Endinezya: Balafira ku 188`kes tê de bûn hate rûxandin

kurdistani 12:37 PM - 2018-10-29
 Endinezya: Balafira ku 188`kes tê de bûn hate rûxandin Li Endonezyayê balafira rêwiyan ku têde 188

Endinezya: Balafira ku 188`kes tê de bûn hate rûxandin Li Endonezyayê balafira rêwiyan ku têde 188

Li Endonezyayê balafira rêwiyan ku têde 188 kes hebûn, kete deryayê. Hat ragihandin ku balafir li gor dema herêmî di saet 06:20ê de rabûye û di saet 06:33ê de peywendiya wê bi radarê re qut bûye.

Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Netewî (BASARNAS) ragihand, ku balafira cureya Boeing 737 MAX 8 a Hêlên Esmanî yên Lionê, ji paytexta Endonezyayê bajarê Cakartayê rabû û ber bi bajarê Pangkal Pinang ve diçû, lê piştî rabûnê bi demeke kin kete xwarê.

Wezareta Gihandinê ya Endonezyayê eşkere kir, ku di balafirê de 181 kes û 7 karmend hebûn
Serokê Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Netewî (BASARNAS) Muhammad Syaugi ragihand, paşmahiyên balafira ku têde 188 rêwî hebûn, hatine dîtin.
Muhammad Syaugi destnîşan kir, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in, lê derbarê aqûbeta rêwiyan de zanyarî neda.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket