Li Fransayê dersînorkirina koçberan zêde dibe

kurdistani 09:59 AM - 2018-11-07
Li Fransayê dersînorkirina koçberan  zêde dibe

Li Fransayê dersînorkirina koçberan zêde dibe

Li Yekîtiya Ewropayê ji ber politîkayên koçberiyê yên Fransayê nerazîbûn hene û hate ragihandin ku hejmara dersînorkirina koçberan li Fransayê zêde dibin.

Wezîrê Karê Navxwe yê hikûmeta nû ya Lîberal LREM Chrîstophe Castaner got, rêjeya dersînorkirina koçberên qaçax li gorî sala borî 20 ji sedî zêde bûye.

Bi Yasaya Îltica û Koçberiyê ya ji aliyê Wezîrê berê yê Navxweyî Gêrard Collomb ve hatî amedkirin û li Meclîs û Senatoyê hatibû qebûlkirin, dersînorkirina ji bo mirovan hêsantir bibû.

Li gorî yasaya nû herî dereng wê di nava 6 mehan de biryarên têkildarî serlêdanên ji bo îlticayê werin dayîn û ev dem herî dawî 11 meh bû
Sala derbasbûyî li Fransayê zêdetirî 100 hezar serlêdanên îlticayê hatibû kirin û ev hejmar li gorî rêjeya 2016’an 17 ji sedî zêde bûye.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket