Encamnameya civîna politburoya YNKê

kurdistani 07:09 PM - 2018-10-28
Encamnameya civîna politburoya YNKê

Encamnameya civîna politburoya YNKê

Civîna politburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Îro roja yekşemê 28-10-2018`an li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoya YNKê de, bi beşdarbûna Dr. Berhem û serpereştiya cîgirê skreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, civîna politburoya YNKê birêve çû.

Di wê civîna politburoya YNKê de, derbarê guhertinên li Êraq û Herêma Kurdistanê de gotûbêj hatin kirin û tekez li ser hevpariya rasteqîne di hikûmranî û cibecihkirina destur de kir.

Di civînê de, tekez li ser wê yekê hat kirin ku hevparî di hikûmraniya Êraqê ya rasteqîne bê kirin û destur jî were bicihkirin tako hemû alozî û kêşeyên di navbera Herêma Kuridstanê û Bexdadê de li gor rastiya desturê werin çareserkirin.

Her di heman civîna politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, qonaxa piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê şirove kirin û jihevderxistin .

Politburoya YNKê tekez li ser wê yekê dike ku YNKê xwediyê nexşeya rê ye û li ser parastina qewereya Herêma Kurdistanê û destkevtên wê û xizmetkirina zêdetir bi xelkên Kurdistanê xwedî projeye û diparêze.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket