Komarî ji Trump Dixwazin ku gotûbêjên Navokî ligel Saudîyan rawestîne

kurdistani 06:56 PM - 2018-10-31
sEROK dONAKLD tRUMP

sEROK dONAKLD tRUMP

Senatorên Komarî ji Trump dixwazin ku danûstadinên navokî yên ligel Saudîyan rawestîne.

Jimareke senatorên Komarî îro Çarşemê daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump kir ku bi Erebistana Saudî re danûstandinên navokî yên sivîl bicemidîne.

Senatorên Amerîkî Marco Rubio, Cory Gardner, Rand Paul, Dean Heller û Todd Young jiber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî û kiryarên Saudîyan yên li Yemenê û Lubnanê ew daxwaz ji Trump kir.

Senator Rubio got ku ger Trump dawî li danûstandina neyîne, ewê Peymana Enerjîya Atomî (Atomic Energy Act) bi kar bînin ku peymanên navokî yên bi Erebistana Saudî re blok bikin.

“Em daxwaz ji Serok Trump dikin ku jiber kuştina rojnamevan Xaçikcî û kiryarên Saudîyan li Yemen û Lubnanê, hemî danûstandinên berdewam, heta sibêrojeke nêzîk bide sekinandin,” daxuyanîya senatorên Amerîkî got.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket