Demokratên Amerîkayê piraniya kursiyên Encûmena Nûneran bidestxistin

kurdistani 12:11 PM - 2018-11-07
Demokratên Amerîkayê piraniya kursiyên Encûmena Nûneran bidestxistin

Demokratên Amerîkayê piraniya kursiyên Encûmena Nûneran bidestxistin

 Hat ragihandin ku Partiya Demokrat a Amerîkayê, bi bidestxistina piraniya kursiyên Encûmena Nûneran di hilbijartinên navberê yên Kongreyê de, li dijî partiya Komarî ya Donald Trump serkeftî bû.

  Her weha serkeftina Partiya Demokrt a Amerîkayê bi ser partiya Donald Trump, partiya Komarî de,nîşan dike ku du salên zehmet û dijwar li pêşiya rêveberiya Trump e, û yek ji  du encûmenên Kongreyê dê çavdêriyeke tund li ser Serokê Amerîkayê bike û tê çaverêkirin, ku lêkolînê li gel bike.

Hilbijartina nîvê yekê ya Encûmena Nûneran û Senatoya Amerîkayê duh Sêşemê 6ê Mijdara 2018ê birêveçû. Serkeftina demokratan di Encûmena Nûneran de karên Serokê Amerîkayê di 2 salên bê de zehmet dike, çimku ew niha di Encûmena Nûneran de piranî ne û dikarin yasayan derbas bikin an jî pesend nekin.

Medyayên Amerîkayê ragihandine, demokratan zêdetir ji 218 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine, pêşbînî jî tê kirin ku hejmara kursiyên wan bigihe 229 kursiyan, li hember jî komariyan 206 kursî bi dest xistine. Hejmara giştî ya kursiyên Encûmena Nûneran a Amerîkayê 435 kursî ne.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket