Hinardekirina petrola Kurdistanê gihiştiye 400 hezar bermîl

kurdistani 10:15 AM - 2018-11-04
 Hinardekirina petrola Kurdistanê gihiştiye 400 hezar bermîl

Hinardekirina petrola Kurdistanê gihiştiye 400 hezar bermîl

Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebûna asta berhemanîna petrolê ku du kêlgehênTawke û Pêşxabûr li xwe digre, ragihand.

Di daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewldanên kompaniyên ku li moleta Tawke kar dikin, kêfxweşiya xwe ragihandiye, ku bûye sedema bilindbûna asta berhemanîna petrolê li kêlgehên Pêşxabûr bo rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol di nav 18 mehan de.

Asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Tawke di meha heft a sala 2017an de, rojane 109 hezar bermîl bûye, lê belê niha daketiye bo rojane 80 hezar bermîl. Asta berhemanîna petrolê niha li herdû kêlgehênTawke û Pêşxabûr rojane 126 hezar bermîl e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku rawestgeheke hinardekirina petrolê li Şêxan hatiye damezrandin, ku şiyana veguhestinê ya boriya petrolê ya Kurdistanê bo rojane 900 hezar bermîl zêde dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku niha rojane 400 hezar bermîl petrol hinarde dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket