Parlemana Kurdistanê encamên hilbijartinan pejirand
kurdistani 03:52 PM - 2018-10-30Parlemana Kurdistanê encamên hilbijartinan pejirand.
Parlemana Kurdistanê li ser encamên hilbijartinan wajo û pesend kir.
Îro roja sêşemê 30-10-2018`an li bajarê Hewlêrê di hola parlemana Kuridstanê de, civîna ber bi dawî ya xola çaremîn ya parlemenas Kurdistanê birêve çû, di encamê de, li ser encamên dawî ên hilbijartinên Herêma Kurdistanê dengdan û bi giştî hat pejirandin.
Di wê barê de, jêderên rojnamegeriyê ragiahndin; Encûmena dozgeriya bilind li Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên parlemana Kurdsitanê bi fermî pejirand û derbarê gilî û sikaleyan jî ku ji aliyên siyasî ve hatine pêşkêşkirin, wê li ser rawestin û lêkolînê pêş bixin.
Komisyona Serbixwe ya rapirs û hilbijartinên Herêma Kuridstanê wiha encamên giştî û dawiyê ya dengdana hilbijrtinên parlemana Kurdistanê da bû ragihand.
Her weha ku 119 hezar û 917 deng hatine pûçkirin ku dike 96 bingehên dengdanê, ji wan 11 li Duhokê, 27 li Silêmaniyê û 69 li Hewlêr in.
Encamên dawî ev bûn:
1-Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 319,912 deng, ku 21 kursî anî ye.
2-Partiya Demokrata Kurdistanê 686,070 deng ku dike 45 kursî bi dest aniye.
3-Tevgera Goranê 186,070 deng ku dike 12 kursî bi dest aniye.
4-Komela Islamî 109,494 deng ku dike 7 kursî bi dest aniye.
5-Ber bi çaksaziyê ve 79,434 deng ku dike 5 kursî bi dest aniye.
6-Nifşa nû 127,115 deng ku dike 8 kursî bi dest aniye.
7-Lîsteya Serdem 15,581 deng ku dike 1 kursî bi dest aniye.
8-Azadî 8,063 deng ku dike 1 kursî bi dest aniye.
Di wan hilbijartinan de, Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê 21 kursî bi destxistiye û ev jî navê wan parlementerên ku kursî bi destxistine û bûne endam parlemana Kurdistanê.
Navê parlementerên YNKê yên bi serketine
1- Qubad Husamedîn Norelah 182551 deng bi dest aniye
2- Bêgerd Dilşad Şukrelah 8097 deng bi dest aniye.
3- Rêwaz Fayêq Hisên Mihemed 5982 deng bi dest aniye.
4- Şino Aşqî Ebdula Mihemed 5534 deng bi dest aniye
5-Rojan Mihemed Kerîm Îsa 5296 deng bi dest aniye
6- Cemal Hewêz Mistefa Xizir 3900 deng bi dest aniye.
7-Ziyed Cebar Qadir 3783 deng bi dest aniye
8- Osman Kerîm Siwar Hemed 3765 deng bi dest aniye
9-Serko Azad Hisên Mihemed 3358 deng bi dest aniye
10=-Hejan Hesen Ehmed Ebdula 3358 deng bi dest aniye
11- Abas Feteh Salih Feteh 3358 deng bi dest aniye
12- Feysel Abas Awela Osman 2695 deng bi dest aniye
13- Loqman Hemed Hacî Mistefa 2721 deng bi dest aniye
14- Hêriş Hesen Hemed Feqê Ebdula 2695 deng bi dest aniye
15- Hawrê Bena Mihemed Feqê Ebdula 2695 deng bi dest aniye
16-Şemol Aştî Sabir Mîre 2576 deng bi dest aniye
17- Balanbo Mihemed Elî Ehmed 2476 deng bi dest aniye
18-Karwan Ebdurihman Qadir 2434 deng aniye
19-Zîkra Ehmed Ismaîl Omer 2277 deng bi dest aniye
20-Ebdulnasir Ehmed Elî Kakewela 2216 deng bi sdest aniye
21- Selae Fatîh Tufîq Mihemed 1719 deng bi dest aniye.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 323 hezar û 867 deng di hilbijartinên 2013`an de bi dest xistibû, ev ê li xwerê wek bi bîranîna hilbijartinên sala 2013`an e.
Encamên dengdana hilbijartinên Parlemantoya H.Kurdistanê hate ragihandin
28/9/2013
Ecamên deng danê wiha ne:
-Partiya Demorata Kurdistanê 719 hezar û 4 deng bi dest xistine
-Bizotnewa Goran 446 hezar û 95 deng bi dest xistiye
-Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 323 hezar û 867 deng bi dest xistiye
-Yekgirtuya Îslamî a Kurdistanê 178 hezar û 681 deng bi dest xistiye
-Komela Îslamî ya Kurdistanê 113 hezar û 260 deng bi dest xistiye
-Bizotnewa Îslamî ya Kurdistanê 20 hezar û 28 deng bi dest xistiye
-Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Kurdistanê 11 hezar û 22 deng bi dest xistiye
-Partiya Kominîst ya Kurdistanê 11 hezar û 768 deng bi dest xistiye
-Azadî 11 hezar û 768 deng bi dest xistiye
- Riya sêyem 8 hezar û 268 deng bi dest xistiye
-Lîsta El-Rafêdên 5 hezar û 963 deng bi dest xistiye
Encamên beriya fermîbûnê...
Beriya ragiahndina encamên fermî ji aliyê komisyonê ve, Peyvdarê saziya hilbijartinan ya YNKê hejmara kursiyên ku bi destxistine ragihand.
Peyvdarê fermî yê saziyên hilbijartinan yê YNKê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku li gor amareyên li cem me hene ku rastiyên bi giştî têde ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên parlemana Êraqê de 24-26 kursiyên parlemanê bi destxistiye.
Aşkire kir ku eger komisyona rapirs û hilbijartinan bi awayekî pir zelal û cedî temaşe û lêkolîna sikaleylên me bike, wê hejmara kursiyên me pir zêde bibin.
Da zanîn ku li Behdînanê û Hewlêrê me sikala ji Komisyonê re şandî û mijara sextekariyê jî me ji wan re pir zelal kirî.
Biryar Reşîd di dirêjahiya axivtinên xwe de, daxweyand ku hindik kenal amareyên nerast li gorî xwe derbarê rêjeya dengên YNKê belav dikin û em ji hemû aluiyan re dibêjin ku her amareke ji saziya hilbijartinên YNKê nûneretiya YNKê dike, lê ew alî û kenalên wan ku belav dikin dûrin ji rastiyan.
Reşîd amaje bi wê jî kir ku YNKê ji bo xizmet, xwe ji bo çar salên dahato amadekiriye ku wê dirûşmên xwe ên ku di bangêşeya hilbijartinan de digot, di warê kirdarî de bicih bike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, peyvdarê fermî yê saziya hilbijartinên YNKê Dr. Biryar Reşêd derbarê ragihandina van encaman de, got; Ev tenê ji aliyê me ve ne, lê yê herî fermî û pejrandî wê ji aliyê komisyona rapirs û hilbijartinên li Herêma Kurdistanê ve bê ragiahdnin.
Hêjayî gotinê ye ku roja yekşemê 30-9-2018`an, di demjimêr 8ê sibê de proseya dengdana giştî li sertanserî Herêma Kurdistanê destpêkiribû, û demjimêr 6ê hêvarê, li sertanserî Herêma Kurdisanê proseya dengdana giştî ji aliyê komusyona giştî ya hilbijartin û rapirsiyê ve hatibû ragihandin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19