku hûn li mijarê baş têbighin, ji kerema xwe re evê li jêr bixwîn tako hûnpir şanebin û nebin hevkarên neyarên doza kurdî ya rewa."👇🏻

Di siyasetê de, Gelek rengên danûstandinan hene, gelek şêwazên têkeliyan hene, gelek xalên diyalogan hene, gelek riyên cuda cuda yên lihevkirinê hene, ew xal û bendên ku hene ev in;

*Peywendiyên Stratîjîk wek çawa hevpeymaniyeke stratîjîk di navbera du an jî bêhtir ji welat û hêzan pêk tê û bi hemû awayekî bi hev re di berevanî û parastina berjewendiyan de ne. Wek hevpeymana (Natoyê) an jî (Yekîtiya Ewropayê)...

*Peywendiyên Tektîkî, wek çawa hêzek an bhêtir bixwaze ku ji bo derbasbûna qonaxekê ligel aliyekî têkeve têkeliyan, lê ew têkelî, bi bê hevpeymaniya dûr û dirêj e. Wek di roja me ya Îro de, peywendiyên Tirkiyê-Îran û Rûsiyayê..

Lê di hundirê wan şêwazan de Gelek cur û rengên din ên cuda û cuda jî hene ku ev in;

*Peywendiyên li ser masê wek çawa hemû welatên cîhanê serdana hev du dikin û bi awayekî nûçeyî wê derbas dikin û bi taybet ew welatên ku nakokiyên wan ne kûrr, wezîrê wan welatan lihev dicivin û di kongireyên rojnamevaniyê de, naveroka wê civînê didin ragihandin. Êdî her kenalek an jî anjansek, an jî malper û rojname û koverek bi gorî xwe dinirxîne û dike babetê roja xwe.

*Peywendiyên li paş perdê wek peywendiyên du alî an jî pir alî li ser mijarên girîng ku nebe sedema têkdana berjewendiyên wan ên desthilatdarî an jî neteweyî, wek Qeter û Îsraîlê, Suidiye û Îsraîlê û Tirkiye û Êranê û Tirkiye û Îsraîlê.

*Peywendiyên bi navê bazirganiyê, gelek welat peywendiyên bazirganiyê ji ên siyasî berferehtir dikin, Tirkiyê û Îsraîl, Misir û Îsraîl û Urdin û Îsraîlê jî.

*Peywendiyên bi navê mirovî, wek çawa Îsraîlê çekdarên opozisyona Sûrî li nexweşxaneyên xwe derman dikir û deriyên xwe ji birîndarên gelê Sûrî re vedikir bi navê xizmeta mirovî. Di rewşa ceng û pêkdedan û pevçûnên leşkerî de jî, gelek caran her du aliyên cengewer dikevin peywendiyên mirovî tako sivîl û birîndarên cengê bêne rizgar kirin.

*peywendiyên normal, ew peywendiyên ku di dema rewşên asayî de bi awayeke serbest berdewam dibin û ev yek di navbera welatên ku berjewendiyên xwe bi hev re hene û peywendiyên normal dikin bi bingeha kar û danûstandinên xwe ên di hemû waran de ku di xizmeta berjewendiyên her du aliyan an jî pir aliyên têkeldar.

*Peywendiyên kara, ew peywendiyên ku her dem bihêz û kara ne, wek Amerîka û Îsraîl.

*Peywendiyên demkî, wek peywendiyên du aliyan ku li ser bingeha karekî demî an jî berjewendiyên demî ku her du alî bawerî bi hev du nakin.

Peywendfiyên dûr û dirêj, Ew peywendiyên ku ji demên dîroka borî de, bi awayekî çalak di nûjenkirinê de ye, wek peywendiyên Alman û Tirkan .

*Peywendiyên berjewendiyên taybet û teng, ango ew peywendiyên ku tenê di xizmeta partî an jî desthilatekî de ne, an jî di berjewendiya malbateke desthillatdar de ye ligel welatên din dikin li ser bingeha mandina desthilata wê partiyê, an jî malbatê di desthilatdariyê de.

*Peywendiyên berjewendiyên giştî û berferehb, ew peywendiyên ku aliyekan hikûmetek ligel hikûmet û aliyên din dike an jî hevpeymaniyeke rasteqîne dike, di xizmeta berjewendiyên giştî û neteweyî û mirovî de be, ew peywendî bi dem dirêjî dimîne û di xizmeta hemû aliyan de ye.

Dema ku du aliyên peywendîdar li ser proje an karekî girîng xebat bikin û li hemberî wan hêzên rikeber hene û wê tevilhevî û aloziyan ji herdu aliyên re çêkin û kûrrtir bikin, wê demê ew neçarin şêwazên tevgerên xwe veghurînin bi rengekî nihênî an jî pir siyasî û di ragihandinan de wê neyartiya hev du bikin û di paş berdeyê de wê destên hev du biguvişin.

Bi nêrîna minne merce ku hemû kes û aliyên ku di ragihandinan de nakokdarin û cengê hev du dikin neyarê hev bin.
Gelek welatên Erebani riya ragihandinê ve Gali dijî Îsraîlê dikirin lê îro ê dî bi aşkire bihev re danûstandin û pewendiyans sazdikin.

Amerîka jî vêcarê dixwaze bi aliyê herî bihêz û çalakî Kurd re danûstandina bike, lê ev yek jî, pêwîstî bi hinek rengên têkeliyan heye ku çavên neyarên wê aliyê kurdî bipoşe tako ne ji wî alî û me jî aliyê ku pêra di kar de ye me in Sedema têkdana proje û armancên Amerîkayê li Sûriye û Rojhilata Navîn☘️

Wek çavdêrên siyasî jî amaje bi wê yekê dikin ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê şagirtên Qendîlê dike hevpeym û dostên stratîjîk li dijî terorê bi şev û roj dicengin û maosteyên wan jî li Qendîlê dikin armancên xwe bi bihaneya ku terorîstin.

Lê di rastiyê de, Amerîka bi xwe jî baş dizane ku her sê serkirdeyên diyar ên kurd ne terorîstin û dasxwaza mafên gelê xwe dikin. Lê diyare ku di siyasetê de, car heye ku pêwîste rengê danûstandin û peywendiyan veghurîne û ji bo aliyên din ên ku li dijî hevpeymanên te, tu razî bikî, lê tenê ji bo derbaskirin dem û qonaxa hestyar e, di warên kirdarî de, tiştekî nake, Amerîkayê ev nûçe belav kir, tako Tirkiyê hinekî nerim bibe û gefên xwe li ser Rojhilata Ava Firatê kêm bike.

Eger Amerîkayê bi cedî ew biryar daye, wê demê, Amerîka dikeve nava lîstokeke pir tiratîjîk û metirsîdar, ji ber ku, di rojhuilata navîn de, bi taybetî di her çar welatên dagîrkerên Kurdistanê de, rola PKKê di nava civaka kurdî û gelê kurd pir bihêz û berferehe, ango ew biryar cihê şermezariyê ye.

Amerêkayê bi wê biryarê rastiya xwe di nava gelê kurd de, careke din bi neyartî nûjenkir, ez di wê baeriyê de me ku xwediyê wê biryarê, wê poşman bibe, ji ber ku gelê kurd ti carî ((şoreşgerên xwe nafiroşin)).

Weku min di rûpelên Facebook û malperên cuda cuda de şopandineke di derbarê biryara Amerîkayê li dijî sê serkirdeyên PKKê de kir, min dît ku piraniya xelkên kurd wiha nivîsîne, Gelê kurd ti carî şoreşgerên xwe bi dolaran nafiroşe, cihê wan her sê şoreşgeran di nava dilê me de ne. Bila Amerîka di hundir dilê gel de li wan sê şoreşgeran bigere.

Ji ber wê jî, ez bi hêvî me ku ew kurdên ku xwe bi zana û rewşenbîr dizanin û didin nasîn, bila kok şa nebin û bila di cihê xwe de rûnin, ji ber ku ew nûçe tenê siyasî ye, ti bingehên xwe ên kirdarî tune ne.

Ez wan kesan vedixwînim bo xwendina pirtûkên derbarê siyaseta navneteweyî û şêwaza peywendî û têkeliyên dîplomasî tako raste rast xwe nedin ber ro û avê .Ji ber ku şirovekirin û revekirina mijaran bi awayekî ramyarî û rêzanî tê nirxandin û encam dayîn.

Qîj qîja qelencî û facebookciyên bi nav kurd li ser torên ragihandin û facebookan dilgeşiya wan nîşan dide û bi wêm yekê jî, dilê dijmin geş dike û dilê kurdan reş dike, hûn xwe dikin aliyê neyaran tenê ji ber ku, nakokiyên we bi wê aliyê kurdî re hene, ev yek ji bo dîrokê wê moreke reş li ser eniya we be.

Ez wek rojnamevanek û nivîskarek pêşniyarê ji wan kesên kurd re dikim ku ti carî bi pîlan û biryarên neyaran li dijî aliyên kurdî dilgeş nebin ji ber ku îro li aliyê nakokdarê te ye, sibê jî li ser te ye. Pêvejoya refrendoma Başûrê Kurdistanê ya 25-9-2017`an bi bîr bînin, wê demê, ti carî wîjdana we napejirîne dîlanên şahiya we bi biryar û banga Amerîkayê li dijî 3 serkirdeyên navdarên kurd. Ji ber ku neyarê PKKê her neyar PDKê û YNKê ne jî, neyarê gelê kurd in, di heman demê de, neyarên YNKê û PDKê neyarê PKKê û gelê kurd in.

Çi dibe bila bibe, ti carî dilê neyaran geş nekin û dilê gelê xwe reş nekin. Di dawiyê de, hûnê pir poşman bibin, lê wê demê ti rê nîne, wek çawa hûn li dagîrkirina Efrînê dilgeş û pir şa bûn, niha jî hûn li xwe dixin û bang dikin û hawar dikin bi navê Efrînê, lê her kes li we dinêre bi çîroka Tîmsahê ku dema qurbaniyekî dixwe firmês û rundikan dirijîne, lê ez bi hêvî me hûn dest ji vê durûtiyê berdin û bibin parêzvabnên doza gelê xwe ya rewa û ez pir digeşim bi vê gotinê ku gelê me li Silêmaniyê wek dirûşmeyek anîn ser nivîs; "Gelê kurd şoreşgerên xwe nafiroşe."

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket