8`mîn salvegera koça dawî Ismaîl Umer

kurdistani 07:51 PM - 2018-10-22
8`mîn salvegera koça dawî Ismaîl Umer

8`mîn salvegera koça dawî Ismaîl Umer

Peyama Partiya Yekîtiya Demokrat, ya kû di rêwresma koçbarkirina serokê partiyê birêz ismaîl Umer de ji bal birêz Mihyedîn şêx Alî ve hate xwendin.

Xwîşk û birayên hêja…

Nûnerên partî û rêxistinan…

Beşdarên rêzdar…

Hûn tev bi xêr hatin, bila serê we hemiyan sax be.

Îro, roja sêşemê 19ê meha Tişrîna yekê sala 2010an, rojeke dîrokî ye, ku li gundê QEREQOYÊ we xatir ji mamoste Îsmaîl Umer xwestiye. Ew bi dilekî rihet, bi rûyekî sipî çav damirandin û ji vê dunya ronik ji nav me bar kir.
Xwîşkino, birano…

Weke çawa hûn tev berketiyên mamoste Îsmaîl in, bawer bikin ew jî, ji dil û can berketiyê we hemiyan bû, berketiyê gelê xwe yê Kurd bû, berketiyê welatê xwe Sûriyê bû… Dostanî û hevaltiya rehmetî ne tenê bi Kurdan re bû û hew, lê belê ligel bi sedan welatparêz, siyasetvan û rewşenbîrên Ereb, Aşûrî, Çerkez, Turkmen û Ermen, Misilman û Fille re, ji gelek bajar û parêzgehên Sûriyê xwedî têkilî û dostaniyeke gerim bû, bi çalakî û dilsozî, bi berpirsiyarî û bawerî, siyaseta parta xwe diparast û li dirêjahiya bêtirî 40 salî dixebitî, lewre jî, di dilê hemiyan de cî girtibû.

Mamoste Îsmaîl Umer-Bavê şiyar- çendî berpirsiyar û serokê partiya xwe bû, ewqas jî nefis biçûk bû, hevalê hevalê xwe bû, xwe di ser miletê xwe re ne didît, bi herhawî mirovhez bû, lewre jî, çûna wî ne tenê xisara partiya me bû, lê belê, xisara tevahiya tevgera Kurd bû, xisara Kurd û Ereb bû, xisara Sûriyê bû.

-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Sultan başa-el-etreş, şêx salih el-elî û Îbrahîm Henano ye!.

- Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Dr.Qasimlo, şerefkendî, Samî Ebdirehman û Mele Mustefa Berzanî ye!

-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Mûsa Enter, Fayiq Bocaq û Seîd Alçî ye!

-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Hemze Niwêran, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Dr.Nûredîn Zaza ye!

-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Ebdilhemîd Zîbar, Ebdirehman Osman û Dr.Newaf Husên e!

Soz û peyman, em dê li ser riya dilsozî û hişmendiya nemir mamoste Îsmaîl Umer berdewam bin û bixebitin.

Careke dî, bi navê Komîta birêvebir ya parta yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, em serê we hemiyan sax dikin, bila hûn xwşe bin , dost, heval û hogirên Îsmaîl Umer sax bin, xelkê Qereqoyê, parêzgeha Hesîça û gelê Sûrî xwe be.

Merivên heval Îsmaîl, keç û lawên wî sax bin.

Supas ji guhdariya we re.

19.10.2010Z

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket