Dr. Behem: Mam Celal xwediyê min bû

kurdistani 01:52 PM - 2018-10-27
Dr. Behem: Mam Celal xwediyê min bû

Dr. Behem: Mam Celal xwediyê min bû

Serokkomarê Êraqa federal Dr. Behem: Mam Celal xwediyê min bû.

Îro roja şemiyê 27-10-2018`an li bajarê Silêmaniyê, bi merasîmeke girîng û bilîmet, Serokkomarê Êraqa federalê Dr. Berhem Salih serdana mezara serok Mam Celal li girê Debaşanê kir û baxeke gul jî dîna û ragihand:Mam Celal serkirdeyekî dîrokî û serkevtî bû, ew mamoste û xwediyê min bû.

Îro paş nîvro li bajarê Silêmaniyê, bi hevaltiya cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî û hej,arek ji berpirsên hikûmî û hizbî, serokkomar Dr. Berhem Salih serdana mezara serokê rewanşad Mam Celal li girê Debaşanê Silêmaniyê kir.

Piştre jî serokkomar di kongireyeke rojnamevanî de ragiahnd: Serok Mam Celal rêberekî dîrokî û serkirdeyekî serkevtî û bi lîmet bû, tekoşerekî xweragir û pêşmergeyekî wêrek û zîrek bû, dewletmedarekî mezin bû.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih dazanîn: Mam Celal ji bo min jî, mamoste û xwediyê min bû, ew bîranînên Mam Celal kok ji bîra min naçin, ez bi sayê Mam Celal gihîştim vê rojê.

Dr. Berhem aşkire kir ku îro pêwîstiya me pir bi siyaseta Mam Celal heye û pêwîste em hemû bi hev re sûd ji ezmûna siyasî ya Mam Celal wergirin û em kar û xebatê bikin tako em wefadarê Mam Celal bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket