Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd

kurdistani 06:50 PM - 2018-11-06
Mam Celal sembula neteweya kurd e

Mam Celal sembula neteweya kurd e



Ez ji bo dîrok û mêjû dinivîs im..

Ez ji bo rastiyên heyî şirove dik im.

Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im.

Ez ji bo berjewendiyên giştî û gelê kurd dinivîs im.

Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û aliyan e.

Ez vê nivîsê ji bo dadgeha dîroka Kurdistanê ya nûh pêşkêş dik im.

Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî ên di nava tevgera kurdî de ku ji 28 salan ve ye, min rastiyek li nava tevera Kurdistanî de dît ku ew e nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêziya tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hilgirê rêbaza Mam Celal di yekrêziya neteweyî de, xwedî roleke mezin e û her dem palpiştê aliyên siyasî ên perçeyên din ên Kurdistanê bû, ev yek rastiyên wê hene, li ber çavan re derbas dibe û ti kes nikare wê rastiyê nepejirîne, ji ber ku ew milkê dîrokê ye..

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku hilgirê raman û bîrdoz û rêbaza rasteqîne yê rewanşad Mam Celal e, ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêziya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde û rêberekî dêrîn û navdarî kurd, di warê kirdarî de, ew bernameya selamndiye û xalên wê di holê de bi cih kiriye.

Bo nimûne jî, di dema şoreşa nemir Ebdurihman Qasimlo bi berdewamî li kêleka nemir Qasimlo bû. Xwedî rêbaza yekrêziya neteweya kurd bû. Ew gotin jî ji aliyê nemir A. Qasimlo ve hatiye gotin ku di heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara Alsayed ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de pêkhatibû.

Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek xalên girîng bi hev re lihev kirin.

Her di sala adara 1993`an de jî, li gel alî û partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê bike û riya diyalogê li gel hikûmneta Tirkiyê veke.

Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku PKK``ê agirbesta yekalî pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê û çareserkirina aştiyane bike, wê demê serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêla li ber kenalên ragiahndinê bi reşkawî got; Ez kok bawer nakim ku PKKê agirbestê bide ragiahdin û em ji wê yekê re ne amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin.

Ev yek rastiya bihêzbûna çêwaza siyaset û dîplomasiyeta YNKê dide zelalkirin ku çawa herdem bûye bi hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava tevgera Kurdistanî de.

Ji ber wê jî, YNKê wek aliyeke siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî û Dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye û bi serkeftî derbas bû ye û êdî rê li ber ew aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê di dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew pêngava bi serokatiya rêbenrê nemir Mam Celal bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê kurd kiribû.

YNKê ji aliyê gelek jêderên siyasî ên Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî ên nakokdar de peywendî dikir û hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî ew kar derbas dikir.

Mam Celal xwdî rêbazeke netewî û navneteweyî bû.

Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka serokkomariya Êraqa federalê ku bi nasnameya xwe ya neteweyî û şoreşgerî wek yekemîn serokkomarê Êraqê ku bi hilbijartinan posta serokkomariya Êraqê bi dest bixe.

Wek hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û navneteweyî amaje bi rastiyên jiyannameya rewanşad Mam Celal dikin ku ew rêberekî ji bo gelê xwe tevahiya jiyana xwe texan kiribû.

Mam Celal di kar û xebatên xwe de, ti carî binkevtin ji xwe re nekiribû asteng, ji ber ku ew her dem bi umêd û bawer bû ku di encamê de, wê her bi ser keve.

Di encamê de jî, wek hemû dunya dît û agahadar bû, ew ji xebata ser çiyayên Kurdistanê, bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û pêşmergeyetî derbasî koşka serokkomariya Êraqê bû.

pêşmerge û xebatkarê dêrînê gelê kurd û Kurdistanê, rewanşad Mam Celal di hemû jiyana xwe de, ti carî têgeha binkevtinê nasne dikir, her dem di hewildanên girîng û bê wêne de bû tako ew dest bi serkevtinên dîrokî bike û di xizmeta doza gelê kurd de terxan bike.

Mam Celal yekemîn siyasetvanê kurd bû ku peywendiyên gelê kurd ligel aliyên navneteweyî bihêz bike û rewabûnê tê de tomar bike ye.

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya Êraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.

Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rîjîma bees guhert û ew3 raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.

Endazyarê rabûna raperîna 1991`an

Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina raperîna 1991`an bûn...

Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin ku endazyarê wê jî her du rewanşadên Kurd Mam Celal û Kak Newşîrwan Mistefa bûn..

Lê di rastiya wê de, gelek jêder amaje bi wê yekê dikin ku endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bûn bi hemû hêz û tiwanaya xwe  bibin xizmetkarê gelê kurd bi kirdar û bi nimûne jî. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal û siyasetvanê nemir kak Newşîrwan Mistefa bûn ku dikarîn di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.

Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.

Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan.

Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan azad bikin.

Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, digel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.

Her weha piştî wê serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û damezrandin û ji wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ava bûê. Ji bo wê yekê ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd  ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.
Her weha ji bo bihaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê ew roj 5-3- kir bi roja salyadaeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn.

Parêznameya Serok Mam Celal a Dîrokî

Di 9/2 di sala 2004`an de, di civînekî berfereh ya encûmena hukim ya Êraqê de, Sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Serok Mam Celal gotarek giring û dîrokî pêşkêşî encûmena hukim kir û têde berevanî li çespandina mafên xelkê Kurdistanê kir û ragihand û got: Pêwîste encûmena hukim, federaliya Kurdistana Êraqê pesend bike û dest bi naskirina rewşa wîlayeta pêşîn ya Kerkûkê bikinher weha rewşê wê bête normalîze kirin.

Serok Mam Celal di wê civînê de ew belgeya li biryara komîteya “Hevgirtinan Netewan” xwend ku tê de dibêje, tu carî sînorê Êraqê ji çiyayê Hemrînê derbas nebûye û ji çiyayê Hemrînê û pêve Kurdistane.

Di heman demê de Serok Mam Celal nexşeyekî dîrokî ya mezin a serdema dewleta Osmanî li ser maseya encûmena hukim danî ku têde bi aşkira diyare ku Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye.

Bi vê yekê Serok Mam Celal careke din bi zimanê gul û bi belge dîroka Kurdistabûna Kerkûkê bo encûmena hukim û ji dost û dijminan re pesend kir.

Her di nava gotina xwe ya dîrokî de Serok Talebanî dupat kir ku mafê rewa yê gelê Kurd ku zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî bi zimanê fermî bê naskirin û yekser şûnwarê paqijiya regezî û bi erebkirina bi zorê û anîna kesên ku anîne navçeyê vegerin cihê xwe û awareyên Kurd û Tirkuman biçin şûnê xwe yê rasteqîne.

Piştî rizgarkirina Êraqê ji destê rêjîma Ba`sê, Serok Mam Celal ji endamên hukim ya Êraqê ku di mijdara sala 2003`an de serokayetiya encûmenê girte dest û di wê demê bi şiyan û hîkmeta xwe bo birêvebirina karûbarên xwe ji hemûyan re selmand her weha karî parastina mafê rewa yên gelê Kurd li Êraqê bike.

Aliyekî herî girîng ya wê dilsoziyê parastina mafên gelê Kurd bû û ev yek di roja 9/2/2004`an de ji hemûyan re aşkir kir , her weha bi ezmûn û belge û dokomênt û nexşeyên dîrokî yên serdemên Osmanî berevanî li Kurdistanbûna Kerkûkê kir û hemû hûrguliyên wê ji hemû alî û partî û hêzan û siyasetmedarên Êraqê re aşkira kir û danîn hole. Her weha ev roj jî li wêjeya siysî û bîreweriya hemûyan de bi roja (Parêznameya mezin) hate naskirin.

Selmandina Kurdistaniya Kerkûkê û nexşeya rasteqîna ya Kurdistanê...

Di wê parêznamê de endamê desteya serokayetiya encûmena hukim yê wê demê Serok Mam Celal daxwaz kir ku Kurd û Tirkumenên di serdema rêjmîa Serdam Husên ji bajarê Kerkûkê hatibûn derkirin vegerin bajarê xwe û rapirsiyek li ser destnîşankirina nasnameya bajêr bête kirin.

Di gotina xwe de Serok Mam Celal bi dokomênt û nexşe selmand ku Kerkûk beşeke ji Herêma Kurdistanê û nasnameya xwe Kurdistaniye.

Her weha Serok Mam Celal, da zanîn ku ev gelê Kurdistanê di navbera çar welatan de hatiye parçe kirin ku ew jî (Tirkiyê-Êraq-Êran û Sûriye ye.)

Serok Mam Celal yekemîn serokkomarê Êraqê yê hilbijartiye

 Di 6`ê Nîsana sala 2005`an de, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, bi piraniya dengên endaman di hilbijartinekî demokrasî de ku di dîroka Êraqê de yekem proseya bi wî awayî destpêkiribû, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate hilbijartin û her weha Serok Talebanî wek yekem kesayetiyê Kurd postê Serokomariya Êraqê wergirt.

Roja 6/4/2013`an, heşt sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe.

Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê, komeleya niştimanî a Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşankirin.

Serok Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar

Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin.

Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser postê komariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Di wê bone de Serokomarê Êraqê Serok Talebanî, di gotina xwe razîbûna xwe dupat kir ku desteya serokayetiyê hewlên xwe bixin gerê jibo ku her tim cihê wê baweriyê de bin û li gor vîna gel û bi cidî û başî û dilsozî  li gel serokayetiya encûmena niştimanî û encûmena wezîran de bo anîna desthilatekî demokratîk ku azadiyan û mafên taybet û giştî yên mirov bo gel dabîn bikin beşdar bibin.

Pîrozbehiyên serokên welatên cîhanî

Piştî wergirtina serok Mam Celal posta serokkomariya Êraqê, di heman rojê de, Serokê Welatên Yekbuyî ya Amerîka Corc Boş pîrozbahî li serok Mam Celal kir her weha piştre jî çendîn birûskeyên pîrozbahiyê jî ji serokên welatên cîhanê, Birêtaniya, France, Almaniya, Rûsiye, Sûriye, Misir, Libnan, Tirkiye, Êran gelek welatên din yên cîhanê û siyasetmedaran û berpirsên mezin yên cîhanê arasteyî Serok Talebanî kirin.

Li gel ragihandina nûçeya bûna Mam Celal bi Serokomarê Êraqê, şêniyên hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bo nîşandana şadî û xweşiyê rijiyan ser cadan û cihên giştî û heya çend rojan aheng û zemawendên kêfxweşiyê hatin saz kirin.
Her weha li parçeyên din yên Kurdistanê jî, aheng û şoxûşenga pîrozbahiyê ji serok Talabanî re hatin li dar xistin.

Serok Talebanî endazyarê diyaloga PKK`ê û Tirkiyayê ye

Rola Mam Celal rolekî dîrokî û karîger bû, Hewldanên serok Talebanî bo pêşxistina diyalogê...

Hewldanên serok Talebanî ji bo biserxistina diyalog û zimanê danûstandina di navbera PKK`ê û hikûmeta Tirkiyeyê de, ji 1993`an ve berdewam bû, her weha digel wê yêkê jî, gelek caran hevdîtin û serdanên  girîng pêkaniye taku hewldanên xwe yên çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê biserkeve.

Di çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê de, serok Mam Celal xwedî roleke mezin û li berçave û ew berhemên îro tev ji encamên hewldanên makokî û yên dîrokî ku rêzdar cenabê serok Talebanî dest pê kiribû.

Ev li berçavê hemû kesekîye ku ji 20 salan ve ew proseya aştiyê ji bo vekirina rêya diyalog û aştiya herdemî di navbera gelê Kurd û Tirki de, serok Mam Celal bi awayekî rastewxwe û nerastew xwe dest bi kar kir û dikarî bandora xwe bide ser cadaya Tirkî ku di roja îro de, ew naveroka proseya serok Talebanî ku ji bo çareserkirina kêşeya Kurdî li Bakurê Kurdistanê destnîşankiribû, bi awayekî erênî ji aliyê Tirkan ve û PKK`ê ve hatiye pejirandin û naveroka Peyama rêzdar Ocalan heman naveroka nameya Mam Celal ya ku ji bo rêzdar Ocalan di destpêkên salên 90`an de şandiye ye.

Mam Celal di wê nameyê de, dibêje ku girîngdana bi xebata siyasî, parlemanî, ragihandinî, rêxreweyî û cemewerî aşkire hevşanê xebata çekdariye ku tenê ew rêyê dînanê ye.

Her weha naveroka payama Newroza Amedê ya rêzdar Ocalan jî wihaye : Em tev gihîştine wê baweriyê ku bila êdî çekan bêdeng bikin û bila fêkir bikevine tevgerê.

Rola Mam Celal di arşîva PKK`ê de wek rolekî dîrokî hatiye tomar kirin

Şarezayê di ware PKK`ê û Tirkiyê Mihemed Emîn Pêncwînî radighîne ku, eger Mam Celal li nexweşxaneyê neba, Ocalan wê berya ku nameya xwe arasteyî Qendîl û BDP`ê û Ewrûpayê bikra, wê bişanda bo Mam Celal taku pêde biçe û têbînî û pêşniyarên xwe li ser nameyê diyarî bike û jêre bişîne Îmraliyê.

Pêncwînî ji PUKmedia`yê re ragihand: "Giringiya peyamê di wê de ye ku rasterast goftûgo li gel Abdulah Ocalan tê kirin, rasterast goftûgo li gel Îmralî tê kirin ku heya niha hikûmeta Tirkiyê baweriya xwe bi wê yekê nebû ku li gel Ocalan goftûgo bike, çûnkî digotin ku hukmê sêdarê ji aliyê dadgeha leşkerî ve li sere."

Şarezayê li bare PKK`ê û Tirkiyê got: "Giringiya goftûgoyan û peyamê di wê de ye ku navçe bi rewşekî aloz re derbas dibe û rasterast goftûgo li gel Ocalan tê kirin ji ber ku karîzmayekî mezine li nava PKK`ê, peyama wî jî ne weku xelk dixwîne ku tenê nameyek. Peyama xwe wek nexşerêyeke bo çareseriya kêşeya Kurd li Tirkiyê û demokratîzekirina Tirkiyêye.

Ji ber vê yekê xelkê Tirkiyê û Kurdên bakûrê Kurdistanê giringiyekî zor daneyê ku cara yekeme di dîroka dewleta Tirkiyê de ji %60 ta %65 xelkê Tirk bêjin pêwîste ew kêşane li gel PKK`ê bi diyalogê bête çareser kirin. Eve guhertinek mezine li zihniyet û eqliyeta xelkê û rewşenbîr û siyasetmedarê Tirkiyê."

Pêncwînî weha pêda diçe: "Cara yekeme di dîroka PKK`ê de Hikûmeta Emrîka piştgîrî bike û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê bike ku ev proseye berve pêşve biçe û çareseriya pirsa Kurd bike bi bê ku nave PKK`ê bi terorê bîne ziman. Welatên Ewrûpa bi taybet Fransa, Birîtanya û Îtalya û welatên endamên NATO`yê bi cidî piştgîrî li meselê dikin bi bê ku nave PKK`ê wek terror bînin ziman eve jî guhertinek mezine.".

Mihemed pêncwînî ragihand: "Ocalan mesela Kurd li Tirkiyê ji qonaxekê berve qonaxeke pêşkeftîtire ve bir. Niha top li aliyê Tirkiyê ka em bizanin Tirkiyê çi dike."

Li bare hewlên serok Mam Celal, Mihemed Emîn pêncwînî got: "Rola Mam Celal rolekî dîrokî û karîger bû. Ez agahdarim ku Mam Celal 13 sale bi hevrêzî li gel serkirdayetiya PKK`ê mijûlî vê pirsê ye."

Pênciwînî got: "Mixabin ku niha Mam Celal ne li vire , ew nameya ku Ocalan şandî bo Qendîl bo ewrûpa û BDP`ê, eger Mam Celal li nexweşxanê nebûya, pêş hemûyan wê bo Mam Celal şandiba jib o ku têbîniyên xwe li ser pêşniyar û nameyê diyar bike û jêre bişîne Îmraliyê. Çûnkî rola Mam Celal karîger û bîngehîne."

Şarezayê karûbarê PKK`ê û Tirkiyê bal kişand ser rola Mam Celal û got: "Rola Mam Celal di arşîva PKK`ê de wek rolekî dîrokî hatiye tomar kirin rojek dê were ku hemû ew tişt jib o xelkê bê aşkira kirin, wek min gotî rola Mam Celal rolekî karîger bû di dîtina rêçareya diyalog û aştiyane li Tirkiyê."

Pênciwînî aşkira kir ku rola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelekî bi pozetîv dibînim, YNKê niha projeya Mam Celal cîbicî dikin li ser heman rêbaza Mam Celal dimeşin.

Mihemed Emîn Pênciwînî got: "Ev rola YNK`ê ya pozetîv ji aliyê hemû Kurdên bakûr û PKK`ê heya aliyê Kurdên Rojava jî rolekî karîgere bo çareseriya aştiyane bo doza Kurd lie w herdu parçeyên din yên Kurdistanê."

Şanda HDP: Serok Mam Celal sembola aştî û pêkvejiyanê ye

Di roja 17/6/2015 serok Mam Celal li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna endamên mekteba siyasiya YNK Hêro Îbrahîm Ehmed û Se`dî Ehmed Pîre pêşwazî li şanda parlemanterên Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê ku ji bo dîtin û spasîkirinê hatibûn kir.

Di hevdîtinê de parlemantera HDP`ê Selma Irmak silavên parlemanterên HDP û serokayetiya partiyê gîhandin serok Mam Celal li ser ew piştgîrî û piştevaniya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dema hilbijartinên Tirkiyê de pêşkêş kirî û da zanîn ku serkeftina HDP di ew ezmûna demokrasiyê de bi saya ked û xebata berdewam a Serok Mam Celal hatiye ku hertim ji bo aştiya li bakûrê Kurdistanê û hemû herêmên Tirkiyê xebitiye.

Irmak got jî: Niha li Tirkiyê qonaxek nû destpê kiriye , ew jî serkeftina qonaxa aştî û demokrasiyêye, welatiyan deng dan aştiyê ku peyama Serok mam celal û serok Abdulah Ocalan bûye.

Di beşekî din ya axaftina xwe de Selma Irmak amaje bi ew dengên zor yên partiya wan û hevpeymanên wê bi dest xistinê jî kir ku ew jî berhema peyama aştî bûye ku HDP`ê di bangeşeya hilbijartinan de bilind kiribû ye û ragihand: Em dizanin serok Mam Celal çiqas bi serkeftina demokrasî û aştiyê şad bûye û bi taybetî jî rêjeyekî berbiçav a jinan bûne parlemanter ku ew jî gavekî dilxweşkere.

Her weha jî serok Mam Celal bi ew pêşveçûna HDP di proseya demokrasî û serkeftina wê û pêşveçûna jinan di wê proseyê de gelekî dilxweş bûye û kêfxweşiya xwe nîşan da.

Hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk KCD`ê Xetîb Dîcle û endamên şandê diyar kirin ku hertim serok Ocalan li nûçeyên Serok Mam Celal dipirsê û daxwaza tendirustiyek baştir bo dixwazê ku xebatekî zor bo Kurd û demokrasî û aştiyê kiriye.

Selma Irmak got: Em hemû çaverêya wê yekê ne ku di qonaxekî din de Serok Mam Celal û rêber Ocalan pêkve peyama çespandina aştî û aramî rabighînin.

Di beşekî din ya hevdîtinê de behsa rola ciwanên Kurd li Kobanê û beşên din bilind hat nirxandinê di şerê li dijî DAIŞ û parastina demokrasiyê de, her weha rola berçav a jina kurd jî hate bilêv kirin ku hem qehremantî û hem jî jîrbûna jina kurd di şerê li dijî DAIŞ bo cîhan selmand ku rola serkeftî ya jinên Kurd li Kobanê bûye nîşanekî şoreşa jinan.

Nêrînên nûnerên dewleta Tirk ji rola Mam Celal re...

Di roja pêncşemê 30/7/2015`an de, li Silêmaniyê, serok Mam Celal pêşwaziya şandeke payebilind ji wezareta derve ya Tirkiyê bi serpereştiya Firîdûn Sinirlioglu kiribû.

Di wê dîdarê de, Firîdûn Sinirlioglu li ser rola serok Mam Celal ya aştiyê wiha gotibû;

Firîdûn Sinirlioglu rola Mam Celal di avakirina Êraqa nû de, her wiha siyaseta rêzdarê wî ya realîst di pêkvejiyan û aştiyê de jî bilind nirxand. Sinirlioglu her wiha rola Serok Mam Celal di belavbûna aştî û lihevkirinê di navbera Êraq û welatên derdorê jî anî ber çav, û bal kişand ser girîngiya rola Mam Celal di dema serokatiya rêzdarê wî ji Komara Êraqê re.

Sinirlioglu ji Serok Mam Celal re diyar kir ku serdema niha bi hewceta şêwirmendiyê bi we re ye û ev deskeftiyên ku çêbûne encama ramanên we yên ronak in. Sinilioglu rêbazên Serok Mam Celal di warên herêmî û navdewletî ve nîşan dan û got: Em ji cenabê we fêr dibin û em keda we div î warî de ji bîr nakin.

Nûnerê wezareta derve ya Tirkiyê nîşanî federaliyê kir û got ku ew çareya tekane ye ku yekîtiya Êraqê xurt dike.
Derbarê piroseya aştiyê li Tirkiyê jî şandeya Tirk diyar kir ku ew projeya aştî û demokrasiyê ku we dest pê kir, ew pêbend in bi wê, her wiha daxawza Tirkiyê ji bo aramî û aştiyê li navçeyê û Herêma Kurdistanê û Êraqê tekez kir, rola Serok Mam Celal ku nexşeya rê jib o aştiyê li Tirkiyê danî jîbi bîr anî.

Kanalekî Almanî behsa rola Serok Mam Celal û Ocalan dike
12/2/2015

Kanala ARTE ya Almanî şeva borî di nava raporteke xwe de panorameyek sebaret bi rewşa Kurdistanê bigiştî belav kir ku behsa duh û îro û şerê li dijî DAIŞ li kurdistanê dike.

Di beşekî din ya raportê de behsa Kurdistanê û gelekî 35 milyon kesî dike ku piştî şerê cîhanê a yekemîn dike ku di nava Tirkiyê, Sûriyê, Êraq û Êranê de hatiye parçekirin û ji mafên xwe hatine mehrûm kirinê û heya niha bê dewlet mane.

Her weha di raporta xwe de kanala ARTE behsa damezrandina PKK û kesayetiya Ocalan û jiyan û destpêkirina şer dike û amaje bi qurbaniyên 30 salên borî li tirkiyê û gerîla kiriye.

Di nava wê beşê de jî behsa rola serok Mam Celal dike ku di serdema serokê Tirkiyê Turgot Ozal de bi berdewamî hewl daye bo nêzîkkirina Tirkiyê û PKK û ragihandina agirbestê û anîna aştî û çareseriya kêşeyan, her weha behsa konferansa rojnamevanî a li deşta Bîqaa a Libnanê  ya sala 1993`an jî weku nimûneya wan hewlan dike.

Piştre jî behsa şikestina wan hewlan û bawerbûna Ozal bi çareseriya pirsa Kurd dike û berdewamûbûna wan aloziyan ku bi taybetî piştî mirina Ozal xistiye berbiçav.

Her di raportê de axaftinekî Ehmed Turk belav kiriye ku dibêje: Dema ozal mir, ez û Mam Celal li Moskoyê di otomblê de bûn em diçûn bo nanxwarinê. Ew mirin liba me cihê gomanê bû.

Di raportêde çend kesayetiyek ji grupa qeyrana navdewletî û rojnamevan û siyasetmedarên Tirk jî têde diaxivin û çîroka alozbûnê û siyaseta Tirkiyê û şoreşê û Abdula ocalan vedipêjin.

Di beşekî din ya raportê de behsa destgîrkirina Ocalan û vegerandina wî bo Tirkiyê û zîndanîkirin û alozbûna zêdetir ya rewşê û zêdebûna nakokiyan û bilindbûna şer û pevçûnan û karvedanên Kurdistaniyan li Ewrupa jî hatiye kirinê.

Beşekî din ya raportê li ser derketina DAIŞ hatiye terxan kirin û bi nexşe û dukumênt dewleta terorîst a îslamî û êrişên wê ên hovane aniye ziman û bi taybetî piştî girtina Musilê û piştî êrişkirina ser navçeya Şengalê û ew karesata ku bi ser Kurdên Êzîdî ve anîne di heman demê de amaje bi rûbirûbûna hêzên pêşmerge ên Kurdistanê û têkşikandina wê hêzê dike.

Beşekî din ya raportajê bo şerê li Kobanê terxan dike û bi dukomênt û raportaja xwe rasterast li gel şervanên YPG /YPJ li nava Kobanê û dîdar û şeran tomar kirine û behsa berxwedana şervanan û pêşmerge û jinên Kurd dike, ku destanekî bêwêne di şerê li dijî DAIŞ tomar kirine dike.

Li Bexdadê cadeyek bi navê Mam Celal
11/5/2015

Lijneyekî parlemana Êraqê bi rêya nivîsekê daxwaz ji emanetiya bajarê Bexdadê kiriye ku navê Mam Celal li cadeyekê bikin.

Li gor nivîsa lijneya rewşenbîrî û ragihandin ya parlemana Êraqê ku ji PUKmedia`yê re hatiye şandin têde hatiye ku lijneya wan pêşniyara parlemanterê fraksyona Kesk Arêz Ebdula gihêştiye wan ji bo binavkirina cadeyeke bajarê Bexdadê bi navê Serok Mam Celal.

Lijneyê di nivîsa xwe de ku arasteyî emaneta bajarê Bexdadê kiriye daxwaz dike weku rêzgirtin li rol û serweriya Serok Mam Celal, cadeyeke Bexdadê bi navê wî bê binav kirinê.

Lijneyê ew jî ragihandiye ku: Weku sembolek bo serok Mam Celal û rêzgirtin ji ew rihê fedayî yê Kurd beramber bi rêjîma dîktatoriyetê û kûrbûna rihê biratiya Kurd û Ereb , em bi pêwîst dizanin ku yek ji cadeyên bajarê Bexdadê bibe bi navê yek ji ew serkirdeyên ku li dijî rêjîma dîktatorî yê li navçûyî xebat kirine.

Qahîra: Çapa siyamîn ya pirtûka li ser Mam Celal derket

Serokê Navenda Xwendina Kurdî ya Qahîrayê EbdulFetah di barê girîngiya kesayetî û rola serok Ma Celal de, aşkire kir ku rêber Mam Celal kesayetiyeke pir girînge û cihê rêz û pêzanînê ye lib a siyasetmedar ûş rewşenbîr û ronakbîrên Misrê, ji ber kar û xebat û lebat û rola wî ya pir mezin ku di parastina yekrêziya Êraqê de dîtiye ye ev yek jî bûye sedema girîngdayîna wan ji rêber Mam Celal re.

Çapa siyemîn ya li ser serok Mam Celal (Nêrîna Misrê) derket Navenda Qahîra ya Xwendina Kurdî cape siyemîn ya pirtûka Nêrîna Misrî derbarê erok Mam Celal de hat weşandin.

Di wê bare de, serokê Navenda Xwendina Kurdî li Qahîreyê Ebdulfeteh ragihand ku herdu çapên yekemîn û duyemîn  yên pirtûkabi navnîşana  (Nêrîna Misrê) ku ji aliyê Adil Murad ve hatiye nivîsandin li Silêmaniyê hatine çapkirin û ya siyamîn jî li Qahîreyê derket.

Ew pirtûk piştî vegera serok Mam Celal ji derve bo axa welat piştî ku rewşa tenduristiya xwe baştir bû, li ser nerîn û dengvedanên erênî û rola serok Mam Celal ya cemserî û nediyarbûna kesayetiya wî li meydana siyasî ya Êraqê ku çawa bi nerênî vegeriya li ser wî welatî, ew pirtûk ji aliyê endamê damezrêner yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hevalê nêzîkî serok Mam Celal heval Adil Murad ve hatiye nivîsandin û rewşa Êraq û rola mezin ya serok Mam Celal dide nasandin.

Fetah aşkire kir ku rêber Mam Celal kesayetiyeke pir girînge û cihê rêz û pêzanînê ye lib a siyasetmedar ûş rewşenbîr û ronakbîrên Misrê, ji ber kar û xebat û lebat û rola wî ya pir mezin ku di parastina yekrêziya Êraqê de dîtiye ye.

Her weha EbdulFeteh dazanîn ku Navenda Qahêr ya Xwendina Kurdî, wê di demeke bê de, semînarekê li ser wê pirtûkê û rola rêber Mam Celal gotûbêjan bike û wê di wê semînarê de, komeke mezin ji siyasetmedar, lêkolînvan, ronakbîr,ragihandvan û rewşenbîrên Misrî û Kurd û Ereb tê de amade bibin û wê piştre jî dest bi îmzeyan bê kirin.

Pirtûka 'Diblomasiya Talebanî di Êraqa nû de'

Pirtûkek bi navnîşana 'Diblomasiya Talebanî di Êraqa nû de' ya nivîskar û nûnerê firakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat capkirin.

Parlemantar Bextiyar Şawîş di daxuyaniyekê taybet de ji PUKmedia re ragihand: Pirtûk bi zimanê Erebî hat belavkirin û tê de behsa Diblomasiya serok Mam Celal di Êraqa nû de tê kirin, û herwiha behsa şiyana serok Mam Celal di çareserkirina kirîz û pirsgirêkan û nêrîna wî ya kûr û dûr tê kirin.

Eşkere jî kir pirtûk li ser hemû parlemantaran hat dabeşkirin û teva kêfxweşiya xwe derbarê wê ragihandin ku behsa siyasetmedarekî şanaz dike

Silêmanî; Nasandina pirtûka (Remana Mam) birêve çû

Pirtûkeke derbarê reman û xebatên serokê nemir Mam Celal de derket.

Di roja yekşemê 7-1-2018`an, demjimêr 1; 30 bi dema Kurdistanê, li salona Kurdistanî New, merasîma nasandina pirtûka ku ji aliyê nivîskarê navdar Stran Ebdulah ya  bi navê (Ramana Mam) hatiye amadekirin, birêve çû.

Pirtûka Ramana Mam derbarê bîrdoz û remanên serok Mam Celal de ye, ew nivîsên ku di rojnameya Kurdistanî new de dihatin weşandin, bi boneya salvegera 26`mîn ya damezrandin û derketina rojnameya Kurdistanî New, di hola Kurdistanî New de, ya li avahiya Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, bi rêve çû..

Pirtûka Bîranînên Mam Celal bi erebî derket

Pirtûka Bîranînên serokê rewanşad nemir Mam Celal bi erebî jî derket.

Ji Eldar Elerebiye-Naşîron, pirtûka bîranîna serokkomarê Êraqê berê yê nemir rewanşad serok Mam Celal bi navnîşana (Geştek ji çiyayên Kurdistanê ber bi Koşka Selam) bi 571 rûpel û bi çapeke rêkûpêk ku derbarê jiyannameya yekek ji girîngtirîn siyasetvanên Êraqê di dîroka nûjen de dike belgeh.

Nivîskarê bîranînên serok Mam Celal Selah Reşîd ku yekeke ji kadroyên li pêş ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê bû, bi awayekî gotûbêjên rojnamegerî ku 15 salan dirêjkirî, beriya 2 salan bi zimanê kurdî , zeraveya Soranî weşandibû, lê piştre jî, ji aliyê nivîskar û rojnamevan Şêrzad Şêxanî ve ji bo zimanê erebî hatiye wergerandin û weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku serok Mam Celal li sala 1933 li gundê Kilkan ya girîdayî navçeya Koyê ya Başûrê Kurdistanê piştî xebat û tekoşîna dûr û dirêj ji çiyayên Kurdistanê derbasî koşka serokkomariya Êraqê bû.

Ji sala 2006`an heya 2012`an ji bo du xolên serokatiyê hate hilbijartin lê mixabin ji ber lêdana celateya mêjik ku pir giran bû, heya roja 3-10-2017`an koça dawî kir û di roja 6-102017`an ji almanyayê termê nemir anîn Silêamniyêû li nêzîk mala wî girê Dabeşanê bi axê hat spartin.

Pirtûknameya Celal hat dabeşkirin....

Semînareke li ser nêrînên rewşenbîrên Ereb bo Mam Celal birêve çû.

Îro roja sêşema 4-12-2018`an, di salona Kurdsitanî New de, semînarekê derbarê pirtûknameya li ser nerînên rewşenbîrên Ereb derbarê rol û kesayetiya serok Mam Celal bi navê ((Celal)) hat li dar xistin.

Ew pirtûknameya ji aliyê her du rojnamevanan Helo Hesen û Aryan Mihemed ve hatiye amadekirin û semînar birêve birin ku derbarê nêrîn û dîtina rewşenbîr û ronakbîrên Ereb li ser kesayetî û rola serok Mam Celal ya dîrokî ye.

Hêjay gotinêye ku Salona Kurdistanî Nûh bi serpereştiya nivîskar û Rojnemenûsa bi navûdeng yê Kurd birêz Stran Ebdulla ku berpirsê saziya Xendanê yê berê û Sernûserê Rojnameya ê Kurdistanî Nû yê niha ye ku rojane bi zamanê Kurdî tê derkirin .

Di destpêka wê semînarê de, sernûserê Kurdistanî New Stran Ebdula bi kurtî derbarê wê pirtûknameyê de, wiha zelalbûnek pêşkêş kir. Her weha ku ew pirtûknameya ji aliyê herdu rojnamevanên kurd ve hatiye amadekirn û Kurdistanî New jî bi erkê xwe zanî ku alîkariya wan her du rojnamevanan bike tako ew pirtûknameya bê çapkirin û dabeşkirin.

Her weha piştre jî her du rojnamevanan derbarê asmadekirina pirtûknameyê de, şiroveyên xwe bi zelalî anîn ser ziman ku ew kesên ku hevdîtin li gel serok Mam Celal encam dane hejmara wan dike 48 kesan ku derbarê rola serok Mam Celal li cîhana Erebî û xizmetkirina bi diyaloga kurdî erebî û ew kesên ku dêîdarên xwe bi Mam Celal re kirine, ji welatên erebî ne wek Misir, Tunis, Libnan, Kiwêt û nevxweya Êraqê û ew kes piraniya wan nîştichê Emerîka û Ewropayê ne.

Di şiroveyên xwe de, her du rojnamevanan aşkire kirin ku di wê pirtûknameyê de, nêrînên Ereban ji bo Mam Celal xistine rojevê , her di wê çarçoveyê de, ne tenê em bibêjin ew kesanê ereb ku hevdîtin bi Mam Celal re kirine dost û hevalên nêzîkî serok Mam Celal bûn, lê ew berê pir caran jî nakokderê bîrdozên Mam Celal bûn.

Her weha hindek ji wan kesan jî, nêrînên xwe ji bo amadevanên wê semînarê anîn ser ziman û rola Mam Celal û kesayetiya wî di diyaloga Ereb û Kurd de pir bilind nirxandin.

Her weha tê zanîn ku heta niha di salona Kurdistanî nû de, bi sedan semînar û kurrên cuda cuda derbarê nasandina pirtûk û kovar û berhemên nivîskar û hunermend û ronakbîrên kurd û Kurdistanê hatine lidarxistin û hin jî dewam dike ku bê cudayîtî deriyê salonê ji hemû rewşenbîr û nivîsdkar û ronakbîrên cuda cuda li her çar aliyên Kurdsitanê re vekiriye.

Ji ber nêrînên şaş, Pol Brîmr jî lêborîna xwe ji Mam Celal xwestibû...

Humer Şêxmûs ragihand; Pol Brîmr lêborîn ji Mam Celal xwest

Di semînar û merasîma nasandina pirtûka Dîdar û Dîdgeh yê nivîskar û siaysetmedarê dêrînê kurd Humerê Şêxmû de, hat zanîn ku Hakimî sivîl yê Amerîkayê li Êraqê piştî proseya azadkirina Êraqê ji destê rêjîma dîktetora Êraqê , piştî ku di pirtûka xwe ya bi navnîşana Salekê li Êraqê 2013, ku derbarê serkirdeyên kurd ên li Êraqê nêrînên xwe nivîsî bû, ku navê Mam Celal jî tê de bû, lê piştî ku wî Serok Mam Celal dît, lêborîna xwe jê xwest, ev yek ji aliyê siyasetmedarê dêrînê kurd Humer Şêxmûs ve di salnoa Kurdistanî New de hat aşkire kirin û şirove kirin .

Hêjayî gotinê ye ku Îro roja şemiyê 20-10-2018`an, li bajarê Silêmaniyê di Salona Kurdistanê new, dîdar û dîdgeh ji aliyê siyasetvanê dêrînê kurd û endamê desteya damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Humer Şêxmûs ve hat nsandin û di heman demê de, rastiya girîngî û kesayetiya karîzmeya Serok Mam Celal û lêborîna ku hakimê Amerîkî Pol Brîmir li Êraqê aşkire kir.

Kesayetiya Mam Celal di çapemeniya Ewrûpî de
9/1/2013
Çapemeniya Belcîkî û Holendî qadek berferh daye nûçeyên li barê cenabê Serok Mam Celal.

Rojnameya NOS nûçeyek li barê tendirustiya Serok Mam Celal belav kiriye û ê de teqez kiriye ku tendirustiya Mam Celal cîgire û daye zanîn ku rola Mam Celal ji bo yekîtiya Êraqê gelekî giringe, her weha bal kişandine ser nakokiyên li başûrê Êraqê ya di navbera Sune û Şî`eyan, û diyarkirine ku navçeyên Herêma Kurdistanê ku cihê Serok Mam Celale di warê ewlehiyê de seqamgîre.

Rojnameya (Folx Grant) jî bi manşêta “Serok Talebanî roleke xwe ya giring di siyaseta Êraqê de heye” belavkiriye û bal kişandiye ser rola wî ya bihêz di çareserkirina pirsgirêkên navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê.

Her weha rojnameya (De Telegraf)ê ya Holendî jî nûçeyên ser hev li barê tendirustiya Serok Mam Celal belavkiriye ûrojname weha dinivîse: Tendirustiya Serok Talebanî berve başiyê ve diçe ûcîgire û di heman demê de balê dikşîne ser rola Serok Mam Celal ya karîger li Êraqê û navçeyê.

Ji aliyê xwe rojnameya (AD) raporek li ser Serok Mam Celal belavkiriye ku ji ajansa (ANP û AFP)`yê wergirtiye behsa giringiya rola Serok Mam Celal dike.

Radyoya (BNR) ku îzgeya herî binavûdenge li Holendayêye hejmarek nûçe li ser rola Serok Mam Celal ya giring û bkarîger li Êraqê belavkiriye.

Her weha govara (ELSEVIER) û rojnameya (Parool) û malpera (ND) wek rojname û govarên dinê nûçeyên berdewam li barê tendirustiya Mam Celal û rola xwe ya giring li Êraqê belavkirine.

Televizyona (RTL4) jî balkişandiye ser bandora Serok Talebanî li ser proseya siyasî li Êraqê.

Rijnameya (Mitro0 jî nûçeyên derbarê tendirustiya Serok Mam Celal belavkiiye û têde weha hatiye: Talebanî kesayetiyekî cudaye, hêza wî ji ezmûna têkoşîna xwe ya kevin tê û bandora wî li proseya siyasî li navçeyê bigiştî heye.

Ji aliyê xwe ve rojnameyên Belcîkî ragihandine ku Mam Celal kesayetiyekî aqilmende û giringe.

Malpera rojnameya (DMorgen) ku Belcîkî ye û bi zimanê Holendî belav dibe behsa rola Serok Mam Celal a giring û bandor ji bo lihevnêzîkirina pêkhateyên Êraqî kiriye.

Rojnameya (De Standard) a Belcîkî jî nûçeyên derbarê Serok Mam Celal belav kiriye û têde weha hatiye: Talebaniyê Kurd û Serokê Êraqêyeû sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û rola xwe ya berbiçav di çareserkirina kêşeyên siyasî de heye.

Malpera (HLN) a Belcîkî jî du nûçe li barê Serok Mam Celal de belavkirine û bal kişandiye ku Serok Mam Celal kesayetiyekî xwedî ezmûn û giring û hişmende.

Nameya cîgirê serokê Amerîka John Baydn ji bo Mam Celal


John Baydn;"Tu niştimanperwerekî mezin yê Êraqêye"

9/1/2013

Cîgirê serokê wîlayetên yekgirtûyê Emrîka nameyek arasteyî Serok Mam Celal kir û têde daxwaza başbûna bilez bo cenabê Serok Mam Celal kiriye û giringiya vegera rêzdarî bo welat û pêwîstiya rola Mam Celal di pêşkeftina Êraqê aniye ziman.

Eve deqa nameyêye:

Rêzdar Celal Talebanî

Serokomarê Êraqê

Cenabê Serok…Ez gelek xembarbûm dema min bihîst ku rastî neruhetiya tendirustiyê bûye, lê belê bi kêfxweşî me nûçeya başbûna tendirustiya we bihîst, ewe jî alîkarbû bo çûyîna we bi mebesta çareseriyê bo Almanyayê. Tikaye bi bê dudilî min agahdar bike ger ez bikarim her hevkariyekê pêşkêş bikim. Pêwîstiya Êraqê bi weye ku tu vegere bo cihê xwe heye.

Her dem we şiyana xwe bo yekxistina rêzan neku belavbûn û parçebûnan û we teqez bû ku tu dengê mafî û her tim we maf bilind kiriye.

Carekî din li çend hefteyên borî we rolekî karîger û gelek giring dît li çespandina aştiyê, her tim me û hemû Êraqiyan di wede me dîtiye.

Di heman demê de piştevaniya te bo hevbeşiyekî berdewam û çespandî li gel Emrîka bê sînorê bû, ew karê min û te bi hevre me kirî bo çespandina rêkeftina kûr di navbera her du welatên me de yek ji karên herî giring yê minin di karwana pîşeyî ya jiyana min de.

Tu niştimanperwerekî mezin yê Êraqêye û dostekî rasteqîne yê Emrîkaye.

Hevalê min xwezyarim ku tu zû baş bibe.

Dilsozê we Jozêf Baydin

21/12/2012

Têbînî: Tikaye hevalê minî ezîz baş bibe, pêwîstiya me bi te heye, niştimana pêwîstî bi te heye, tu peyakî jîrî.

Babil: Dibîstana (Mam Celal) hate vekirin
7/3/2015

Li bajarê Hile ya navenda parêzgeha Babilê dibîstanek seretayî ya keç û xortan bi navê (Dibîstana Mam Celal) ku ji bo zarokên aware yên Musilê û Tileferê ye hate vekirin.

Mamosteyekî dibîstanê bi navê Xesan Şelaş ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Ev dibîstan sala borî di meha cotmehê de bi awayekî modern û pêşkeftî jibo xwendekarên koçberên bajarê Musilê û Tileferê hate ava kirin.

Li ser navlênana dibîstanê bi navê (Mam Celal) jî Şelaş got: Ev nav ji hezkirina ji serok Mam Celal hatiye. Serok Mam Celal kesayetiyek niştimanperwer ya hêja ye û ew girêdayî rêbaz û fikrên wî ne.

Mamoste Xesan, bal kişand ser rola parlemanter û serokê lijneya hindekariyê ya bilind li parlemana Êraqê, Dr. Şêrko Mengurî ser bi fraksyona YNK`ê ji bo parastina wî ji mafên xwendekaran re bi bê cudahî.

Rojnamevanê navdarê Birîtanî serdana Mam Celal kir    

Îro 15/3/2015 danê pêş nîvro, serok Mam Celal li baregeha xwe ya taybet li Silêmaniyê pêşwazî li rojnamevanê navdar ê Birîtanî û dostê kevn Cîm Mîwer  kir.

Di hevdîtinê de Cîm Mîwer kêfxweşiya xwe anî ziman ku carekî din bi hevdîtina Serok Mam Celal şad bûye bi taybetî ku tendirustiya xwe gelekî başe û berve pêşveçûnekî berdewam de ye.

Serok Mam Celal bi germî bixêrhatina ew dostê xwe yê kevin û dostê gelê Kurd kir ku di rojên zehmet de çewsandin û karesatên gelê Kurdistanê û serkeftinên hêzên pêşmerge ên Kurdistanê digîhande cîhanê, bi taybetî bombardumana Helebçe bi çekên kîmawî û ew komkujî û dema reva mezin a milyonî ya gelê Kurdistanê ya sala 1991 piştî raperîna adarê, di wê salê de ku bi xwe hatibû Kurdistanê û li gel Serok Mam Celal li behdînanê ta navçeyên Silêmanî û rasterast şerê Ezmer gîhande ajansên cîhanê.

Di wê hevdîtinê de rojnamevanê navdarê Birîtanî Cîm Mîwer piştî spasîkirina ew pêşwazî û mêvandariya germ a serok Mam Celal û bilind nirxandina rola serekî ya rêzdarî di qonaxên cuda cuda ku niha jî pêwîstiya navçeyê pê heye, her weha bal kişande ser serkeftinên hêzên pêşmerge û bi giring wesf kir ku çendîn navçe ji terorîstên DAIŞ paqij kirine.

Li dawiya hevdîtinê jî bi germî rojnamevan Cîm Mîwer  hate birêxistin, Mîwer jî daxwaza leşsaxiyê û selametiyê bo rêzdar Mam Celal xwest û hêviya xwe anî ziman ku hevdîtina wî ya bêde çavpêkeftineke rojnamevanî be.

Nêrîna Firansayê ji rola Mam Celal re..

balyozê Firansa li Êraqê Mark Bêrtî her wiha bal kişand ser bi rola girîng a serok Mam Celal di damezrandin û pêşxistina peywendiyên di nav ber Êraq û Firansa de û Firansa û Herêma Kurdistanê de ji aliyekî din ve, Bêrtî tekez li ser wê yekê kir ku ev peywendî di encama peywendiyên dîrokî yên serok Mam Celal ligel kesayetî û hêz û navendên çandî û siyasî yên Firansa de pêşketin, her wiha çexit li ser peywendiyên giştî yên gelê Kurdistanê û gelên Firansa bi hev ve girêdidin kir û da xuya kirin ku roj bi roj ev peywendî berve pêşve diçin.

Balyozê Firansa her wiha serdanên serok Mam Celal di heyama tekoşîna li dijî rêjîma dîktetor û piştî bû bi serok komarê Êraqê jî bibîr anî, bi teybet serdana serok Mam Celal a di sala 2009`an de ku di encamê de hejmarek ji rêkeftinên girîng  di navbera Êraq û Firansa de hatine mor kirin.

Bêrtî ji aliyekî din ve bal kişand ser bi piştgirî û piştevaniya ku Firansa pêşkêşî hêzên Êraqê dike û bi teybey hêzên Pêşmerge û şerê hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞ birêve dibin berz nirxand, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku dê Firansa berdewam be li ser piştgirî kirin li hêzên pêşmerge û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bû penaberan.

Balyozê Firansa ji aliyekî din ve da xuya kirin ku Parîs hewldide li ser astên cuda peywendiyên xwe li gel Êraq û Kurdistanê bi hêztir bike û her dem bang li welatiyên Firansa dike taku serdana Kurdistanê bikin, ji ber ku Kurdistanê pêşketinek berbi çav jiyan dike û da xuya kirin ku ev pêşketin di encama berhem û xebata Serok Mam Celal de derketî holê.

Rojnameyek: Mam Celal peyayê dosyeyên zehmete

24/7/2014

Rojnameya Beyan a Îmaratî di raportekê de behsa giringiya vegera serok Talebanî bo Êraqê dike.

Rojname dibêje: Vegera Mam Celal dibe fakterek bo vemirandina agirê li qadên siyasî yên Êraqê ku di piştî Mam Celal serî hildabûn.

Beyana Îmaratî di raporta xwe de behsa wê yekê jî dike ku vegera Mam Celal dê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdadê kêm bike, çûnkî Mam Celal bi rihekî niştimanperwerî hewl bo çareserkirina nakokiyan bi rêya yasa û desturê dide , bi tayybet jî pirsa navçeyên veqetyayî yên Herêma Kurdistanê û maf û çaraxwe nivîsînê.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî dike û dibêje: Êraq bi rewşekî nelibar de derbas dibe , serok Mam Celal jî rolekî xwe ya mezin bo çareserkirina kêşeyên heye ji ber ku pêgehekî xwe ya taybet liba hemû serkirdeyên Êraqê heye. Ji ber vê jî dikare hemû girêkan veke

Nêrîna sekreterê rêxistina Sosyelîst a Nevnetewî Liwîs Eyela wiha bû...

Serketerê giştî yê  rêxistina Sosyelît a Nevnetewî Liwîs Eyela di nameyeke xwe ya pîrozbahiya 38`mîn salvegra damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ragihandibû; Rêzdar serok Mam Celal ji aliyê rêxistina Sosyelîst a Navnetewî ve bi xebata xwe û tevgera xwe a ji bo doza Kurd tê naskirin, û diyar kir ku bi xebta Mam Cela tegera Sosyelîs a Navnetewî bo qada pêşkêş kirine daxzwazên rewa yên Gelê Kurd li cîhanê.

Mam Celal di nêrînên Rojavayê Kurdistanê de jî wiha bû...


Rêxistina Hawarê 40’mîn salvegera YNK’ê li Mam Celal pîroz kir
2/6/2015

Bi hekefta 40’mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Rêxistina Hawar ya Mafên Paneberên Kurd-Sûriye, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi taybetî li sekreter wê serok Mam Celal dikin.

Ev jî deqa wê nameyê ye:

Em wek Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Sûriye bi helkefta 40`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi dilekî xweş û geş li tevahiya dost, alîgir, kadro û berpirs û bi taybet mamoste û endazyarê şoreşa nû ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê serokkomarê Êraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, rêzdar serok Mam Celal pîroz dikin.

Weke tê zanîn ku bi rêbertiya serok Mam Celal di rojgarekî herî zehmet de û di qonaxeke gelek dijwar û metirsîdar de û di rojgara piştî dawîbûna şoreşa îlonê de. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, hate damezrandin.
Weke em dizanin partiyên mîna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ku xwedî rol û bandoreke mezinin di asata meydana siyasî û dîplomasî ya Kurdistanê de, ev cihê rêz û rûmetê ye.

Em bi zelalî û reşkavî jî diblêjin ku rola serok Mam Celal di alîkarî û destekdayîna şoreşên parçweyên din ên Kurdistanê de, pir bilind û li ber çav e. Serok Mam Celal dikarî xwedî li kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî derkeve û xwe bi nêzîktirîn kes ji wan re dît û bi tevgerên wan parçeyên Kurdista\nê re çi bi nihênî û çi bi aşkireyî her dost bû.

Her derbarê alîkarkirina parçeyên din ên Kurdistanê de jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di proseya aştiya ku li Bakurê Kurdistanê de, xwedî roleke çalak e û ji sala 1993’an ve serok Mam Celal ew rol dîtiye taku îro piştî 22 salan encam hat girtin.
Her weha di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistana jî serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, xwediyê helwesta neteweyî bûn û niha jî berdewamin li ser wî rêbazê .

Di helwesta serok Mam Celal û YNK`ê yê derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê de, em xweşdilin ku heya niha alîkare û çi hatiye xwestin ji erkên xwe li hemberî penaberan bicî aniye û em destxweşiyê li helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî her tim piştevaniya têkoşîna demokrasiyê li Kurdistana Rojava kiriye, û bi tundî em alîgiriya îrade û serwerî û biryara sîyasî ya yekgirtî yê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Her qweha ji bo rizgarkirina Kobanê ji destên çeteyên DAIŞê, serok Mam Celal û YNKê xwedî roleke dîrokî û pir girîng in ku di rewşeke pir awerte de, dikarîn bawerî bi Amerîkayê bikin tako bi riya firokeyan çek û teqemenî bişînin ji YPG-YPJê re û tirezuya şer yekser guhertin bi wê alîkariya ku Mam Celal şandiye re.

Ji bo wê jî careke din em Em wek (Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Sûriye), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi taybetî li sekreter wê serok Mam Celal dikin û bi hêviya tenduristiyeke baştir in ji serok Mam Celal re dixwazin û serok Mam Celal ji bo piraniya gelê kurd wek sembola neteweyî kurd e, dîsan em sekeftin û serfirazî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd re dixwazin.

Nêrîna Şêx Alî derbarê rola serok Mam Celal de...

Serkirdeyê Kurd Sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratî a Kurd li Sûriyê Mehyedîn Şêx Alî ku di roja 5/6/2013 daxuyaniyeke taybet dabû PUKmedia`yê wiha axifîbû:“ tu rojan helwestên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  û Sekerterê wê yê Giştî serok Mam Celal Talebanî ne teng bûn û bi tenê di nava xwede bûne, lê her dem xwediyê helwestên zalal bûn  û ji diyalokê û danûstandinê re jî vekirî bûne, her dem helwesta YNK`ê ji hemû Olan û mezhaban û Êlan re yek bû, parastina berjewendiya jiyana rojane ya gel dikir, her bê dudilî parastina mafên jinê dikir, YNK`ê her dem hişyar bû ku rêza gelê Kurd û Kurdistanê yek bixe.

Di derbarê peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Serok Mam Celal digel gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, Sekerterê Partiya Yekîtî a Demokrat di  nav axaftinên xwe de got : “Ligel hemdemiya min ji dema damezrandina YNK`ê re û şopandina helwestinê wê û hevdîtinên ku min ligel serkideyetiyên YNK`ê û Serok Mam Celal re lidarxisitine, diyar bû ku her dem Yekîtiya Nîştimanî piştgîriya doza gelê Kurd ya rewa li Sûriyê dikir”, her wiha  bal kişand ku sazî û dezgehên YNK`ê bi belavkirina gelek pirtûkan û helbestên Kurdî di nav bera gelê Kurd de, xwediyên rolekî giring bû di belavkirina çanda Demokrasiyê û Nîştimaniyê de li Kurdistanê , her çiqas di wê demê de ev yek jî tiştekî zor û zehmet bû

Ji Rojavayê Kurdistanê jî, wiha di derheqê kesayetiya serok Mam Celal de nêrçnên xwe anîne ser ziman, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di peyameke xwe ya ji bo serxweşiya koça dawî ya serok Mam Celal de wiha got; Em di wê baweriyê de ne ku YNK`ê ew hêza xwe ya dewamkirina xeta welatparêziyê ku Celal Talebanî dest pê kiribû, dewam bike.

Serokê encûmena zagonan ya kantona Cizîrê Hekem Xelo jî gotibû; Serok Mam Celal wek rêberekê mezinî gelê kurd û Kurdistanê bû, em xebata wî bibîrtînin û emê di warên kirdarî de, bicih bikin ji ber ku wî tekoşêna rizgariya neteweya kurdî ji bo tevahiya gelê kurd kir.

Di nêrînên part û rêxistinên Başûrê Kurdistanê Mam Celal jî wiha bû...

Ji aliyê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî ve jî wiha di peyama koça dawî ya serok Mam Celal de hatibû weşandin; Ji dest dana Serok Mam Celal wendahiyeke gelek mezine ji bo tevahiya xelkê Kurdistanê, ji ber ku rola xwe di her warekî de ron û girîng û li berçav bû.

Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Kurdistanê Şêx Celal Xêlanî pê de çû û got; Serok Mam Celal ji aliyê hemû xelkê Êraqê ve tê hezkirin û xwedî ciheke teybete, serok Mam Celal ne malê bi tenê aliyekî ye ew malê her kesî ye û her kes bi baştirbûna rewşa tendirûstiya wî, dil şad û bextewer dibe.

Xêlanî di dirêjahiya axivtinên xwe de wiha zelalkir; Serok Mam Celal hemû jiyana xwe bexşî welat û gel kir û herdem parêzvanê zanayên olî bû û gerantiya ewlehiya Êraqê bû û bavê hemû xelkê Êraqê bû.

Berpirsê komîta Fetwa mamoste Ehmed El-Şafi`î jî got: Ne bi tenê li ser asta Kurdistanê li ser asta seranserî Êraq û navçeyê Serok Mam Celal ji bo hemû qonaxan kesayetiyeke girîng û bi bandor bû û herdem pêdiviya me bi têbînî û perspektîfên wî yên bi nirx heye.

Ev bersiva Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pirsekê ku roja pêncşemê 13 /3 / 2014`e di kongireyeke rojnamevanî de,  li Hewlêrê ku têde Helebçe şehîd Parêzgeha çaremîn li Herêma Kurdistanê hate ragihandin bû.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pesna rol û serfiraziyên Serok Celal Talebanî kir û got: Nebûna Serok Mam Cela bi teybet di vê qonaxê de bandoreke xwe ya giran  hebû ku rê li ber gelek pirsgirêkan vekir, bi teybet pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federa de, her wiha di navbera hemû pêkhateyên siyasî yên Êraqê de, ji ber ku Serok Talebanî ew navend bû ku hemû aliyên siyasî bi henû regên xwe li dorê kom dibûn.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku nebûna Serok Talebanî rê li ber serokwezîrê Federal Malikî vekir ku desthilatdariyê bi tena xwe li Êraqê birêve bibe û biriyarên bêheq lidijî Herêma Kurdistanê bide, ji ber vê yekê nebûna Serok Mam Celal bandora xwe li ser hemû gelê Êraqê kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî din got: Ez ji dil ve hêvîdarim ku Serok Talebanî di demeke nêz de bi tendirustiyeke baş vegere, ji ber ku ew kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkan ne û hemû aliyan her çendê ji hev cudane lihev kom dike.

Axivtin û nêrînên endam û serkirdeyên YNKê ji bo Mam Celal wiha bû...


Dr. Fuad Masum: Taybetmendiyên Serok Talebanî liba her kesî nîne

22/11/2013

Serkirdeyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Fuad Masum ragihand ku, kesê ku dema pêş bibe emîndarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dive xwe ji Partiyê re vala bike û çê nabê di heman demê de serokomarê Êraqê be wek rewşa Mam Celal.

Dr. Faud Masum di hevdîtina xwe ya di bernameya (Noqte Nîzam) a ku li ser kanala Erebiyê tê weşandin de ku wê îro roja înê bête belav kirin got: Yek ji sedmenê kêşeyên me ewbûn ku Mam Celal hem emîndarê giştiyê yê partiyê bû û di heman demê de jî serokomar bû, ji ber vê jî zêde ji bo partiyê vala nebû weku berê.

Serkirdeyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Fuad Masum diyar kir ku: Kesê ku cihê Serok Mam Celal wek serok partiyê bigre heman desthilata wî nagire. Eve jî jiber ku Talebanî xwedî dîrokek dirêje a xebata wî ye û ew damezrênerê serekî yê partiyê ye.

Fuad Masum ev yek jî aşkira kir û got: Talebanî di dirêjahiya hebûna xwe wek emîndarê giştî yê YNK tu carî di çi kêşeyekê de û yan bo tu kesî nebuye teref. Ji bo vê jî zehmete kesekî bi heman taybetmendiyan û heman desthilata ku liba Mam Celal hebûye hebe.

Dr. Fuad Masum teqez li wê yekê jî kir ku heya niha Serok Mam Celal emnîdarê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanêye û kesî xwe jibo posta wî çi ji bo partiyê yan bo dewletê kandîd nekiriye.

Serokkomar di kongireyeke rojnamevanî de ku di roja 27-10-2018`an de li ser mezara serok Mam Celal hatibû lidarxistin têda ragiahnd: Serok Mam Celal rêberekî dîrokî û serkirdeyekî serkevtî û bi lîmet bû, tekoşerekî xweragir û pêşmergeyekî wêrek û zîrek bû, dewletmedarekî mezin bû.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih dazanîn: Mam Celal ji bo min jî, mamoste û xwediyê min bû, ew bîranînên Mam Celal kok ji bîra min naçin, ez bi sayê Mam Celal gihîştim vê rojê.

Dr. Berhem aşkire kir ku îro pêwîstiya me pir bi siyaseta Mam Celal heye û pêwîste em hemû bi hev re sûd ji ezmûna siyasî ya Mam Celal wergirin û em kar û xebatê bikin tako em wefadarê Mam Celal bin.

Bêgerd Talebanî bi navê firaksyonê axivî û da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve bi başbûna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal û hevdîtina ligel gelekî dilxweşin û got: Ji bo me ligel serok Mam Celal , rêberê pêşverû, damokrat û zagonperwer hevdîtin lidarxistin rojek dîrokî ye, em şagirtê serok Mam Celal`in li ser riya wî dimeşin, di xebata me ya di nav parlemanê de em ji dibistana we sûd werdigrin, û em vê yekê weku çawa me di bangeşeya hilbijartinan de soz da ku em di hemû waran de, çi di warê pêşkêşkirina projeyesayan de be, yan bi rêxistinkirina jiyana siyasî û civakî be yan di warê cîbicîkirina nirxên demokrasiyê be û cîbicîkirina daxwazên gelê Kurdistanê be, li ser rêbaza YNK`ê bin û pêve girêdayî bin, dikin.

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar jî di barê kesayetiya serok Mam Celal de wiha gotibû; Sengerê demokrasiyê li kuderê dibe Yekîtî jî her li wir e û bi çawtî li YNK`ê têghîştin pir dirêj nebû ku ji her kesî re aşkire bû ku serok Mam Celal weke sembol û pêwîstiyekî dîrokî deket holê. Ji bo wê yekê jî, mehale ku bi bê YNK`ê ti biryarên çarenûsaz çi li Êraq û çi li Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Seroka Yekîtiya Jinan a Kerkûkê ya YNK’ê Lava Zengene:

‘’Mam Celal xwedî li wan saziyan derdiket ku xwedî li aştî, biratî û azadiyê derdiketin. Bi gotina, ‘ez na parêzer, parêzerê jinan im’ nîşan dide bê ka çi qasî nirxê bi jinan dide. Kesayatiyeke rêber ê wiha bû ku cihê wî nayê dagirtin. Ti kesek nikare şûna wî bigire.’’

Berpirsê Karê Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Xweşyar Ebdirrehman:

‘’Mirina Mam Celal gelên Iraqê pir xemgîn kir. Bandora erênî ya Mam Celal a li ser Iraqê  û bi taybetî ya li ser Kerkûkê gel her car li her deverê dibêjin.

Roja înê piştî ku li ser xaka xwe ku tevahiya jiyana xwe da têkoşîna di ber wê de, li Kerkûkê, em Kerkûkî em ê taziya wî deynin.

Nebûna siyasetmedarekî wiha mezin û karîzmatîk wê bandorê li YNK’ê bike. Cihê wî nayê dagirtin.’’

Di nêrînên part û siyasetvan û ronakbîrên Bakurê Kurdistanê de jî Mam Celal wiha bû...

Ji Demirtaş û Kişanak nameyek bo serok Mam Celal

25/4/2014

Demirtaş û Kişanak bo serok Mam Celal: Ji hemî demî zêdetir pêwîstiya me bi ezmûnê we heye

Hevserokê giştiyê Partiya aştî û demokrasiyê BDP, Selahedîn Demirtaş û Gulten Kişanak nameyek arasteyî serok Mam Celal kirine û têde ragihandine ku ji hemû demî zêdetir pêwîstiya wan bi ezmûnê rêzdar Mam Celal a giran buha heye.

Di nameya xwede hevserokên BDP hêviya zû vegeriyana serok mam Celal xwestine û gotine: Em ji serok Mam Celal re radighînin ku xebat û keda we bo azadiya gelê Kurd li nava laperên dîroka gelê me de hatiye tomar kirinê.

Demirtaş û kişanak di nameya xwe mizgîniyê didin serok Mam Celal û dibêjin: Mizgîniyekî din ya me bo we heye ku eve sal û nîvek zêdetire loi bakûrê Kurdistanê hîç xwînek nerijiyaye û di hilbijartinên şaredariyê de bi giştî 103 postê serok şaredarî ketiye destê me de.

Li dawiya nameya xwe de Demirta û Kişanakê gotine: Mam Celal em peroşê cenabê we ne hêvîdarin di demek kin de li bajarê rengîn ya Amedê em pêşwaziya cenabê we bikin, gelê Kurd çaverêya we ye , gelê me bîra Mamê xwe kirine, dilê me li gel cenabê we ye, gelê me saxî û selametiyê bo cenabê we dixwaze, hêviya me ewe ku ew hesreta gelê Kurd dirêj neke û cenabê we bi selametî vegere nava me ji ber ku bi rastî pêwîstiya me bi te heye.

Hevserokên BDP weha dawî li nameya xwe anîne, silav û rêza gelê me bo cenabê we, Mamê me, mamê gelê Kurd rêzdar Celal Talebanî ye, her bimînî û her bijî…

Mam Celal di têkoşîna azadiya çar parçeyên Kurdistanê de xwedî kedekî mezin bû û di heman demê de şopdarê wê bû.Xeyala herî mezin a Mam Celal yekîtiya gelê Kurdistanê bû.

Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî.


Nameya Ahmet Turk a ji bo Celal Talebanî ku di roja 10/2/2017`an de şandiye bi vî rengî ye:

"Mezinê min ê hêja

Mam Celal ê gelê Kurd,

Dostê min ê qedîm,

Di vê demê de, ku pêvajoyeke dîrokî ye, dixwazim balê bikişînim ser pêwîstiya me ya bi we. Ji bo maf û azadiyan, ji bo siberoja azad a gelê me, berxwedan û têkoşîna we ya bi rûmet a 60 salan, her tim rêya me ronî kiriye.

Mîna ehdbûna dema damezrandina Komara Mahabadê, di siyaseta hemdem a roja îro de jî pêwîstiyeke xurt bi heman yekîtî û hevgirtinê heye. Di vê mijarê de cihê we bi qasî ku neyê dagirtin, girîng û hêja ye. Di vê demê de, ku li erdnîgariya me guherîn û veguherîn tên kirin, di heman demê de kaos û krîz hene, li aliyê din jî, ji bo avakirina siberoja demokratîk û têkoşîna me ya maf û azadiyan destketiyên gelekî girîng hatine afirandin, her Kurd gelekî baş bi girîngiya rêbertiya we dizane. Ji aliyê gelê Kurd û civata navneteweyî ve tê zanîn, ku we di sala 1993'an de bi hevdîtinên bi dewleta Tirk re rê li ber agirbesta du alî vekirin. Hewldanên we yên ji bo aştî û yekîtiyê di her demê de rêya Kurdan ronî kiriye.

Ez dizanim, ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hûn nikarin tevlî siyaseta aktîf bibin, lê hebûna we hêzê dide me. Dua dikim û hêvîdar im ku tenduristiya we wê baş bibe; hûn ê pêşengiyê ji me re bikin; alîkariyê bidin me ku em biryarên rast bigirin. Di vê demê de ku şer û dijberî di asteke dijwar de ye, yekîtiya hêzê û zimanê aştiyê ji her demê bêhtir hêja ye.

Min gelekî dixwest we careke din bibînim, lê belê ji ber qedexeya derketina derveyî welat, nikarim me mezinê xwe yê hêja hembêz bikim. Di dema pêş de dibe ku ev derfet çêbibe. Ji kûrahiya dilê xwe, hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Birayê we Ahmet Turk".

Di hevdîtinê roja 17/6/2015 de, parlemantera HDP`ê Selma Irmak silavên parlemanterên HDP û serokayetiya partiyê gîhandin serok Mam Celal li ser ew piştgîrî û piştevaniya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dema hilbijartinên Tirkiyê de pêşkêş kirî û da zanîn ku serkeftina HDP di ew ezmûna demokrasiyê de bi saya ked û xebata berdewam a Serok Mam Celal hatiye ku hertim ji bo aştiya li bakûrê Kurdistanê û hemû herêmên Tirkiyê xebitiye.

Irmak got jî: Niha li Tirkiyê qonaxek nû destpê kiriye , ew jî serkeftina qonaxa aştî û demokrasiyêye, welatiyan deng dan aştiyê ku peyama Serok mam celal û serok Abdulah Ocalan bûye.

Di beşekî din ya axaftina xwe de Selma Irmak amaje bi ew dengên zor yên partiya wan û hevpeymanên wê bi dest xistinê jî kir ku ew jî berhema peyama aştî bûye ku HDP`ê di bangeşeya hilbijartinan de bilind kiribû ye û ragihand: Em dizanin serok Mam Celal çiqas bi serkeftina demokrasî û aştiyê şad bûye û bi taybetî jî rêjeyekî berbiçav a jinan bûne parlemanter ku ew jî gavekî dilxweşkere

Di nêrînên rojnamevan û ronakbîrên Tirk de jî Mam Celal wiha bû...

Ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Tirkiyê ve jî, wiha li ser Mam Celal hatiye axivtin ku di roja 10/2/2016 di merasîmeke pir gireîng û bi coş hêja de ku jibo rêzgirtin li nivîskarê navdar û meszin yê Tirk Cengîz Çandar li bajarê Silêmaniyê di hola Tawerê de birêve çûbû, Çander gelek pesna serok Mam Celal dabû..

Candar derbarê naskirina destpêkê di navbera wî û serok Mam Celal de aşkire kir Serok Mam Celal yekek ji wan kesên cîhanî yên mezin û siyasetevanên mezin yên cîhan û navçeyê bû û bi sadeyî û bi rêzgirtin tê naskirin û her di destpêka naskirina min ji wî re, her xwedî taybetmendiyên rast û sade û pir xweşdivî bû û pir zîrek bû, ew serok Mam Celal bû ku ez maliq kirim.

Çandar di wê merasîmê de, got; ji biliî ku ez nivîskar û rojnamevan bim, min li ser karên serok Mam Celal di şoreşê û siyaseta wî ya berfereh xwedî rolim û min wek Cengîz Candar ji dîrokê ve her ligel serok Mam Celal û hevalê nêzîkî wî bûm e. Di axivtineke xwe ya din de, Çander dibêje; Kurdên Bakûrê Kurdistanê wê ti çarî rola serok Mam Celal ji bîr nekin.

Rojnamevan Cengîz Çandar bal kişand ser bi wê yekê ku prosa demokrasiyê li Tirkiyê berve pêşve gav davêje û rola serok Mam Celal ji bo prosa aşiyê serkeftî li Tirkiyê û Kurdistanê bi encam bibe di nêzkirina nirîna aliyan ji hev  berz nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku; Wê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ti carî rola girîng a Serok Mam Celal ji bîr nekin û dê navê serok Mam Celal her dem di dil û wijdana wan de jiyan bike.

Di roja şemiyê 7 / 2 / 2015`an de di malpera Pukpb.org hatibû weşandin, Piştî hevdîtinê Husnî Mehlî bi serok Mam Celal re daxuyaniyek dabû: Min bawer nedikir tenditustiya Serok Mam Celal ew çendê baş be, bi teybet ji ber tişt û agahiyên min  dibihîstin ji yên min dîtine cuda bûn. Û got; Gava min dostê ezîz serok Mam Celal dît ez sersam bûm, min dît çendê tendirustiya rehberê me Serok Mam Celal baş bûye û bîrdariya wî jî baş û bi hêze, bi teybet dema me pirs û mijarên giştî yên Îraqê, çi yên bi demên bihurî ve yan ên bi rewşa niha ve girîdayî bin an bi pêşerojê ve girîdayî bin hilgirtin dest û gotebêj kirin ev yek bi bandor diyar bû, Serok Mam Celal xwedî bîrdariyeke bi hêze, fikr û ramnên wî di ham asta berê de bûn, a beriya di 17 / 12 / 2012`e de dema nexweş ket, Mam Celal heman ew  Mam Celal ê beriya wê dîrokê bû.

Di nêrînên siyasetvan û ronakbîrên Êraqê de jî Mam Celal wiha bû..

Siyaestvanê navdar û serokwezîrê Êraqê yê nû Dr. Adil Ebdilmihdî jî di barê Mam Celal de wiha gotibû: Hemû xelkê Êraqê bi tev hemû pêkhate û bîr û baweriyên xwe ve,  rola serok Mam Celal a girîng,  weku Rêberekî damezrîner ji Êraqa nû û Demokrat re li ser hîma rêkefin û aştiyê berz dinirxînin, bi teybet di van helûmercên heyî de, gelê Êraqê dema dibîna rewşa tendirustiya serok Mam Celal başe û li ser xwe ye dilxweş û berxtewer dibe.

Serokê Hevpeymaniya Çaksazî û Avakirinê ya Êraqê Amar Hekîm di axivtina xwe ya hevdîtina roja duşemê 15-10-2018`an de, ku li Debaşanê Silêmaniyê di mala Mam Celal de gotibû; Serok Mam Celal Talebanî kesekî mezin û jêhat û pir xemxwerê yekrêzî û parastina Êraqiyan bû. Li piştî xwe yadgariyên nirxdar bi cihêşt, xwedî pêgeyeke pir bihêz bû, dilê xwe ya mezin cihê hemû Êraqiyekî tê de bi cih dibû.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Serokê Hevpeymaniya Çaksazî û Avakirinê Amar Hekîm aşkire kir; Em ligel YNKêyekî bihêzin û dixwazin ku YNKê her bihêz be û Partiya serok Talebanî di pêşrêziyê de be, ji ber ku di xizmeta Herêma Kurdistanê û Êraqê de ye.

serokê weqfa sune ya li Êraqê Dr. Ebdultetîf ElHemîm derbarê rola serok Mam Celal di Êraqê de, bi taybetî di baştirkirin û bihêzkirina peywendî di navbera hemû pêkhatên Êraqê de, her weha jihevnîzîkirina hemû aliyên siyasî yên li Êraqê li ser bingeha biratî û pêkve jiyan, ji ber wê jî spasiya xwe arasteya gelê kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê kir ku alîkarî û hevkariya penaberên Ereb li Herêma Kurdsitanê kir.

Di roja 15-10-2018`andemjimêr 2-20 xulekan piştî nîvro şandeyeke bilin ya Êraqê serdana mezara rewanşad Mam Celal kir.
Her weha ew şandeya ji Amar Hekîm, Salih Motleg, Xalid Ubeydê pêkhatibû serdana mezara pîroz yê serok Mam Celal kir û taca gul jî li ser mezarê dînan û dirûd û rêzên xwe pêşkêş kirin.

Di wê serdanê de, Xalid Ubêdî daxuyaniyek ji bo kenalên ragihandinê da û got; Piştî em hatin Silêamniyê û me serdana mezarê serok Mam Celal Talebanî kir û me tacên gulan jî li ser mezarê wî danî wek rêz û wefadarî ya xwe me arasteyê kir.

Ubeydî di dirêjahiya axivtina xwe de, dazanîn ku serok Mam Celal wek kilîta ewlekariyê ji Êraqê re bû, her weha xwediyê roleke mezin û pir girîng bû ji bo bihêzkirina peywendiyên hemû Êraqiyan û lihevkirina hemû pêkhatên Êraqê.

Di heman demê de, Amar Hekîm jî wiha daxuyaniya xwe da; Bi boneya salvegera yekemîn ya koça dawî ya serok Mam Celal Talebanî, me serdana mezarê nemir kir û me tacên gulan li ser mezarê dîna.
Wî mirovî li piştî xwe yadgariyên nirxdar bi cihêşt, xwedî pêgeyeke pir bihêz bû, dilê xwe ya mezin cihê hemû Êraqiyekî tê de bi cih dibû.

Mam Celal di nêrînên siyasetmedar û rewşenbîrên Êranê de..

“Şûna Mam Celal qet tejî nabe”

Balyozê pêşîn yê Êranê li Fransa ragihand ku, Celal Talebanî xala komkirina hemû Êraqiyan e ji Sune û Şî`e û Kurdan bû, Suneyekî Kurdê Êraqê bi navê Celal Talebanî karîgeriyên xwe bi awayekî bikaranî ku hemû xelkê Êraqê bi hemû pêkhateyan, navê Celal Talebanî bi rêz ybibîr tînin.

Sadiq Xerazî di hevdîtinek taybet li gel PUKmedia`yê de ku di 9/1/2013 hatiye weşandin de, behsa rol û karîgeriya Mam Celal dike.

Xerazî dibêje: Celal Talebanî bi dehan sale karîgeriya xwe di rûdanên Kurdistanê û peywendiyên xwe li gel Êranê jî hebûn, rola Talebanî di rûdana de gelekî giring bûn.

Xerazî got: Celal Talebanî li gel Kurdbûna xwe, baweriya xwe bi yek parçeyiya Êraqê heye, her weha rola xwe ya giring li serbixweyiya Êraqê gerand û wek yekem serokomar Êraqê hate hibijartin û karî navê xwe di dîrokê û di siyaseta navçeyê û Êraq ê de tomar bike, her weha karî çandîn sale bi serkeftî serokayetiya welat bike.

Sadiq Xerazî got: Celal Talebanî bo jinavbirina Sedam hewleke zor da . Talebanî xwediyê kesayetiyekî û canekî mirov dostaneye û di heman demê de peywendiyekî baş li gel lêvegerên Şî`e li Êraqê hebû.

Balyozê berê yê Êranê li Fransayê bal kişand ser kesayetiya Mam Celal û diyar kir ku, Celal Talebanî xala komkirina hemû Êraqiyane ji Sune û Şî`e û Kurdan bû. Suneyekî Kurd yê Êraqê bi navê Mam Celal karî karîgeriya xwe bi awayekî bikarbîne ku hemû xelkê Êraqê bi hemû pêkhateyên wê rêz li Celal Talebanî bigrin. Û ji niha û pêşerojê de wê birêz û hurmet bi bîrbînin.

Xerazî teqez kir û got: Divê ez amaje bi wê yekê bidim ku li rojhilata navîn kesayetî gelekî karîgerin . bi rastî karîgeriya kesayetiyan li karîgeriya rêxistinan gelekî zêdetire.tişta ku ez pir li ser difikirim eweye ku bi rastî min xembar jî dike ewe kuç, eger cenabê Talebanî li rol karîgeriya xwe bo Yekîtî û hevkariya gelên Êraqê dûr bikeve û nikaribe dirêjî bikarên xwe bide û li hebûna qadên siyasî yên Êraqê bê beş bibin, wê ziyaneke mezin bighê navçeyê û cihê wî jî tejî nabêt.

Sadiq Xerazî ji dayîkbûyê Tehranêl sala 1963`an e xwediyê dîploma diktora li siyaset û dîrokêye. sala 1989 bûye balyozê Êranê li Neteweyên Yekbuyî ta sala 1995 , demekê cîgirê wezîrê derve bû li sala 1997`an berpirsê birêveçûna konfrnsa welatên îslamî bo ku Êranê mêvandariya wê kiribû. Sala 2002-2006 balyozê Êranê li Fransa bû û piştre jî bû bi rawêjkarê serokomarê Êranê Mihemed Xatemî.

Cîgirê wezîrê derve yê Êranê Hesen Qeşqawî behsa encamên serdan û goftûgoyên xwe li gel berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya herêmî li Silêmanî kir û teqez li ser pêwendiyên di navbera komara îslamî ya Êranê bi hikûmeta federal ji aliyekî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê dinê ve kir ku li ser bîngeha hevrêziya ku serok Mam Celal ji destpêkê ve daniye bimeşe û bal kişand ser rola giring a cenabê Mam celal di xortkirina pêwendiyên du alî de.

Hesen Qeşqawî got. Serok Mam Celal sembolekî mezin liba me, rola cenabê Mam celal a diyarker û mezin di pêşxistin û xortkirina pêwendiyên du alî hebûye.

Cîgirê wezîrê derve yê Êranê got jî: Ezmûna kar ew yek îsbat kir ku dîtina serok Mam Celal bo xortkirina pêwendiyan gelekî pîroze ji bo çespandina aramî û hêminî li navçeyê û pêşxistina warên bazirganî û veberhênanê û bihêzkirina pirsên pêwendiyên cur be cur.

Di nêrînên siysetvan û ronakbîrên Rûsî de jî Mam Celal wiha bû...

Serokê navenda rojhilatgerî û stratejî a Rûsî û serokê navenda lêkolînên stratejîk û endammê komîta ewlehiyê ya Rûsya Vitaly Nad MakênProf. Di serdana xwe ya cem Mam Celal de ku di roja sêşemê 10/3/2015 de bû, bal kişand ser bi girîngiya rola serok Mam Celal di bi hêzênkirina peywendiyên di navbera Êraqê û Rûsya Federal de û got; Bo min rûmeteke mezine careke din we bibînim, hun xwedî roleke girîngbûn li navçeyê û pêşketinên li Herêma Kurdistanê encam dane, bi saya siyaseta we ya zaneencam dacbe, her wiha hun di avakirina Êraqa nû de xwedî roleke mezin bûn.

Prof.Vitaly wiha pê de çû: Serok Mam Celal yek ji serkide û sembolên girîngin ên navçeyê ne û pêdiviya navçeyên bi zanebûna we ya hêja heye, ya ku di çarerserkirina gelek qeyran de û li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê de bi destxistina gelek destkeftiyan hun xwedî roleke mezin bûn, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku ciheke teybet ya serok Mam Celal di nav girseya gel û siyasetmedarên Rûsyayê de heye.

Panoramaya koça dawî ya semoblê gelê kurd serok Mam Celal

8/10/2017

Serok Mam Celal hem bi zindîbûna xwe û hem jî bi koça dawiya xwe jî, bû stêrkeke li ezmnana siyast û diplomatkariya Kurdî.

Nûçeya koça dawî ya serok û serwerê gelê kurd û Kurdistanê serok Mam Celal hate ragiahndin, wek erdhejkeke we bû ku li tevahiya aliyên Kurdistan û cîhanê belav bû.

Koça dawî ya serok Mam Celal rastiya hêza kar û xebat û ramana serok Mam Celal ji bo hem gelê kurd û hem jî ji bo gelên navçeyê û hem jî ji bo gelên cîhanê hate zelalkirin ku çiqas mirovekî mezin û bihêze.

Serokê nemir Mam Celal di rojnamegeriya Holandayê de
   
Cihên serxweşiya sembolê gelê Kurd serok Mam Celal

    Malbata Qazî Mihemd jî peyama serxweşî weşandin
    Gerîlayên HPG-YJA Starê serdana konê sersaxiyê yê Mam Celal kirin
    Bi wêne; Serxweşiya serok Mam Celal li Siwêsra
    Merasîma Silêmaniyê bi dawî bû
    Efrîn; Wêneyên serok Mam Celal darleqandin û 3 roj şînî
    Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî
    MXDŞ: Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa neteweyî bê tacîdarkirin
    Heyeta Bakurê Kurdistanê çû serdana malbata Mam Celal
    Hevserokê KODAR'ê: Divê ji bo hêviyên Mam Celal yekîtiya neteweyî pêk bê
    Derwêş: Mam Celal li cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû
    Silêmanî; Hevbendiya nîştimaniya kurd jî serxweşê kir
    Bi wêne, merasîma mêran li yarîgeha Sîrwanî New
    Silêmanî: Her du alayên Êraq û Kurdistanê li ba dibin
    Bi wêne, serxweşiya beşî jina
    Misir serxweşiya ji Mam Celal re dikin
    Şandeya Rojava serxweşî li malbata Mam Celal û YNKê û gelê kurd kir
    Şandeya Rojav; Emê daxwazên serok Mam Celal pêk bînin
    Serokkomar jî taca gulan danî ser mezarê serok Mam Celal
    Taca Gulan ya Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji mezarê serok Mam Celal re
    Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal kir
    Osman Baydemir: Mamm Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû
    Peyama Qubad Talebanî di merasîma bi axspartina Mam Celal de
    Serok Mam Celal sipartin bi axa welat
    Bi wêne pêşwazîkirina gel ji Mam Celal re
    Tacê gulan li ser termê pîrozê Mam Celal dîdinin
    Merasîm gihîştina termê pîrozê Mam Celal
    Bi wêne, merasîma gihştina termê pîrozê Mam Celal
    Mam Celal gihîşte firokexaneya Silêmaniyê
    Amadekariyên firokexaneya navneteweyî Silêmanî ji bo Mam Celal
    Li ber mizgefta mezin amadekariyên pêşwazîkirina dawiyê
    Termê pîrozê serok Mam Celal demjimêr 11 dighêje Kurdistan
    Şandeya Bakur û Rojavayê Kurdistanê gihîştin Silêmaniyê
    Şêwermendê berê yê serokwezîrê Îsraîlê serxweşî kir
    Qamîşlo; PDPKS Jî konê serxweşiyê veda
    Birûskek sersaxiyê ji Rêxistina Pêşverû li Elmanya
    Desteya Niştîmanî û Mala Êzidiyan peyamên sersaxiyê dan
    Kongreya Islamî ya Demokratîk sersaxî ji gelê Kurdistan re xwest
    Ebdulkerîm Sarûxan: Rojava dê bo Mam Celal Konên Sersaxîyê Deyne
    Bi wêne, derbirîna Jinan ji serxweşiya Mam Celal re
    Şandeya Rojava ji bo tevlî merasîma Mam Celal bibe derkete rê
    Li Rojava ji bo Mam Celal konên sersaxiyê hate vedan
    HDP`ê jî 3 roj şînê ragihadn
    Asayîşê ji bo Mam Celal ala xwe daxistiye
    Qamîşlo; HNKS`ê Konê serxweşiê danî
    Pêşmerge Mam Celal ji bîr nak in
    Sînem Mihemed beşdarî merasîma amadekirina termê Mam Celal bû
    Bi wêne serxweşiya serok Mam Celal birêve çû
    Peyama serxweşiyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
    Fermandariya Giştî ya YPG: Em ê li mîrasên Mam Celal xwedî derkevin
    PJAK: Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rola dîrokî rabûye
    YNK`ê dema anîna termê Mam Celal aşkire kir
    Tevgera Kawa jî peyamek ji bo Serokm Mam Celal weşand
    KONGRA-GEL: Emrê Mam Cele ji bo azadiya Kurdistanê bi têkoşîn derbas bû
    KCK: Tevgera me wê Hesreta Mam Celal a yekîtiya neteweyî pêk bîne
    Hevserokatiya kantona Cizîrê ji bo wefata Telabanî sersaxî xwest
    Li Rojava ji bo Mam Celal şîn hate ragihandin
    Peyama PYD`ê ji bo koça dawî ya Serok Mam Celal

Hinek peyamên derbarê koça dawî ya sembola neteweya kurd Mam Celal de...


DBP’ê ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê weşand

3/10/2017


DBP: Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî.

DBP’ê têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî peyama sersaxiyê weşand û wiha got: “Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî daxuyanyekî nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha tê gotin;

“Wefata Serokê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (KNK)’ê Celal Talebanî em xemgîn kirin. Mam Celal di têkoşîna azadiya çar parçeyên Kurdistanê de xwedî kedekî mezin bû û di heman demê de şopdarê wê bû.

Xeyala herî mezin a Mam Celal yekîtiya gelê Kurdistanê bû. Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî. Ji malbatê û gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Bîranîna wî wê di têkoşîna me de her tim were jiyîn.”

Osman Baydemir jî sersaxî xwest..

Osman Baydemir: Mam Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû
7/10/2017

Di roja 7/10/2017an de, li bajarê Silêmaniyê, li ber mezarê serok Mam Celal, serok û nûnerên welat û partiyan serdana dawî ji bo koça dawî ya serokê kurd rêber Mam Celal kirin û tê de tacên gulan li ber serî wî danîn.
Her weha di wê serdanê de, nûnerê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemir gotarek pêşkêş kir û tê de got; Osman Baydemir: Serok Mam Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê b.

Her weha di gotara xwe de, Baydemir aşkire kir ku serok Mam Celal ew serokê tevahiya gelê kurd bû, ji ber wê yekê jî, em îro dibînin ku koça dawî ya serok Mam Celal bû ye sedema şînî li her çar parçeyên Kurdsitanê.

Osman Baydemir di dirêjahiya gotara xwe de aşkire kir ku hinek kes û aliyan dixwestin navê Mam Celat wek terorîst nîşan bikin û hinekan jî jê re digotin terorîst, lê spas ji Xwedê re ku piştre jî, serok Mam Celal bû bi serokê tevahiya Êraqê û xwe selmand ku ew xwedî maf û azadiyê û ji bo azadiya gelê xwe tekoçna rewa dike.

Hevpeymana Nîştimanî serdana mezara serok Mam Celal kir

Şandeyeke Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê, serdana mezara serok Mam Celal kir
Şandeke Hevpeymana Nîştimanî Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê serdana mezara serok Mam Celal li Dabeşanê kir û taca gulan li ser mezarê dînan.
Di roja pêncşemê 12-10-2017`an li bajarê Silêmaniyê, şandeke ji Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî serdana mezara serok Mam Celal kir û taca gulan li ser mezarê dînan.
Her weha piştî dînana taca gulan , kongireyeke rojnamevanî ji şandeyê re hate lidarxistin û tê de, serokê Şaxê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Hozan Efrînî tê de got; Serok Mam Celal sembola yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê bû, ew ji zarokatiya xwe ve, tevahiya jiyana xwe di xizmeta doza gelê kurd e terxan kiribû, her weha bi awayekî pir profîşînal di nava xebatê de, tekoçna mezin bi awayên azadî û demokrasî û mafê mirovan derbas dikir û tê de herdem serkeftî bû.

Efrînî bi navê Rojava û bi taybetî herdu kantonên Efrîn û Şahbayê ku girêdayî Herêma Efrînê, û bi navê serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Ehmed Hiso û gişt endaman, serxweşiya xwe ji bo tevahiya malbata serok Mam Celal û endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê kir û koça dawî ya serok Mam Celal bi ziyaneke mezin ji bo doza kurd û fgelên demokrasîxwazên navçeyê nirxand.

Peyama Qubad Talebanî di merasîma bi axspartina Mam Celal de

6/10/2017

Di dawiyê merasîma bi axêspartina serok Mam Celal, lawê xwe cigirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gotarek bi navê malbata Talebanê pêşkêş kir û tê de spasiya tevahiya gelê kurd li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê kir û her weha spasiya hemû ew kesayetî û welatn û nûnerên wan ên ku beşdarbûn û birûske û peywendî kirin û serê gelê me xweş kirin kir.

Talebanî aşkire kir ku pêwîste rêbaza serok Mam Celal di warê kirdariyê de bête bi cihkirin û yekrêziya xwe em bihêztir bikin.

Di gotarê de got; Raste serok Mam Celal bavê min û Bafil bû, lê ew Mamê we giştikan bû.
Dazanîn ku serok Mam Celal bi xebat û rec da bo Kurdistan û wî di jiyanê de, Kurdistan hilbijart û kar û xebat kir ji bo tevahiya xelkê Êraqê, bi wê rêkê jî pir mando bû, wî hewil da ji bo parastina axa Kurdistan û gelê Kurd. ji ber wê jî, pêwîste em wek wefadariya li hemberî rêbaza serok Mam Celal û ruhê wî ya pak, em yekrêziya nav gelê kurd bi cedî biparêzin û bikaribin peyama serok Mam Celal ya pîroz bigîninher kesî ku armanca wî jî her ew bû.

Di dawiyê de jî dîsan spasiya hemû xelkê Kurdistanê kir ku ji hemû navşe û bajaran hatin bo oxirkirina dawiyê yê serok Mam Celal.

Malbata serok Mam Celal peyama spasiyê weşand
10/10/2017

Malbata nemir serok Mam Celal ji bo tevahiya beşdarvanên serxweşiya serok Mam Celal peyama spasiyê weşand.

Îro roja duşemê 9-10-2017`an, bi boneya bi dawîhatina pirsa behiya serxweşiya koça dawî ya serokkomarê berê yê Êraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serok Mam Celal, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê,  rêzdar Qubad Talabanî spasiya hemû  gelê kurd û Kurdistanê kir û ku mandu bûn û xemxwerê serxweşiya serok Mam Celal bûne kir.

Her weha talebanî bi navê malbata xwe, destxweşî û spasiya hemê part û rêxitin û kesayetî û sazî û nûnerên welat û hikûmetan kir ku beşdarî xemgîniya wan bûn û bi hev re parvekirin.

Xelata baştirîn serokkomarê Êraqê ji bo Mam Celal e
15/1/2018

 Mam Celal baştirîn serokkomarê Êraqê derket

Xelata baştirîn serokkomarê Êraqê ya sala 2017`an, ji bo serokê nemir Mam Celal e.
Baştirîn kesayetiyên Êraqê ya sala 2017`an, bi navnûnîşana (Êraqa New) ji aliyê hejmareke mezin ji rêxistinên sivîl û mafperwerî ên Êraq û Rojhilata Navîn hat destnîşan kirin.

Di hilbijartina kesayetiyên herî baş û serokkomarên Êraqê ên herî serkeftî de, Serok Mam Celal baştirîn xelatê serokkomariya Êraqê ya sala 2017`an, jê re hat pêşkêşkirin.

Di roja 12-1-2018`1an de, rêxistina geşepêdana Jêrxana Aborî û Komeleya Êraq ya ji bo lêkolînên Stratîjîk û Saziya Sindoqa Hevkariya Jinan li Rojhilata Navîn û bi dehan rêxistinên din jî ên civaka sivîl, xelata baştirîn ji bo kesayetiyên Êraqî destnîşankirin û yê serokkomariyê, ji bo serok Mam Celal hate pêşkêşkirin ku serok Mam Celal wek baştirîn serokkomarê Êraê bû ye.

Zanîngeha Silêmanî xelat pêşkêşî Mam Celal kir

28/11/2018

Zanîngeha Silêmanî xelata xwe ya Yobela Zêrîn pêşkêşî bi rewan şad serok Mam Celal kir.

Di roja Çarşem ê 28-11-2018`an, ji bo rola wî di damezrandin û pêşxistina zanîngehê piştî serhildana 1991`an de, Zanîngeha Silêmanî xelat pêşkêşî bi rewanşadê gelê kurd Mam Celal Talebanî kir.

 Bi beşdarbûna berpirsên hikûmî û hizbî û Çandevanan û mamosteyên zanîngaha Silêmanî, çalakiyên Yobelê zêrînî ya zanîngahê dest pêkir.

Di destpêka çalakiyan de zanîngehê xelat pêşkêşî hinek serkarên Kurdî kirin ku rihmetî Noşîrwan Mustefa û serokê partiya Demokratîk ya Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî û yekemîn parêzgera Silêmanî piştî serhildanê û sermeyederê Niştimanî Farûq Mistefa Resûl ligel çend keseyetên din xelat kirin.

Kenal û malper û kovar û rojnameyên li ser rêbaza Mam Celal jêderên parastina doza kurd in

Ansata Navendî girîntirîn jêder e
13/3/2019

Salvegera damezrandina Ansata Navendî bi helkevta yobela zêvî hilgirê rêbaza Mam Celal hat pîroz kirin.

Li bajarê Silêmaniyê di mekteba ragiahndina Yekîtiya Nîştîmanê ya Kurdistanê de, bi beşdariya hejmareke ji rojnamevan û siyasetvban û nivîskar û sernûser û karmendên Ansata merkezî, merasîma boneya salvegera 25`mîn ya damezrandina Ansata merkezî ya ku ji aliy; serok Mam Celal ve dihate piştgirîkirin birêve çû, bi awayekî gelemperî hate pîrozkirin.

Ansata Navendî wek kovar ango peleşureke zanyarî û nûçefgerî ku bi zimanê erebî ji aliyê mekteba ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ve tê weşandin, ew bi destpêşxeriya serok Mam Celal hatiye damezrandin û bi piştîvaniya serok Mam Celal hatiye birêvebirin û endazyarê pêşketin û berdewamkirina wê jî her Mam Celal bû.

Her weha Mam Celal ji destpêkê ve û heya roja ku nexweşket, herdem di her hejmareke nû de, yekser hemû babatên wê dixwaend û dişopand, di heyama 25 salan ve, wek diyartirîn jêder tê naskirin û pejirandin ku piraniya xwendevanên wê, ji aliyên ronakbîr û rewşenbîr û çalakvanên erebî Êraqî û Sûrî ve û her weha beşek ji kurdên ku bi erebî dizanin ve tê şopandin û xwednin ku ev jî wek berhemeke girîng yê kurdî ji rêbaza serok Mmam Celal ji bo xwendevanên ziamnê Erebî ye.

Ez wek rojnamevanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê, di hemû demên şopandina xwe ya Ansata Merkezî de, dikarîm rastiyekê bibînim ku Ansatê dikarî xizmeteke li berçav pêşkêşî şoreş û doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikiraya û bi taybetî di van salên dawiyê ên çarnûsazê de. Ji ber ku Ansat bi bîrdoza Mam Celal dihate weşandin û li gorî rêbaz û felsefeya rastweqîne ya Mam Celal dihate amadekirin û weşandin.

Ez ji sala 2005`an ve, di kar û xebatên rojnamegeriyê de li Herêma Kurdsitanê bi awayekî berdewam û di nav kar de me, bi aktîvane ji 2005 heya dawiya 2009`an ez li rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê dixebitîm û taybet bi beşê Rojavayê Kurdsitan û Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mijûl bûme. Piştre jî ez li kenala KNN ya kurdî di beşa kurmancî de jî wek hewalsaz û raport (VD)`yê amadekirin û xwendin karim dikir. Her weha di kovara Livîn û Xêzan û Siyaset de jî kar dikir, Di heftenameya Çavdêr de jî ji 2006 heya 2017`an jî min kar dikir. Nivîsên min di piraniya malperên Başûr û Rojava û Rojhilat û Bakurên Kurdsitanê dihatin û têne weşandin, şirovekarê siyasî di piraniya kenalên kurdî ên her çar parçeyên Kurdistanê û endamê fermî û kara di Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de me û endamê rojnamegeriya navnetewî ango endamê ‏‎Journalist‎‏ ‏‎IFJ - International Federation of Journalists‎‏ me.

Ji sala 2010`an ve jî ez di PUKmedia û heya niha jî berdewamim, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê dizxebitim û ez yekek ji şopêner û xwenevanê Ansata Navendî me ku ev 2 rojin pîrozbahiyên salvegera wê ya Yobela Zêvî berdewam e. Ez bi reşkewî dibêjim ku Ansat ji aliyê ziamnê Erebî ve, bû ye jêdereke pir girîng û bi nûçe û raport û agahiyên rasteqîne ku wek palpişteke rojnamegerî ji tekoşîna Hêzên Sûriye Demokratîk ku YPG-YPJê wek hêzên here sereke di wê de pêşengin tê naskirin.

Ansatê wek hemû ew rojname û kenal û malperên ku ji rêbaza Mam Celal derketine ye ku ji wan jî bi taybetî rojnameya (Kurdistanî New û malpera PUKmedia`yê û kenala Kurdsatnwesê dikrî roleke berferehtir bidest bixe û bibe jêdera yekemîn ya Başûrê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê re û bi taybetî di biwarê nûçe û raport û lêkolînerên ku bi zimanê erebî diweşandin. Bi tayebt gelek caran wek bersivderê li hemberî vir û derewîmnên kenalên ragihandinên erebî ên şovînîst bû.

Dema ku ez van peyvan li ser kar û xebatya Asnsatê dibêjim û dinivîsim, ne ji bo xwe an jî berjewendioyên xwed keseyatî, lê ez ji bo dîrokê dinivîsim û ewê ku bixwaze rastiyên peyvên min nas bike, bila here erşîva Ansatê temaşe bike. Wê demê wê rastiyên ku hene û çawaniya xizmetkirina Ansatê ji şoreş û doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê re wê zelal bibe.

Berê jî min li ser salvegera PUKmedia`yê û ya Kurdistanê New û Kurdsatê jî ew rastiyane aşkire kiribûm. Dibe kuy mirov rastiyên hene, kok veneşêre û bide xuyakirin û ji raya giştî re şirove û zelal bike, ji ber ku ew dibe pişka dîrokê, ji ber wê jî, dibe ku mirov bi wîjdanî û wefadarî wan rastiyan bide xuyakirin.

Wateya kar û xebata Ansata Navendî ji bo parastina rastiyên doza kurdî û şoreşa wê li hemberî kenalên ragiahndinên dijber, tê wê wateyê komkirina zanyarî û weşandina wê li gorî rastiyên heyî, bo nimûne ku di şerê DAIŞê de, piraniya ragiahndinên ereban ên şovenîst dixwastin ku rastiya Hêzên kurdî ji YPG-YPJê û HSDê têkbibin û bi rayea giştî ya cîhanî bi awayekî şaş û çewt bidin nasandin, Ansata Navendî bi berevajayî wan, rastiyên hene, dida weşandin û şirovekirin û pîlanên wan kenal û rojnameyên erebî pûç dikir.

Ez wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistan û hem wek rojnamevan û hem wek serokê Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê dubare germtirîn pîrozbahiyên xwe û heval û alîgirên hevxebat û hevpîşiyên xwe arasteya sernûser û karmend û rojnmavanên Ansata Navendî dikim û bi dil û hizir dibêjim, rewana rojnamevan û mamosteyê mezin Mam Celal şad be ku li pê xwe gelek ecnîdeyên xizmetkirina doza gelê kurd hîşt û her serfiraz bin.

PUKmedia, rastiya ragihandina azad û neteweyî ye
22/1/2019

Salvegera 16’mîn ya damezrandina PUKmedia’yê ya hilgirê peyamên rasteqîneya Mam Celal pîroz be

Piştî karkirin û xebatkirina bêhrtir ji 9 salan di hundir stafa PUKmedia`yê de, li gor erk û xebata ku min di warên wergerandin, nivîsandin, dizayînkirin, nûçesazî û raportên nûçeyan û hevpeyvînkirin û rêportajkirinê, bi reşkawî dibêjim; PUKmedia, rastiya ragihandina azad û neteweyî ye û jêdereke rasteqîne ye ku ji nava rastiya rêbaza serok Mam Celal e.

Salvegera 16'mîn ya damezrandina PUKmedia'yê ku di heyama Salekê de bêhtir ji 1500 nûçe li ser Rojavayê Kurdistanê sazkiriye û weşandiye, ez ji dil li hemû gelê kurd û Kurdistan û li rêvebir û sernûser û karmend û rojnamevanan pîroz dikim û herdem wan pêşkevtin û berhemên ku dibin hemû ji rêbaza serok Mam Celale...

Ez ji sala 2005`an ve, di kar û xebatên rojnamegeriyê de li Herêma Kurdsitanê bi awayekî berdewam û di nav kar de me, bi aktîvane ji 2005 heya dawiya 2009`an ez li rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê dixebitîm û taybet bi beşê Rojavayê Kurdsitan û Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mijûl bûm. Piştre jî ez li kenala KNN ya kurdî di beşa kurmancî de jî wek hewalsaz û raport amadekirin û xwendin karim dikir. Her weha di kovara Livîn û Xêzan û Siyaset de jî kar dikir, Di heftenameya Çavdêr de jî ji 2006 heya 2017`an jî min kar dikir. Nivîsên min di piraniya malperên Başûr û Rojava û Bakurên Kurdsitanê dihatin weşandin, ji ber wê jî, ez bi bê guman rastiya rêbaza rewanşad serok Mam Celal bi bîrtînim ku her pêşketin û berhemeke girîng û cihê serfuiraziyê be, ew yê rêbaza Mam Celal e..

Ji sala 2010`an ve jî ez di PUKmedia û heya niha jî berdewamim, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê dizxebitim.

PUKmedia wek Yekem saziya ragihandinê bû ku li Başûrê Kurdistanê peyamnêra xwe taybet ji Silêmaniyê şand Efrînê, di germahiya şer û berxwedana Efrînê de, nûçe û raportên bi wêne û vîdyo roj bi roj hatine weşandin ku rastiya rewabûna berxwedana Efrînê û rastiya neyartî û hovîtiya artêşa tirk û çeteyên Sûrî ku bi fermanên wan tevdigerîn aşkire dikir.

Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, li gor rastiya rêbaza Mam Celal PUKmedia her pêşenga ragihandina başûr bû ye û heya niha jî wiha ye serbarê ku gelek aliyên siyasî ên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe dabûn nîşandan û bi awayekî çewt dabûn nirxandin ku piraniya nûçe û raportên PUKmedia`yê di zixmeta Rêvebiriya Xweser de ne.

Ez dikarim ji jêderên rastiya dîroka karê min di hundirî stafa PUKmedia`yê de hinek rastiyan bênim ser ziman û ser nivîs ku ji sala 2010`an ve ez di vê malperê dêrîn de wek hewalsaz p wergêr û rêportajger tevdigerim, lê heya roja îro, min ne dît ku sansor an jî qedexekirina weşandina nûçe û raportekê ji min hatibe xwestin ji bilî 2 xalên ku ji min re hatiye gotin ev in:

1- Derbarê buyerên li Sûriye ku di destpêka wê de ango di 15-3-1011`an de bû ku ji min re hat gotin ku pêwîste em wek PUKmedia`yê di nûçeyên xwe de pir alîgir nebin, ji ber ku em nizanin ku gelo opozisyon ji rêjîmê baştire an na, ev pêşniyar jî, wek ez agahdar bûm, ku ji aliyê serok Mam Celal ve hatibû gotûbêjkirin ku pêwîste kurdên Rojavayê Kurdistanê Kurdistanî ne bi rêjîmê re û ne jî bi opozsiyonê re bin, pêwîste haja xwe hebin û heya niha rûyê oposizyonê nehatiye zeklalkirin ku gelo wê kuredan bipejirîne an na, gelo wê bi tevgera kurdî re be an na, ji ber wê jî, ji min hast xwestin ku di nûçe û raport û reportajên derbarê Sûriye de bê alî bin ta ku bi awayekî pir baş zelal dibe.

Di rastiyê de, nêrîna ku nemir serok Mam Celal derbarê Sûriye da ye, pir rast derket û opozisona Sûrî ji rêjîmê xeraptir derket û karên qirêj ên ku rêjîmê bi serê gelê kurd nekirî, oposizyonê li Serê Kanî û Kobanê û Girê Sipî û Şêxmeqsûd û vê dawiyê li Efrînê dikin ku di dîroka gelên bindest de wiha bi serê wan nehatiye kirin mixabin.

2- Derbarê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê jî ji min re 2 caran diheyama 9 salan de hatiye agahdarkirin ku dibe ku em di nûçesazî û raportsaziyê xwe de pir hûrgil û hişyar bin ku piştgiriya doza kurdî di pêş de ye, lê aliyên diplomasî jî li ber çavan bigirin û bi awayekî pir
professional kar bikin û rastiyan ji raya giştî û gelê kurd û Kurdistanê re ronî û zelal bikin û rastiya doza nîştimanî xwedî derkevin .

Ji ber wê jî, ez heya roja îro jî, dilgeşim bi kar û xebatên PUKmedia`yê ku wek ajans û kenal û jêdereke pir çalak di xizmeta veghustina rastiyên veşartî û ên li berjewendiyên doza gelê kurd û Kurdistanê, her çiqas ji aliyê darayî û aborî ve, PUKmedia ne wek hinek kenal û malperên din bihêz e, lê tiştê ku ez tê de dilgeş dibim û bi dilê mine, xizmetkirina biwarê rojnamegeriya kurdî resene ku ji aliyê xizmetkirina dozê de, bê dudilî ye û bi helwest e.

Em vê rojê li tevahiya rojnamevan û ronakbîr û rewşenbîr û çalakvanên doza gelê me yê kurd pîroz dikin û serfirazin bi rêbaza Mam Celal ku bû ye rastiya yekrêzî û xebata xizmetkirtina di riya doza gelê kurd e. Piraniya ragiahndin û kenalên ku li gor rêbaza serok Mmam Celalin, hemû di xizmetkirina doza kurd li perçeyên din ên Kurdistanê de pêşengin. Rewanşadî ji giyana nemir serok Mam Celal re û rizgarî û azadî ji doza gelê kurd re.

Kurdsat çaveke bi rondikên nîştimanî
29/12/2018

Salvegera 19`mîn ya damezrandina kenala Kurdsatê ya hilgira peyamên rêbaza rewanşad Mam Celal bi bîr tê...

Kurdsat çaveke bi rondikên nîştimanî ku ji bîr û raman û rêbaza rewanşad serok Mam Celal hatiye holê ku bû ye kenaleke xizmet pêşkêşkirin û derxistina rastiyên veşartî li dever û navçeyên Kurdistanî.

Bi boneya hatina serî sala nû ya 2019`an, her weha bi Salvegera 19'mîn ya damezrandina kenala Kurdsatê, ez germtirîn û buhatirîn pîrozbahiyên xwe ji dil arasteya gelê kurd û tevahiya rêvebir û karmend û rojnamevanên kenala Kurdstaê dikim û di kar û xebatên wan de serkevtinê dixwaz im û ji bo bîranîna xebat û tekoşîna Mam Celal em serfirazin û rewana wî her dem şad be û cihlê xwe beheşta berîn be...

Di rastya xizmetkirin û derxistina rastiyên veşartî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Efrînê, Kurdsat û Kurdsatnews di pêş hemû kenalên kurdî û Kurdistanî de bû. Ez bîner û şopênerê hemû rojekê ya cenga giran li Efrîn û Kobanê yê bûm. Efrîn û Kobanê wekbabetên herî sereke ya kenala Kurdsatê bûn. Kurdsat ango Kurdsatnews bûn xwedî moreke nîştimanî li ser dîwarên dîroka kurd û Kurdistanê.

Heya dema ku Efrîn hat dagîrkirin bi awyekî fermî rojên reş ragihand û êdî hemû agahiyên derbarê kiryarên çete û leşkerên tirk li Efrînê dida şopandin û ragihandin, wê demê mirov dizane ku ev kenal yek ji rastiyên girêdana bi rêbaza rewanşad Mam Celal e ku herdem xemxwerê doza gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bû.

Piraniya nûçe û raportên wê kenalê li ser Rojavayê Kurdistan û Efrînê bûn. Ji ber dagîrkrina Tirkan ji herêma Efrînê re, hemû flîmên ku ji zimanê Tirkî wergerandibûn ser zimanê kurdî zeraveya Soranî ku bi sed hezaran dolar lê çûne tev rawestandin û piştîvaniya xwe ji bo Efrînê dubat kir.

Kurdsat xwedî helwesteke girînge ji bo xwedî lêderketina li parastina destkevtên gelê kurd li her çar aliyên Kurdsitanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê.

Kenala Kurdsat di sala 2000 `an de hat damezrandin û dikarî di heyama 19 salan de, dengê rastiya doza gelê kurd bi piraniya sazî û dezgeh û aliyên peywendîdar ên cîhanê gîne û rastiya rewabûna doza gelê me bide pejirandin û mora rasteqîne li ser rûpela dîroka ragihandina kurdî bide wek kenala Med.tv û Medya.tv û Roj.Tvê ku di dîroka ragihandina kurdî de wek şoreşeke geşekirina têgeha pak û dirust ya ragihandin û rojnamegeriya kurdî ya watedar.

Mirov dikare derbarê kar û xebat û tevgera ragihandinî ya Kenala Kurdstaê de bibêje; Di dema zehmetî û êrişên neyaran li dijî doza kurdî li her aliyên Kurdistanê û bi taybetî perçeya ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê dikeve Kurdsatê dikarî roleke bi hêz û bi bandor bileyze û bi taybetî bi riya weşana kenala Kurdstanewsê.

YNK'ê 2 Xalatên watedar wergirt.
16/1/2017

Du xelatên giranbuha ji bo du serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi cûş û xweşî hatin wergirtin ..

**Kosret Resûl li Îtaliyayê, bi xelata Pêkaso ya dîrokî hat xelat kirin.

Yekemîn xelata ku ji aliyê Îtaliyayê ve hat dayîn, (Xelata Pêkaso ya zêrîn) bû ku Cara yekemîne ku Kurdek xelatekî wiha wergirê û taybet  ji bo xebatkar rêzdar Kosret Resûl Elî ku li Îtaliya wergirt.
Ew xelat ji bo beşdarbûna rêzdar Kosret Resûl bi kirdarî di şerê li dijî DAIŞ'ê de, li layîqî wî hat dîtin.

Wateya wergirtina xebatkar Kosret Resûl li Îtaliyayê xelata Pêkaso ya dîrokî ji bo kurd şanaziye.
Cêgirê yekemîn yê sekreterê gîştiî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, rêzdar Kosret Resûl li welatê Îtaliyayê, ji bo beşdarbûna xwe bi mêrxwesî û lehengî li şerê li dijî terorê û bi taybetî rêxiztina terorîst a DAIŞ`ê, ji aliyê berpirsên wî welatî ve, bi germî lihat pêşwazîkirin û hat xelat kirin.

Ji bo beşdarîkirina rastewxwe û bi hemû kêz û tiwaneya xwe di nava karûbarên şer û cengê li dijî terorê, û hewildanên pêkanîna aştî û aramiyê de, li Herêma Kurdisdtan û Êraqê, di roja 13-12-2016`an de, li welatê Îtaliyayê,herêma Toskanayê xalata Pêkaso ya zêrînî ya sala 2016`an, pêşkeş bi cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî hat kirin.

Di wê merasîmê de, Kosret Resûl Elî got; Ez li cihê hemû pêşmergeyekî Kurdisdtanê bi wê xalatê şanahzî dikim û werdigrim ku rêzgirtin li min, tê wê wateyê rêzgirtine li tevahiya gelê kurde.

Hêjayî gotinê ye ku xelata Pêkaso her salê didin bi wan kesên ku parastina mafên mirovan dikin tê kirin. Îsal jî li ser pêşniyara serokê Herêma Toskanayê Êrnîko Rosî, ew xelat ji bo rêzdar Kosret Resûl hat pêşkêş kirin.

Her weha di roja yekşemê 4-12-2016`an, jî li bajarê Silêmaniyê, cîgirê sekreterê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî pêşwazî li nûnerê serokê Obama li hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞê Birît Magkurg kiribû û Magkurg destxweşî li heval Kodret Resûl Elî kiribû ku bi awayekî rastewxwe beşdarî li şerê li dijî DAIŞê dibe û serokatiya eniyên cengê dike û serkeftinan tomar dike..

Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan li ser şerê li dijî DAIŞê û girîngiya hevrêziya di navbera hevpeymaniya navnetewî û hêzên hevbeş ên ji bo jinabirina terorîstan kirin.

Ji aliyê xwe ve, rêzdar Kosret Resûl Elî li ser rola pêşmerge û girîngiya wê li dijî DAIŞê û amadekariyên xwe ji bo berevaniya eniya demokratîk.

**Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.

Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.

Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.

Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.


Pîroz be li herdu serkirdeyên YNK ên naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed û rêzdar Kosret Resûl Elî yên ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ne û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.

YNKê xwedî ronakbîrên mezin wek mamosteyê nemir Îbrahîn Ehmed de...

 Nemir Îbrahîm Ehmed sembola ronakbîriya kurd

Nemir Îbrahîm Ehmed sembola ronakbîriya kurd û erkê hemû rewşenbîrekî kurd e ku mqamosteyê nemir Îbrahîm Ehmed ji bîr nekin..
Di her salê de, di roja 8-4- de,  salroja koça dawî ya siyasetvan û rêberê rewşenbîr û Kurdistanî, nemir Îbrahîm Ehmed e.

Nemir Îbrahîm Ehmed Fetah Zada Mistefa, di roja 6-3-1914`an de,li bajarê Siulêmaniyê paytexta Rewşenbîrî hatiye dinê.

Îbrahîm Ehmed yek ji siyasetvan ü rewşenbîr û pisporvanekî pir jîr Zana bû. Nimir di jiyana xwe ya asayî de, hem nivîskar-helbestvan-ronakbîr-siyasetvan - rêberê gel û parêzgrha doza rewa ya gelê kurd bû.

Welatparêz û xemxwerê doza gelê xwe bû. Parêzvan û psradtvanê rastiya dîroka kurd û Kurdistanê bû. Yekemîn kes bû ku bîr li tekoşîn û xebata siyasî ya nûjen bi serpereştiya rewşenbîr û ronakbîran kir.

Herdem dixwast bîra netewî û ramanên nîştimanperwerî di felsefeya Jiyan a rojê ya nivîs û ciwan an de be. Wek ku rêber Apo bi xwe digot; "Mamoste Îbrahîm Ehmed, parêzvanê rastiya rewşenbîrtî ya neteweya kurd e ". Ev tê wê wateyê ku nemir mamoste Îbrahîm Ehmed xwedî kesayetiyeke pir mezin û jêhat û bi bandor bû ye .

Ji ber vê yekê pêwîste her rewşenbîrekî kurd, bi pênûsa xwe, nemir mamoste Îbrahîm Ehmed bi bîr bîne û herdem nêrînên wî biweşînin.

Ez wek rojnamevan û endamê rêveberiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê- Herêma Kurfistanê, ji tevahiya nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û ronakbîran daxwaz dikim ku roja koça dawî û ji dayîknûna vî mirov mezin, wek erkekî netewî û rewşenbîrtî bi bîr bînin. Bîranîna kasatiyên wiha mezin û girîng erke li ser mile me giştikan.

Temaşe bikin ku çawa welatên mezin yên cîhanê çawa xwedî li Zana û rewşenbîr û ronakbîrên xwe derkevin. Gelek bi coş û dilgeşî û bi serfirazî kar û xebatên wan bi bîrtînin û mezintir dikin.

Ev ji me jî tê xwest in ku rewşenbîr û ronakbîrên gelê xwe yên her çar aliyên Kurdistanê bi bîr bînin.
Hêjayî gotinê ye Ji bo salvegera koça dawê yê siyasetmedar û ronakbîrê mezin yê gelê Kurdistanê nemir mamoste Îbrahîm Ehmed, di hemû salekê de, xelat ji bo kesayetiyên ku li layîq tên pêşkêşkirin.

Her weha ji wan xelatên ku hatine pêşkêş kirin, careke ji bo rêzdar rêber Apo hatiye pêşkêş kirin û carekê jî ji bo şervanên jin ên berxwedana Kobanê hatiye pêşkêş kirin û îsal jî jib o fermandara operasyona Hêrsa Firatê Rojda Felat hatiye pêşkêş kirin.

Her weha wek tê zanîn kun emir Mamoste Îbrahîm Ehmed di sala 6-3- 1914'an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê, siyasetvan û nivîskar û helbestvan û ronakbîrekî mezinî Kurd bû. Yek ji kesên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrandiye ye û yek ji damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê ye. Diheman demê de, yek ji kesên li berçav yê damezrandina Parlemana Kurdistanê ya Derveyî welat (PKDW) bû, yek ji damezrênerê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)ê Bû. Her weha di sala 8-4-2000`î de, li Londin paytexta Birêtanyayê koça dawî kir.

Nemir Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê (Janî Gel)e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê (Jana Gel) bi zeravayê kurmancî jî hatiye wergerrandin.
Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro hevjîna serokkomarê Êraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê rêzdar  serok Mam Celal Talabanî ye.

Hezar silav û pat li rewana nemir ya pak û şad be.

Em xwezyar in ku rewşenbîrên me nirxên hevdu baş bizanibin û bi taybetî di dema ku ew kesayetiyên berhemdarên çanda resen ya kurdî ku hîn di jiyanê de ne.

Ji ber ku piştî mirina wan, em her çi bibêjin û binivîsên, wek ku ew bi xwe bixwînin û dilgeş bibin nîne. Tiştê herî baş û rêkûpêk ew e ku mirov hewil bide ku di dema ku rewşenbîr û nivîskar û siyasetvan û hunemend û rojnamevan her kesên berhemdar, di dema ew li jiyan e, xelat bikin û wî mezin bikin.

Têbînî; Derengketina nivîsa min di roja 8-4-2017`an de, bi sedema ku ez li Kobanê bû me, derfet nebû ku ez nivîsê biweşîn im, lê piştî ku ez vegeriyam Herêma Kurdistanê, min di roja 1-5-2017`an de, dest pê kir û di PUKmedia`yê de weşand.

YNKê xwediyê şoreşgerên mezin wek Mam Rîşe ye

Di serdema rêjîma dîktetor yê B`esî erebî şovînî de, di demekê ku gelê kurd nikarî serî li ber dîtetoriyeta Sedam Husên rake, gelê Ereb û rêjîm jî, pê re nikarîn temaşeyî ser rû û dîmenê lehengê Kurd Mam Rîşe bikin.

Mam Rîşe ango navê xwe ya tomargehê, (Necmedîn Şekor Rauf)  ku di sala 1955`an de, li gundê Taleban ya navçeya Germiyanê ji malbateke welatparêz û kurdperwer jidayîk bûye, qehremanekî ji bo doza gelê xwe tekoşîn kir û heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe de û serê xwe li ber rêjîma xwînvexwer û erebên şovanîst dînena.

Mame Rîşe yekek ji kesayetiyên herî bilîmetî gelê kurd yê Başûrê Kurdistanê bû ku bi şev û roj li dijî dîktetoriyeta erebê şovînî dicengiya û ew kesayetiya şoreşger nimûneya têgeha serfirazî û serbilindî ji her kesekî Kurd re bû.

Wek bavê şehîd Enwer Mam Kerîm Erbetî derbarê rastiya kesayetiya Mam Rîşe de got; Li ser lehengtiya Mame Rîşe ku ji ber mezintî û canpolatiya wî, xelkên Ereb û alîgir û nokarên rêjîma dîkteorya Sedam Hisên ji wî re digotin peyayê Hesinî, ji ber ku kok netitirsî û ne jî hesab ji wan re dikir û herdem li Kerkûk û derdora wê digeriya û ajan û sîxurên rêjîma dîktetor, bi mêrxwasî jinav dibir û her kesî li dijî vîna azad ya gelê Kurd bû ye, ew dixist proseya dadgehkirinê û di encamê de, wê her binçav bikira û sizayên lio gor tawanên wan bi cî dikir..

Piroseya Mame Rîşe ew bû ku gelek rêça berpirsê ewlekariya Kerkûkê dipiya ku hemû rojekî wî berpirsî li ber çavên xelkê kurd digot; Êdî temenê Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) pir kêm bûye û wê di demeke nêzîk de an li zîndanê be, an jî li goristanê be.

Her weha di barê mêrxwesî û dilêriya Mam Rîşe de, kesekî ku lawê wî pir nêzîkî kesayetiya xebatkarê kurd yê leheng Mame Rîşe bû û pêşmergê bi wî re bû, ji min re karekî pîrozî wî şoreşgerê mezin hewelda û bi vê awayî got; Rojekê rêjîma Sedam Hisên ê dîktetor pir xwest gelê kurd û bi taybetî dost û alîgirên Mame Rîşe nîgeran bike, tako moral û wureyê wan têk bibe û bê hêvî bike.

Lê Mam Rîşe jî ew yek baş naskiribû, agahiyên xwe li ser pîlan û kiryarên rêjîmê û ajanên wî hevbû, wî jî li hemberî pîlana rêjîmê, proseyeke baştir amade kir. Di rojekê de, ku berpirsê ewlekariya Kerkûkê yê ku pilan li dijî Mam Rîşe darijtiye û wê moralê xelkên kurd têk bibe diçe xweringehekê li bajarê Kerkûkê û digel çend pasevanên xwe û alîgirên xwe, di wê xweringehê de xwerinê li wir dixwe û vehesa xwe dike û bi wan alîgirên xwe re, di nava kêfxweşî û gotûbêjan de ye. Her weha Mame Rîşe jî di bicîkirina wê proseya şoreşgerî ya xwe li dijî wî berpirsî dest pê kir.

Mam Kerîm ku bi xwe bavê şehîd Enwere ku ligel Mam Rîşe pêşmerge bû, di axiftina xwe de wiha berdewam kir; Di heman demê de, Mam Rîşe di wê xweringehê de, nanê xwe dixwe û berpirsê rêjîmê jî li wir nanê xwe dixwe û piştî ku xwerina xwe têr xwe re û vehesa xwe jî kir, êdî rabû ku wê perê xwerina xwe û ya alîgirên xwe bide xwediyê xweringehê, lê ji aliyê xwe ve, hejmarkarê xweringehê jê re dibêje ku perê te hatiye dayîn.?!

Yekser ew berpirs maliq dimîne û ji pasevanên xwe dipirse kê perê min daye, ew dibêjin em nizanin. Her ji jmêryarê xweringehê dipirse gelo kê perê xwerina me daye.? Ew kes dibêje nizan im û ez wî kok nasnak im, lê ji min re got eger kes li min pirsî ji wan re bibêje Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) ew pere daye.

Di wê demê de, ew berpirs mirûz û dîmenê xwe têk diçe û gelek ji xelkên Kerkûkê wê demê amadebûne û ew çîrok bi guhên û xwe bîstin û bi çavên xwe jî dîtin, piştr e jî, êdî ji bo wî berpirsî şermeke mezin bû ku wî li ber çavên xelkê Kerkûkê digot Mame Rîşe wê di demeke nêzîk de, an li zîndan be an jî li goristan be, lê dema ku di yek xweringehê de, bi hev re xwerin xwerine û perê wî jî daye û pê nizaniye ku Mame Rîşe di wê xweringehê de ye û perê wî jî daye.

Ev yek ji çîrokê lehengtî û mêrxwesiya kesayetiya Mame Rîşe ye wek pêmergeyekî dilsoz û xwemxwerê doza xwe di nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, tekoşîna xwe dikir û bi bê hember ku ewqas ji bo parastina doza gelê xwe hişyar û xwedî dilekî bihêz û merd bûye.

Hezar dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Mame Rîşe ey peyayê Hesinî yê nimir û dilsosê doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistan.
Mixabin ku di roja 24-1-1985`an de, şorşeger û lehengê gelê kurd ku neyarên şovînîstan jê re digotin (Peyê Hesinî)Mam Rîşe bi  riya çaşên rêjîma dîkteor bi awayekî hovane dikin pisuyê û şehîd dikin.

Rola şagirtê Mam Celal (Lahur Cangî Talebanî) di piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê de...?
27/3/2016

Ji bere ku ez yek ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê yê herî agahdarî helwest û karên wî yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de me, ez neçar im van rastiyan ji heval û dost û şopênerên rûpela xwe re û raya giştî yê Kurd û Kurdistanî re aşkire bik im.

Ez ji bo wîjdanê xwe rihet bik im vê xalên li jêrî didim xuyakirin.

Şêx Lahur Şêx Cangî Talebanî ku yek ji xwendekarê zanîngeha serok Mam Celal e, wek Mam Celal soza alîkarî ş piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê da bû, Şêx Lahur jî bi hemû hêz û tiwaneya xwe, piştîvaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha ligel piraniya sazî û dezgehên dîplomasî û siyasî û leşkerî yên navnetewî, rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana YPG-YPJ`ê anî ser ziman..

Endezyarê û destpêşxerê sazkirina peywendiya YPGê û Emerîkayê ye..

Endezyarê destpêşxerê pilansaziya parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye.

Endazyar û destpêşxerê endambûna YPG`ê bi fermî di Udaya Operasyonên hêzên Hevpeyamniya Navnetwî li dijî DAIŞê ye.

Endazyarê perwerdekirina hêzên dijî terorê ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştîvan û piştgir û alîgirê hemû kar û xebat û çalakiyên sivîl û xwepêşandanên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê dihatin kirin bû.

Şêx Lahur yek ji serkirdeyên herî dilsoz ji şoreşa Rojavayê Kurdsitanê ye, yên ku di nava hêzên Başûrê Kurdistanê de, ku xemxwerê rewşa aloz û berxwedana Kobanê bû ye.

Şêx Lahur yek ji wan kesên welatparêz û kurdperwerên ku herî zêde, girîngî bi berxwedana Kobaniyê dida û lêkolîn û lêpirsîna çawaniya şandina çek û teqemenî û pêşmerge ji bo Kobanê bişîne bû ye.

Di penalên xwe yên herî girîng de, wek ya li peymangeha stratîjîk a Rojhilata Navîn li Washingtonê ku bi awayekî pir bihêz û bê wêne piştgiriya YPG`ê û şirovekirina rastiya hêza YPG`ê û YPJ`ê li dijî terora DAIŞê aşkire kir.

Kesê ku herî zêde rewşa parastina aramiya xelkê Kobanê dişopand û bi kirdar û piraktîkî bû..

Kesê ku herî zêde, fişar li ser Udaya Operasyonên hevpeymanên navnetewî sikir tako bi lêdana terorîstên DAIŞê re cedî bin bû.

Yek ji kesayetiyên ku xwe kir metirsiya jinavbirina post û asta berpirsyartiya xwe, tenê ji bo şandina çek û teqemenî ji berxwedana Kobanê re.

Kesê ku carê yekê çek û teqemenî ji berxwedanvanên destana Kobanê ya dîrokî re şand her ew bû ye.

Kesê ku ji aliyê gelek kesan û aliyan ve ji bo piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê hat rexnekirin her ew bû ye.

Bi nêrîn û dîtina min, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û li aliyên din yên Kurdistanê, pêwîstiya xwe bi kesayetiyên wiha heye tako yekîtiya netewî bihêztir bikin .

Gelek car civînên ligel Amerîkayê di mala xwe de saz dikir tako ti kes û alî agahdarê nebin, ji ber ku di wê demê de, rewş pir aloz bû, her weha peywendiyên YPG`ê ligel hinek aliyên Herêma Kurdistanê ne dihate pejirandin.

Dibe ku hinek vê nivîsê li gor xwe binirxînin û ti nirxê jî nedinê, dibe ku hinek jî bi awayekî ne rewa binirxînin, lê ev ji bo dîrokê ye ku kesayetiyên wek wî, dibe mirov rola wî li ber çavan bigre û cih bide kar û xebat û alîkariyên wê ligel şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Silav û rêz li Serok rewanpakiya Mam Celal û ji xwendekarê zanîngeha wî yê zîrek û jêhatî Şêx Lahur Şêx Cengî re..

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket