Qadir Ezîz: YNK di hikûmeteke gişt alî de beşdar dibe

kurdistani 12:01 PM - 2018-10-28
Qadir Ebdil Ezîz: YNK bi beşdarbûna hemiyan di damezrandina Hikûmet ê ye

Qadir Ebdil Ezîz: YNK bi beşdarbûna hemiyan di damezrandina Hikûmet ê ye

Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê Qadir Ezîztekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistan ê milkê hemî aliyên siyasî ye, ne tenê yê aliyekê ye, destnîşan kir ku Partiye Demokratîk ya Kurdistan ê sedema têkçûna yekîtiya refa Kurdî ye .

PDK bixwe ji Yekîtî daxwaz kir ku namzetê xwe pêşkêş bike, lê mixabin ku piştre namzeteke din ji aliyê xwe pêşkêş kir, ev yek bû sedema cudehiyan di navbera refa Kurdî de li Bexda`yê.

Derbar ê damezrandina Hikûmeta nûh de endam ê mekteba Siyasî ragihand ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê alîgire ku hemû aliyên siyasî di hikûmeta nûh de beşdar bin û got divê cudehî di navbera ti aliyan de çêne be, Qadir di heyama axaftina xwe de bal kişand ser serkeftinên Yekîtî li Herêm û Êraq ê de û bi taybet piştî hilbijartinan piştî ku D.Berhem Salih vegeriya nav mala xwe ,Yekîtî.

Hêjay gotinêye ku tekez kir ku hemû kêşe û aloziyên ku mane dê di heyama kongireya Giştî ya Hizbê de werin çareserkirin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket