Şêx Cengî wek nûnerê kurd beşdarî penela Biragê kir
kurdistani 05:25 PM - 2018-11-04Şêx Cengî beşdarî kongireya Biragê bû
Şêx Cengî beşdarî penela dînana stratîjiyeta bi dawîkirina DAIŞê li Biragê kir.
Roja înê 2-11-2018`an, Berpirsê ajansa parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, beşdarî penela Biragê ya bi dirûşma (Dînana Stratîjiya bi Dawîkirina DAiŞê) wek aliyekî çalakî kurdî bû ku tenê wek nûneretiya kurd di wê penelê de amade bibû.
Ji bo pîlannameya dînana stratîjiyeteke bihêz ji bo jinavbirina yekcarî ya rêxistina terorîst ya DAIŞê, Sentera Zanyarî ya Ewropî, Welatên Kendavê li bajarê Biragê paytexta Çîkiyayê, bi beşdarbûna çendîn kesayetiyên leşkerî û ewlekariyê û dîplomasî şû siyasî hevdîtineke girîng lidarxistin.
Di wê penelê de, Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî li ser ru bi rubûna DAIŞê ragiahnd; "Ji bo ku DAIŞ bi yekcarî jinav biçe û bi dawî bibe, pêwîstî bi hevrêzî û hevkarî û pîlannameyeke stratîjk ji aliyê hemûyan ve heye. Lê ne tenê ji aliyê serbazî û leşkerî ve be, pêwîste ji hemû aliyan ve be û bi taybet ji aliyê siyasî."
Berpirsê ajansa parastin û zanyariya Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, di biwarê lawazkirina DAIŞê de wiha nirxand; "Ji ber ku ew rêxistina ji niha ve lawaze û derbeyên pir bihêz lêketine, lê bi hizir û ramanên DAIŞê komên din serî hildidin û derdikevin holê. Ji ber wê jî, pêwîstî tekoşîna li dijî DAIŞê bi hevrêziya siyasî û dîplomasî heye."
Şêx Cengî di dirêjahiya şiroveyên xwe de wiha aşkire kir; "Li Herêma Kurdistanê û Êraqê DAIŞ ji aliyê hêzên Pêşmerge û Dije terorê ve hat lawezkirin û têkşikandin û bi riya hevpeymananiya navneteweyê, çek û teqemenî ji bo Rojavayê Kurdistanê û li wir jî DAIŞ têkşikandin."
Ji ailyê din ve, çavdêrên siyasî wiha dibêjin: Piştî ku Şêx Lahur di sazkirina peywendiyên Amerîka û Hêzên YPGê li Rojavayê Kurdistanê biserket, mora serkevtina wî, li cem Amerîka û welatên li dijî DAIŞê bû cihê baweriyê û derfetên herî girîng û berfereh jê re vekirin û ew niha bi serbilindî çêra kar û tekoşêna pêşmerge û dije teror û YPGê û HSDê li dijî terora DAIŞê dike.
Hêjayî gotinê ye ku Şêx Lahur Şêx Cengî wek kesayetiya herî alîkar û hevkar bi Rojavayê Kurdistanê re li dijî terora DAIŞê xebat kiriye. Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye ye. Bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20