Armanca Rûsiya Amerîka ye û ya Tirkiyê jî Kurd e
kurdistani 04:09 PM - 2018-10-28dI STUDYOYA KURDSATNEWSê DE
Di hevpeyvîna min ya di Kurdsatnewsê derbarê civîna çarqolî ya li Stenbolê de, nêrîn û dîtên xwe cuda cuda anîm ser ziman.
Di wê hevpeyvîna kenala Kurdsatnewsê de, min derbarê civîna çarqolî ya Rûsiye, Almanya, Firansa û Tirkiyê de, ku bi taybete li ser rewşa pêşeroja Sûriye û amadekirina destura nû ya wî welatî, bi reşkavî min got; Her civîneke li Tirkiyê be, an jî bi serpereştî û destpêşxeriya Tirkiyê be, an jî Rûsiye be, ew wek pîlaneke li dijî maf û azadiyên gelê kurd e, bi taybetî li Rojavayê Kuridstanê ye.
Ji ber ku Tirkiyê û Rûsiyayê bi hev re rêkevtinên girîng morkirine û ji dîroka wan ya dûr û dirêj ve jî, helwesta wan li hemberî kurdan baş nebû ye. Eger mirov vegere bo sala 1946`an di damezrandina Komara Mihebadê ya Kurdistanê de, wê rastiya îro li Efrînê û paşvekişandina hêzên Rûsî wek hev binirxîne, ji ber ku kişandina artêşa Yekîtiya Sovyeta berê û ya Rûsiyayê îro li Efrênê heman seyast û pîlan bû.
Mixabin kurdên me heya roja îro jî wê bûyerê caran ligel ya îro bi hev re werbêj nakin. Ev yek jî ji me re dibe alozî û kêşe û dîroka reş û tarîk bi sere gelê me de dubare dibe.
Bi nêrîna min ev civîna çar qolî li Tirkiyê bi hevrêziya Tirkiyê û Rûsiyayê ye, Rûsiye pîlan dike û Tirkiyê jî bi cih dike, tenê jib o ew projeya Amerîka û kurdan bê jinavbirin û Rûsiya hewil dide rê li ber Amerîkayê bigre û Tirkiyê jî hewil dide ku rê li ber destkevtên kurdan bigre, ev rastiya her du welatên hevrêz in angor Armanca Rûsiya rêgirtin li ber berferehbûna destkevtên Amerîkaye û ya Tirkiyê jî rawestandina berferehbûna destkevtên gelî Kurd e.
Wek hemû kes û alî baş dizanin ku di mijara Sûriyê de, Kurd bi serokatiya Rêvebiriya Xweser wek yekemîn alî ye ku dikarî bêhtir ji 25 hezar k çarkoşeyî rizgar bike û rêveberiyeke xweser ava bike û xwe bi xwe wan deveran bi rêve bibe,
Rûsyiya aloziyên wê ligel Amerîkayê nefta Dêrezûrê ye, nerihetiya Rûsiya ji Rêvebiriya Xweser ew ku bi riya wan Amerîka projeyên xwe berferehtir dike û rewabûnê ji mandina xwe re saz dike. Ev yek dihêle ku Rûsiya û Tirkiyê nakokiyên hev du ên dîrokî ji bîr bikin an jî bi aliyekî de dînin, ji bo berjewendiyên welatê xwe di Sûriyê de, kok bin.
Rûsiya di Sûriyê de, kurdan dike bi qurbaniya armancên xwe ên bikevtî bi Amerîkayê re, ji ber wê yekê, her dem dest bi lêdana armancên Rêvebirya Xweser a kurdî dike û peywendiyên xwe bi Tirkiyê re bihêztir û berferehtir dike.
Derbarê helwesta Amerîka ji vê civînê de, min wiha nêrîna xwe anî ser ziman; Nêrîn û helwesta Amerîkayê zelal e, her ziyanek an jî neliheviyek li pêş projeya wê saz bibe, wê demê, Amerîka xwedî helwest û nêrîna xwe derdibire.
Ji ber ku Amerîka derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistasnê bû, ew xwedî proje û nexşe bû, bi awayekî teşankî tevnagere, pêştir jî di sala 2013`an de jî, bi Rûsiyayê re civiya û lihev du kirin, Rojhilatê Ferêt û rojavayê Ferêt ji hev hatiye dabeşkirin.
Dirêjahî heye....
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26