Panorameyek ji xebata Şêx Lahur Talebanî

kurdistani 06:40 PM - 2018-11-05
Panorameyek ji xebata Şêx Lahur Talebanî

Panorameyek ji xebata Şêx Lahur Talebanî

Panorameyek ji kar û xebatên berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên li Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî di xizmeta doza gelê kurd û Kurdsitanê de ku bi riya PUKmedia`yê nûçe û raport û daxuyaniyên wî hatine weşandin, em piraniya wan kom dikin û ji xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê re diweşênin.

Rêkeftinameya Dabeşan bi cih dibe
30/6/2017

Piştî debasbûna salek bi ser rêkeftnameya di navbera YNK û Goran, serkirdeyên YNK`ê ji PUKmedia`yê re aşkire kirin ku ew her amadene ku rêkeftnameya Dabeşanê di warên kirdarî de, wek wefayek ji herdu serkirdeyên mezin re bicih dikin.

Lahur Şêx Cengî ji PUKmedia`ê re ragihand ku Yekîtiya Nîştimnî ya Kurdistanê pabende bi rêkeftina Dabeşan ya ku di navbera rêxerê giştî yê Tevgera Goran nemir Newşîrwan Mistefa û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ye.
Cengî aşkire kir ku YNK`ê wê wek xwe ew rêkeftina Dabeşan di warê kirdarî de, bi cih bike û di civînên dahato ya di navbera YNK û Goran de, wê derbarê çawaniya bicihkirina xalên sereke ên wê rêkeftinê be.
Her weha endama parlemana Êraqê û endama serkirdeyetiya YNK`ê Ala Talebanî jî aşkire kir ku ewna wek YNK`ê heya niha amadene ji bo bicihkirina rêkeftinameya Dabeşan û wê  bilez bikin ji bo bi cihkirina wê di warên kirdarî de.
Talebanî dazanîn ku wan di hemû civînên serkirdeyetiya xwe de li ser bicihkirina wê rêkeftinê gotûbêj kirine û wek wefadarî ji herdu serkirdeyên ku wajokirine re, emê her bicih bikin.

Lahur Cengî Talebanî pêşwazî li Kirîstiyan Nîlson kir
22/11/2017

Li Silêmaniyê, Lahor Cengî Talebanî pêşwazî li Kirîstiyan Nîlson kir.
Îro roja çarşemê 22-11-2017`an li bajarê Silêmaniyê,  berpirsê ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî pêşwazî kir li cîgirê balyozê Swêd li Êraqê Kirîstiyan Nîlson.
Her di wê dîdarê de, li ser rewşa siyasî û ewlehiya li Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî hat kirin.
Herdu aliyan tekez li ser çareserkirina hemû alozî û arîşeyên ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdadê de heye bi riya diyalogê û danûstandin û li gorî destura Êraqê bêne çareserkirin.
Her di wê hevdîtinê de jî, derbarê derketina DAIŞê li hinek cih û şûnan de jî hate rojeva wê civînê.
PUKmedia

Lahur Şêx Cengî: Em bi xebatkarên ragihandina YNK`ê şanazin
26/8/2014

Lahur Şêx Cengî îri sêşemê 26 / 8 /2014`e li bajarê Silêmaniyê serdana mekteba raghandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û ji aliyê heval û xebatkarên  kenalên ragihandê ve pêşwazî lê hate kirin.

Şêx Cengî di serdana xwe de ji nêz ve ligel hevalên xebatkarên kenalên Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê goftûgo kir û ji ber xebat kenalên ragihandinê di dema bangeşa hilbijartinan de ku karîn serkeftî bin spasiya xwe pêşkêş kir.

Bi rewşa niha Kurdistanê di nav de derbas dibe û qonaxa dijwar ve girêday Lahur Şêx Cengî spasî li heval û xebatkarên kenalên ragihandina Yekîtî kir û da xuya kirin ku ew serkeftî bûn û bi berpirsyartî karê rojnamevanî birêve birin û serkeftinên hêzên bost bi bost bergirî li xaka Kurdistan û nîştiman dikin baş veguhestin.

Her wiha amaje bi wê yekê kir ku wefedariya hevlên di kenalên raghandinê de dixebitin û şêwaza karê wan cihê şanaziyê ye.

Şêx Lahurê; Yekîtî xwe nûh dike

Şêx Lahurê di merasîma salroja şehîdên Yekîtî de got; Yekîtî xwe nûh dike.
Îro roja yekşemê 29-4-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, di hola Talarê de, merasîma şehîdan bi rêve çû. di destpêka merasîmê de, xuleke bêdeng li ser rewanpakiya nemiran pêkhat û piştre jî mûmê bîranîna wan nemiran hatin vêxistin û bi ayeteke Qurana pîroz\ birêve çû.
Di merasîma salroja şehêdbûna polek ji pêşmergê û kadroyên rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê de, Şêx Lahur Şêx Cengî li gel hejmarek ji namzetên lîsteya 162 ya YNK`ê û Mam Celal jî beşdarî kirin .
Ew merasîma salroja şehîdan li ser erkê Şêx Lahur û bi serpereştiya malbata şehîd Sîrwan Dêreşî û malbenda yek ya rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate li dar xistin.
Di wê merasîmê de, Piştî danîna taca gul li ser wêneyên pakrewanan ku ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatibû şandin, Şêx Lahur dazanîn ku Malbatên pakrewanan her dem serbilind bin ku ev şehîd her zindî ne û kok namirin û wek aşkireye ku YNK`ê herdem ji bo bi destxistina mafên gelê kurd xwîn û qurbanî daye, ev yekem car nîne ku qurbaniyan pêşkêş dike, heya zarokên mêrxwes wek ên we hebin, YNK`ê wê her serfiraz be û gellê kurd jî wê her we be.

Şêx Lahur serdana Germiyan û Xaneqînê kir
18/11/2016

Şêx Lahur serdana Germiyan û Xaneqînê kir û ligel berpirsên ewlehiya navçeyê û xelkên sivîl jî civiya.

Duhî roja pêncşemê, serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê, Şêx Lahurî Şêx Cengî Talebanî serdana Germiyan û Xaneqînê kir û ligel xelkên wê deverê hevdîtin û guhdarî kir.

Di wê serdanê de, Şê Lahur ligel efser û saziyên ewlehiyan navçeyê civiya û rewşa heyî bi zelalî şirove kir û daxwaza yekrêzî û hevsengiya li dijî terorîst û têkderan kir.

Şêx Lahurê; Yekîtî xwe nûh dike
29/4/2018

Şêx Lahurê di merasîma salroja şehîdên Yekîtî de got; Yekîtî xwe nûh dike.

 

9/3/2015

Berpirsê dazgeha parastin û zanyarî li Herêma Kurdistanê Lahor Şêx Cengî ji bereyên şer taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji serê sibehê îro 9/3/2015 li başûrê Kerkûkê dest bi êrişê kirine û çend navçeyekî ser bi Til werid kontrol kirine û derbeyên giran li terorîstên DAIŞ xistine.

Lahor Şêx Cengî ji PUKmedia`yê re got: Niha ji navçeya Karebaka heta bi navçeya Pira Hilawêstî ji aliyê hêzên dijeterorê û pêşmerge ve hatiye kontrol kirinê û me derbeyên giran li terorîstên DAIŞ daye û hejmarek zor hatine kuştin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku êrişa hêzên pêşmerge û hêzên dije terorê heya niha berdewame û wê berdewam jî bike.

Ew yek jî aşkira kir Şêx Cengî got: Ji aliyê xwe ve jî balafirên şer ên hevpeymanan ji serê sibeha îro heya niha bi giranî çeperên terorîstên DAIŞ li başûrê Kerkûkê bombarduman dikin û ziyanekî mezin gîhandiye terorsîtan.
 

Îro roja yekşemê 29-4-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, di hola Talarê de, merasîma şehîdan bi rêve çû. di destpêka merasîmê de, xuleke bêdeng li ser rewanpakiya nemiran pêkhat û piştre jî mûmê bîranîna wan nemiran hatin vêxistin û bi ayeteke Qurana pîroz\ birêve çû.

Di merasîma salroja şehêdbûna polek ji pêşmergê û kadroyên rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê de, Şêx Lahur Şêx Cengî li gel hejmarek ji namzetên lîsteya 162 ya YNK`ê û Mam Celal jî beşdarî kirin .

Ew merasîma salroja şehîdan li ser erkê Şêx Lahur û bi serpereştiya malbata şehîd Sîrwan Dêreşî û malbenda yek ya rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate li dar xistin.

Di wê merasîmê de, Piştî danîna taca gul li ser wêneyên pakrewanan ku ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatibû şandin, Şêx Lahur dazanîn ku Malbatên pakrewanan her dem serbilind bin ku ev şehîd her zindî ne û kok namirin û wek aşkireye ku YNK`ê herdem ji bo bi destxistina mafên gelê kurd xwîn û qurbanî daye, ev yekem car nîne ku qurbaniyan pêşkêş dike, heya zarokên mêrxwes wek ên we hebin, YNK`ê wê her serfiraz be û gellê kurd jî wê her we be.
23/5/2016 18:48:00

 Lahur Şêx Cengî mêvanê parlemana Ewropayê ye

Lahur Şêx Cengî Talebanî li Parlemanê Ewropayê gotar pêşkêş dike.

Îro roja duşemê 23-5-2016`an, li welatê Belçîkayê, serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê, rêzdar Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi vexwendineke fermî gihîşte Belçîkayê.

Her weha li gorî agahiyên dawî ku ji PUKmedia`yê re hatiye ku îro piştî nîvro serokê saziya Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi armanca pêşkêşkirina otareke taybet derbarê rewşa ewlehiya Kurdistanê, bi awayekî fermî ji aliyê parlemana Ewropayê ve hat vexwendin.

Hêjayî gotinê ye ku serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...

Lahur Cengî Talebanî pêşwazî li Jimmy Girard kir
6/11/2017
 

Lahur Cengî Talebanî pêşwazî li generalê Emerîkî Jimmy Girard kir.

Îro roja duşemê 6-11-2017`an li bajarê Silêmaniyê, berpirsê ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî pêşwazî kir li berpirsê hêzên Emerîkayê ên li Êraq û Sûriye yê genaral Jimmy Girad kir..

Di wê dîdarê de, rewşa siyasî û serbazî û ewlehiya li herêm û Êraqê û navçeyê gotûbêj kirin. Her weha li ser ew rêkeftina ku di navbera pêşmerge û artêşa Êraqê de pêkhatiye jî şirove kirin tako ew arayîş û aloziyan bi riya gotûbêj û lihevkirinê çareser bikin.
Di mijareke din ê wê civînê de, li ser wê boşeyiya ku li navçeyên nakokdar heye tijî bikin û udayeke operasyonana saz bikin tako rê li liv û tevgera terorîstan bigrin.

 Şêx Lahur pêşwazî li Tîm Sty Peltin kir
4/6/2017

Îro roja yekşemê, 4-6-2017`an li bajarê Silêmaniyê, serokê ajansa parastin û zanyariyên li Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî pîşwazî kir li cîgirê balyozê Australia li Êraqê û kolonel Birand Wud yê ser bi wezareta berevaniya Australiyayê kir.
Her weha di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Herêma Kuridstan û Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Her weha di wê dîsarê de, tekez li ser aştiya siyasî û civakî di navbera pêkhatên Êraqî ku li piştî şerê DAIŞê pêkhatên li Êraqêbête pêkanîn.

Şêx Lahur jî piştiriya xwe ji Muslim re nîşan da
26/2/2018
   

Şêx Lahur jî piştiriya xwe ji Muslim re nîşan da û  daxwaza azadkirina Salih Muslim kir.
Di nivîseke xwe ya hesabê xwe li ser Twetre Şêx Lahur Şêx Cengî aşkire kir ku ew piştîvaniya li siyasetvanê kurd Salih Muslim dike û daxwaza azadkirina wî bi lez dike û dibêje pêwîste hemû pirsgirêk bi riya diyalogê bêne çareserkirin.
PUKmedia

YNKê ; Nabe hemû post yê aliyekî bin
2/10/2018

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dibêje; Nabe hemû post yê aliyekî bin.

Şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ya li Bexdadê daxwaz ji PDKê kir ku namzetê xwe ji serokkomariya Êraqê paşve bikşîne û li cudabûna di navbera YNKê û PDKê de têbighin û di heman demê de Dr. Berhem bi hêja posta serokkomariyê nirxandin û nabe ku hemû postên serwerî yê aliyekî bin.

Di wê barê de, serokê ajansa parastin û zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî jî got; Ji bo parastina hevsengiya hêz, dibe post werin dabeşkirin û nabe ku hemû postên serwerî yê yek aliyê bin.

Her weha Şêx Cengî aşkire kir ku Dr. Berhem Ehmed Salih kesayetiyekî hêja û xwedî rol û şayesteya posta serokkomariyê ye, bi taybet ji bo bihêzkirina pêgeha kurd û parastina peywendiyên navxweyî û navneteweyî û Êraq jî, ji ber ku pêwîste serokkomar ku bikaribe peywendiyan rêkbixe û Dr. Berhem jî şarezayê karkirinê li Bexdadê heye.

Şêx Lahur serdana Bexdadê kir û hat xelatkirin
12/6/2017

Di serdana xwe ya Bexdadê de, di serî de serdana serokkomarê Êraqê rêzdar Dr. Fuad Masûm kir û piştre jî, lêgel cêgirê wî Nûrî Malikî û piştre jî serdana wezîrê berevanî ya Êraqa Federal Îrfan Heyalî.
Di wan hevdîtinan de,  li ser rewşa ewlehî û parastinê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê gotûbêj kirine.Her di wê serdanê de, serokê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî ji aliyê wezîrê berevaniya Êraqê Heyalî ve hat xselatkirin.

Her weha ji ber kar û barên serkeftî di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û aramkirina navçeyan ji kirdarên terorîstî û helwesta wî ya camêrî û mêrxwesî û qehrenantî, Şêx Lahur ji aliyê wezîrê berevaniyê ve, bi metala qehremantiyê û mêrxwesiyê hate xelat kirin.

Laur Şêx Cengî pêşwazî li balyozê Birîtanya kir
11/5/2016

Duh roja sêşemê  11-4-2016`an, serokê Ajansa Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî, pêşwazî li balyozê Birîtanya Firank Beyker kir.

Her weha di wê hevdîtinê de, tewerî civînê li ser rewşa siyasî li Êraq û Herêma Kurdistanê û cenga li dijî terorê bû. Her weha di wê hevdîtinê de, Lahur Şêx Cengî tekez li ser zêdekirina havkarî û alîkariya hêzên pêşmerge ji aliyê civata navnetewî ve kir ji ber ku hêzên pêşmergeyên qehreman bûn ku dikarîn terorîstên DAIŞê têkbişkînin.

Her di wê civînê de jîm li ser rewşa siyasî a Herêma Kurdistan û Êraqê jî hat şirove kirin ku pêwîste gotûbêj û hevdîtin di navbera alî û hêzên siyasî de bête kirin û xala ku hevkombike jî, ewe ku vegera jiyana siyasî û parleman jî wek berê berdewam be û proseya çaksazî jî bi cî bibe.

Di dawiyê de, Laur Şêx Cengî spasiya dostê kurd balyozê Birîtanya Firank Beyker kir.

Hêjayî gotinê ye ku Lahur Şêx Cengî yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, her weha wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û reşenbîran e..

Gotara dîrokî ya Lahur Şêx Cengî Talebanî li Parlemana Ewropayê
24/5/2016

Lahur Şêx Cengî Talebanî li Parlemanê Ewropayê gotar pêşkêş dike.

Duhî roja duşemê 23-5-2016`an, li welatê Belçîkayê, serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê, rêzdar Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi vexwendineke fermî gihîşte Belçîkayê û piştra jî tevlî semînareke taybet yê Parlemana Ewropayê bû.

Her weha li gor vîdyo yê ku hat weşandin ku duhî piştî nîvro serokê saziya Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî, dest bi pêşkêşkirina gtareke taybet derbarê rewşa ewlehiya Kurdistanê, bi awayekî fermî ji aliyê parlemana Ewropayê ve hat vexwendin.

Lahur Şêx Cengî daxwaza piştîvaniya Emerîkî ji Pêşmerge re kir
4/11/2015 18:37:00
Share
Çapkirin
     Lahur Şêx Cengî daxwaza piştîvaniya Emerîkî ji Pêşmerge re kir

Lahur Şêx Cengî daxwaza piştîvaniya Emerîkî ji Pêşmerge re kir û pêşmerge jî nekevin nav alozî û nakokiyên ti aliyan.

Berpirsê Ajansa Parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Şêx Lahurî Şêx Cengî rola pêşmergeyên Kurdistanê jib o jinavbirina DAIŞê û berevanîkirina li Kurdistanê pir girîmg nirxand.

Şêx Cengî di heyama axivtina xwe ya di peymangeha Emerîkî li Washngtonê de, aşkire kir ku ewê herî girîng ku pêşmerge nekevin nava nakokî û aloziyên ku niha Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe û daxwaz kir ku dibe Emerîkayê piştîvaniya pêşmergeyên Kurdistanê di hemû aliyan de bike.

Di bare alîkariyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  ji YPG`ê re Lahurî Şêx Cengî got; Yektîiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi awayekî rastewxwe û cedi alîkarî û piştîvaniya hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê li Rojavayê Kurdistan li dijî terorîstên DAIŞê dike.

Her weha ji bo wan welatên ku şerê DAIŞê jî dikin ragihand ku pêwîste ew nebin bi du alî, pêwîste bi yekrêz û bi yekalî li dijî terorîszma DAIŞê hem li Sûriye û hem li Êraqê şer bikin tako terorîstan jinav bibin.


Lahur Şêx Cengî: Bi sedan ji terorîstên DAIŞ hatine kuştin

9/8/2014

Berpirsê dezgeha parastin û zanyarî li Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî ragihad ku di encama bomberdona balafirên Emerîka bi ser çekdarên rêxistina terorê DAIŞ de bi sedan ji çekdarên rêxistina terorê atine kuştin.

Lahur Şêx Cengî bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê re ragihand ku di encama bomberdomane balafirên şer ên Emerekîka ser bi wargehên rêxistina terorê DAIŞ li deverên Maxmûr, Giwêre, Şelalat, El-Reşad û Hiwêce gelek terrorist hatine kuştin û bi sedan jî birîndar ketine û ji nav birîndaran û kuştiyan mîr û berpirsên rêxistina terorê jî cih digrin.

Şêx Cengî her wiha diyar kir ku Emerîka bi ser deverên weku Şengal, Giwêrê, Maxmûr, El-Keyara ta ku xêza Hiwêca û Riyas bomberdoan kir, her wiha cexit li ser wê yekê kir ku hêzên dij terorê li Hewlêrê di amadebaşiyê de ne û ji palpişt bin ligel hêzên pêşmerge amadene her erkekî pêk bînin.

Lahur Şêx Cengî ji aliyê xwe ve welatiyên Herêma Kurdistanê dilniya kirin ku da xuya kirin ku ti gef bi ser ewlekariya Herêma Kurdistanê nîne û plana rêxistina terorê  DAIŞ ya êriş bi ser Herêma Kurdistanê ve birin bi xêra bomberdomana balafirên Emerîka şikest.

Lahur Şêx Cengî jî deng da
30/9/2018

Lahur Şêx Cengî jî li Silêmaniyê beşdarî proseya hilbijartinan bû, dengê xwe jî da.

Îro roja yekşemê 30-9-2018`an li bajarê Silêamniyê di dibistana Meşxelanê de, berpirsê ajansa parastin û zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî  beşdarî proseya dengdan û hilbijartinan ya parlemana Kurdistanê bû, dengê xwe jî da û wiha ragihand; Em daxwazkarin ji tevahiya welatiyan ku beşdarî proseya dengdanê bikin ku wê baştirîn jiyan û jiyankirina azad bi dest bîne û wê sazkirina hevsengiya hêz û siyast jî bi xwe re bîne.

Di barê mijara namzetê serokkomariya Êraqê de jî, Şêx Lahur dazanîn ku ew tekez li ser yek namzetê YNK ê dikin ku ew jî Dr. Berhem Salihe ku ji bo postê serokkomariya Êraqê hatiye hilbijartin.

Lahur Şêx Cengî; Xwepêşandanan bi aştiyane bikin
18/12/2017

Berpisê saziya Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Laur Şêx Cengî piştîvaniya xwe li xelkên xwepêşander ragihand.

Di peyameke taybet ji bo xwepêşanderan de, Şêx Lahur tekez li ser rewşa dawî ya ku li Herêma Kurdistanê bi ser gel û mafên gel de hatiye ku ew jî ji encama hikûmraniya şaş û çewt bû ye, ji ber wê jî, em piştgiriya mafên xwepêşanderan ên rewa dikin, lê nabe ew pêngav bibe bi sedema têkdan û şewtandina saziyên hikûmî û sivîlî li Herêma Kurdisdtanê û bibe metirsî li ser ewlehiya tevahiya xelêkn me li Herêma Kurdistanê.

Lahur Şêx Cengî di peyameke xwe de, ji bo xwepêşanderên Herêma Kurdistanê ragihand ku ew piştgiriya xwepêşanderan û daxwazên wan ên rwewa bi awayekî aştiyane dike û dibê parastina aramî û saziyên hikûmî û sivîlî li stuyê xwe bigrin û ewlehiya navçeyan biparêzin.

Di peyameke xwe de, serokê Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurditanê Lahur Şêx Cengî ragihand ku ew piştgiriye daxwazên xelkên ku xwepêşandan kirine dike û bi mafekî rewa dizane, lê pêwîste ew erkên parastina dezgeh û saziyên sivîl û huikûmî li stuyê xwe bigrin û nekevin şaştiyan û xwe nekin cihên ne rewea û şewtandina baregeh û saziyan nekin karê xwepêşandinan.

Di dirêjahiya peyama xwe de, serokê Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî, pir bi awayekî sade ji xwepêşanderan re aşkire kir ku ew ligel xwepêşanderan mil bi mil in tako mafên xwe ên rewa bi riya hikûmraniyeke ku xizmetên bêhtir pêşkêşî xelk bike, lê daxwaz kir jî ku bi ti awayî nabe ku xwepêşander dest dirêjî bo ser sazî û cihên hikûmî û sivîl bikin û şewtandin û têkdanê bikin armanca xwe, ji ber ku ew kar wê rewabûna mafên xwepêşqanderan pûç bike û wê berê xelkên aştîxwaz û mafperwer ber bi tundûtîjiyê bibe û wê ajawa bête holê û ziyan wê ji bo tevan be..

Ev peyam li dûv buyera destpêkirina xwepêşanderan li navçeya Pîremegronê, ku dest bişewtandin û têkdana baregehên partiyan û hikûmetê kirine hat weşandin.

Wek tê zanîn ku îro roja duşemê 18-12-2017`an, li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, xwepêşandanên xelikên nerazî ji rewşa jiyanê û xizmetgûzariyê dest pê kir.
Her weha wek zanyeriyên ku gihîştine PUKmedia`yê ku xwepêşanderan dest bi şewtandina  baregehên partiyan û saziyên hikûmetê li bajaroka Pîremegronê ku baregeha Tevgera Goran û Komîteya Yekîtitya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdsitanê bûne armanca wan xwepêşanderan.

Li gorî zanyariyan ku di êrişên xwepêşanderan de, baregehên YNK-PDK û Goranê tev hatin şewtandin û hîn jî xwepêşandin li piraniya navçeyên derdora Silêmaniyê dirêjî heye.

Lê li navîeya Rawendoz û Soranê, jêdereke taybet  ji PUKmedia`yê re hat ragihandin ku serbarê ku mulet jî wergirtine, xwepêşandana ku destpêkir û bi aramî û aştiyene, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve, bi hêzên çekdarî çûne ser xelkê û xwepêşandan qedexe kirin û di encamê de, birîndar jî hene û çendîn kes jî hatine girtin.

Lê wek çavdêrên siyasî amaje bi rewşa niha ya di nava xwepêşandanan de li navçeya Pîremegronê ya ser bi Silêmaniyê dikin û dişopînin ku hinek hene di nava xwepêşanderan de, dixwazin berê xelkê bidin ber kiryarên nerewa û ajawageriyê, lê wê ev kar ne li bejewendiyên gelê kurd be, bi taybetî şewtandina bareghên partiyan û ên hikûmetê û ên rêxistinên sivîl, lê wek tê texmînkirin ku wê ew kiryar li xizmeta neyarên gelê kurd be.

Şêx Cengî sersaxî ji malbeta Adêl Mûrad re xwest

20/5/2018

Ji bo koça dawîkirina Adil Murad sekreterê Encûmana Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Luhor Şêx Cengî xemginiya xwe xuya kir.

Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên li Herêma Kurdistanê Lahur Cengî, roja înê bi riya peyema serxweşiyê, serxweşiya xwe li tevahiya malbatê kir û got; Ez serxqweşiyê ji malbata nemir heval Adil Murad re dixwezim û her weha jî ez serxweşiyê ji kadirên Encûmanê û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê re dixwezim. Da zanîn ku li ser rola wî di damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de jî kir ku ew xwedî roleke pir mazin bû û hemû jiyana xwe di têkoşîna Siyasî û Pêşmergeyetî de bi pakî û serfirazî derbas kir û got Heval Adil kesekî pir dilsoz bû û ji biratiyê hez dikir.
Di dawiyê de Lohur Şêx Cengî ji xwedeya mazin hêvî kir ku cihê Murad biheşt be û dilovaniya xwedê lê be.

Lahur Şêx Cengî li gel termê şehîd Ebu Leyla hat Kobanê
6/6/2016

Serokê saziya Paratin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî bi termê şehîd Bavê Leyla re gihîşte Kobanê.

Îro Serokê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi şandeyekê, serdana Kobanê kir û ji aliyê serokê hikûmeta Kobanê Enwer Muslim ve bi germî hat pêşwazî kirin. Biryare li gor dema wî eger guncaw be, wê di merasîma şehîd Ebu Leyla de beşdar bibe.

Her weha serdana serokê Ajansa Parastina û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî û serdana wî ya dîrokî ji Kobanê û Rojavayê Kurdistanê re û beşdarbûna wî di Merasîma bi ax spartina  şehîdê gelê kurd fermanderê mezin Feydel Ebu Leyle, wek pêngaveke mezin û dîrokî ye ji bo hevrêziya tekoşerên parastina doza gelê kurd tê bi nav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...

