Efrîn bi tenê nehêl in

kurdistani 07:42 PM - 2018-10-28
Efrîn bi tenê nehêl in--Ehmed Akaş

Efrîn bi tenê nehêl in--Ehmed Akaş

Çima Şêx Seîdê kal,Elîşêr û Seyidxan
Çima Qazî Muhemed,Qasimlo, Mazlûm Doxan
Çima Dêrsim Mahabad,Helepçe, Gelyê Zîlan
Hemû tev hatin kuştin, Girtî maye OCALAN
Tenê j ber ku ew Kurd in, li serê wan rabû ferman
................

Çima dema em bankin,bi azadî û rizgarî
Welatê xwe avakin, bi xweşî û dildarî
Dunya tev dibe dijmin,Ji me re dikin neyarî
Axa me dagîr dikin,top û agir dibarî
Tenê j ber ku em Kurd in, li me dikin zordarî
.................

Ma qey EFRÎNÊ çikir,bi Tirkiyê û Rusiya
Mafê kîjan xelkî bir,li nav hemû Sûriya
Ta ku ew tar û mar kir,şewitand gund û çiya
Sedhezara xelkê me, bê mal mane li wan riya
Tenê j ber ku ew Kurd in,ew firotin tajiya
............

Tev bi hevre bimîz in,li ser wê Mafê Mirova
Miletê me qir dibe,ew ketine şirûva
Tifkin li wan qanûna,Mîskin li ser ji nûva
Çima tev ker û lal in,hêzdan wan nemirova
Tenê j ber ku em Kurd in,em xistin destê hova
................

EFRÎN nabe bimîne,devê gur û rûviyan
Divê em ranewestin,çi li qadan û li çiyan
Her bikin ceng û xebat,her bimînin ser piyan
Daku EFRÎNa rengîn, vegere ji xudiyan
EFRÎN rûmeta me ye, bê wê me nîne jiyan
Ji ber ku em Kurd in Kurd in,bê Efrîn nakin jiyan

.............

Helebestvan; EHMED EKAŞ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket