YNKê emê di hewildana yekrêziya Kurd de pêşeng bin
kurdistani 07:07 PM - 2018-10-30Civîna serkirdeyetiya YNKê
Endamên Encûmena Serkirdeyetiya YNKê li mala Mam Celal li hev civiyan.
Îro roja sêşemê 30-10-2018`an li mala rewanşad Mam Celal, Bafil Talebanî pîşwazî li endamên Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kursdistanê kir.
Di wê şandeya Encûmena Serkirdeyetiya YNKê de, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî Dr. Berhem Salih ku niha serokkomarê Êraqê ye ligel endamên Encûmena Serkirdeyetiya YNKê serdana mala Mam Celal kirin û ji aliyê Bafil Talebanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Îro roja sêşemê 30-10-2018`an li bajarê Silêmaniyê di navçeya Debaşanê de, bi serpertştiya cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û cîgirê dueymîn Dr. Berhem Salih, endamên Encûmena Serkirdeyetiya YNKê li mala Mam Celal li hev civiyan.
Di wê civînê de, derbarê guhertin û pêşketinên siyasî û ewlekarî ku li Êraq û Herêma Kurdistanê û li navçeyê bi giştî hate gotûbêj kirin. her weha li ser çawaniya xizmetkirina gel û projeyên xizmetkarî ji bo wealtiyan û bi taybetî di hikûmeta dahato ya Herêma Kurdistanê de, bi awayekî zelal hate şirovekirin û gotûbêj kirin.
Derbarê yekrêziya di hundirî rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de jî, hemû endaman tekez li ser pabetbûn bi rê û rêbaza rewanşad serok Mam Celal kirin ku wê berdewam bin li ser riya Mam Celal û pêkanîna projeyên wî ku di rêbaza xwe de kiribû bi nexşe rê.
Hewlesta YNKê di wê civînê de ew bû ku hewli bide bi hemû tiwaneya xwe bo çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de mane. Her tekez li ser yekrêziya gelê kurd û aliyên kurdî jî hate kirin tasko ji bo mad û azadiyên gelê kurd li Êraqê li gorî destur bi dest bînin.
Derbarê civînêa li Debaşanê ku di mala Mam Celal de birêve çû ye de, Bafil Talebanî ragihand; Mala Mam Celal mala giştika ye, bila em ji vir li ser siyaseta rasteqîne ya serok Mam Celal dest pê bikin û yekrêziya hundirê YNKê saz bikin û bihêz bikin.
Di dawiya axivtina xwe de, Talebanî dazanîn; Tako em bibin pêşenga yekrêziya di hundirê mala kurd de û em bingeha Herêma Kurdistanê di Êraqê de bihêztir bikin tako em xizmetê ji welatiyan re pêşkêş bikin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25