Deriyê Sêmalka hat vekirin
7/6/2016

Deriyê Sêmalka bi awayekî fermî ji bo karûbarênmirovî û bazirganî hat vekirin.

Berpirsê dosyaya Rojavayê Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hemîd Derbendî ragihand ku ew deriyê Sêmalka vedikin  tako karên mirovî û derbaskirina xwerin û vexwerin û kelûpelên locistîkî bête kirin.

Di daxuyaniya xwe de, Derbendî aşkire kir ku ew derî ji bo pêdewîstên mirovî û bazirganî bête vekirin û wê  ji herdu aliyan bê pabendîkirin bi rakirina bacê tako tişt bi erzanî bête firoştinê.

Her di wê barê de jî, duhî berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî jî li Kobanê ragihand ku ji bo başbûna rewşa jiyanî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobanê, pêwîste deriyê sînorê Sêmalka bê vekirin û ew kar gelek şermî ye ku dema xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya xwe bi me hebin û em bêdeng bin.

Şêx Cengî wek nûnerê kurd beşdarî penela Biragê kir


Şêx Cengî beşdarî penela dînana stratîjiyeta bi dawîkirina DAIŞê li Biragê kir.

Roja înê 2-11-2018`an, Berpirsê ajansa parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, beşdarî penela Biragê ya bi dirûşma (Dînana Stratîjiya bi Dawîkirina DAiŞê) wek aliyekî çalakî kurdî bû ku tenê wek nûneretiya kurd di wê penelê de amade bibû.

Ji bo pîlannameya dînana stratîjiyeteke bihêz ji bo jinavbirina yekcarî ya rêxistina terorîst ya DAIŞê, Sentera Zanyarî ya Ewropî, Welatên Kendavê li bajarê Biragê paytexta Çîkiyayê, bi beşdarbûna çendîn kesayetiyên leşkerî û ewlekariyê û dîplomasî şû siyasî hevdîtineke girîng lidarxistin.

Di wê penelê de, Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî li ser ru bi rubûna DAIŞê ragiahnd; "Ji bo ku DAIŞ bi yekcarî jinav biçe û bi dawî bibe, pêwîstî bi hevrêzî û hevkarî û pîlannameyeke stratîjk ji aliyê hemûyan ve heye. Lê ne tenê ji aliyê serbazî û leşkerî ve be, pêwîste ji hemû aliyan ve be û bi taybet ji aliyê siyasî."

Berpirsê ajansa parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, di biwarê lawazkirina DAIŞê de wiha nirxand; "Ji ber ku ew rêxistina ji niha ve lawaze û derbeyên pir bihêz lêketine, lê bi hizir û ramanên DAIŞê komên din serî hildidin û derdikevin holê. Ji ber wê jî, pêwîstî tekoşîna li dijî DAIŞê bi hevrêziya siyasî û dîplomasî heye."

Şêx Cengî di dirêjahiya şiroveyên xwe de wiha aşkire kir; "Li Herêma Kurdistanê û Êraqê DAIŞ ji aliyê hêzên Pêşmerge û Dije terorê ve hat lawezkirin û têkşikandin û bi riya hevpeymananiya navneteweyê, çek û teqemenî ji bo Rojavayê Kurdistanê û li wir jî DAIŞ têkşikandin."

Ji ailyê din ve, çavdêrên siyasî wiha dibêjin: Piştî ku Şêx Lahur di sazkirina peywendiyên Amerîka û Hêzên YPGê li Rojavayê Kurdistanê biserket, mora serkevtina wî, li cem Amerîka û welatên li dijî DAIŞê bû cihê baweriyê û derfetên herî girîng û berfereh jê re vekirin û ew niha bi serbilindî çêra kar û tekoşêna pêşmerge û dije teror û YPGê û HSDê li dijî terora DAIŞê dike.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Lahur Şêx Cengî wek kesayetiya herî alîkar û hevkar bi Rojavayê Kurdistanê re li dijî terora DAIŞê xebat kiriye. Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye ye. Bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket