'Ji bo yekîtiya neteweyî divê em li nava KNK'ê li hev bicivin'

kurdistani 03:43 PM - 2018-10-31
  Bilêse Cebar Ferman--Pîr Loqman

Bilêse Cebar Ferman--Pîr Loqman

Ji beşdarên 18. Civata Giştî ya KNK'ê endama YNK'ê Bilêse Cebar Ferman û nûnerê Kurdên Zerdeştî Pîr Loqman gotin, ji bo azadiya Kurdistanê divê hemû partiyên Kurd li cihekî hevpar li hev bicivin.

18. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya niha bi çend rojan li Hollandayê pêk hatibû û nûnerên partiyên siyasî, sazî û baweriyan ên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûbûn. Ji beşdarên civata giştî endama rêveberiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bilêse Cebar Ferman û nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê Pîr Loqman bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Bilêse Cebar Ferman diyar kir, partiyên xwedî nêrînên cuda divê di bin sîwana KNK'ê de li hev bicivin û got, "Pêwîstiya me Kurdan bi yekîtiyê heye. Partiyên Kurdistanî jî ji bo yekîtiyê divê li nuqteyeke hevpar li hev bicivin. Partiyên Kurd bi salan e têdikoşin. Nêrînên me ji hev cuda jî bin, divê em karibin li hev rûnên û li ser kar û hewldanên xwe yên ji bo azadiya Kurdan biaxivin."

Ferman anî ziman ku têkoşîna çekdarî têrê nake û got, ji bo doza Kurdistanê di serî de li parlamentan divê li her qadê têkoşîn were geşkirin.

'PARTIYÊN KURDISTANÎ DIVÊ LI NAVA KNK'Ê LI HEV BICIVIN'

Ferman got, ji bo dengê Kurdan bigihînin tevahiya cîhanê wê bixebitin û wiha dewam kir: "Divê her kes li cihê lê ye têkoşînê geş bike. KNK ji bo yekîtiya neteweyî saziyeke sembolîk e. Partiyên Kurdistanî divê li nava KNK'ê li hev bicivin. Li gel cihêrengiya me jî pêwîste ti partî hevdu nebaş neke. Pêwîste em aştiya navxweyî, diyaloga navxweyî esas bigirin. Armanca me hemûyan azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Lewma divê em ji bo vê bibin yek."

Pîr Loqman jî anî ziman ku bi navê Kurdên Zerdeştî cara yekê ye ew tevlî civîna KNK'ê dibe û got, "Gelekî kêfxweş im ji ber ku tevlî civîneke wiha bûme ku hêzên Kurdistanî yên ji parçeyên din lê amade bûn. Girîng e ku Kurd ji bo paşeroja xwe civînên bi vî rengî yên hevpar li dar bixin. Nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, li vê derê qala pirsgirêkan û pêşniyarên xwe yên çareseriyê kirin. Madem em Kurd di mijara yekîtiyê de hemfikir in, hingî divê em li gorî vê yekê bixebitin. Ji bo aştiya navxweyî pêk were û em bi hev re bijîn, lazim e hemû partî û saziyên Kurdistanî hêza xwe bikin yek. Divê em di dema herî nêz de kongreya neteweyî pêk bînin."

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket