Şandeyeke zanîngehên Rojava li Silêmaniyê ye

kurdistani 06:46 PM - 2018-10-22
Şandeyeke zanîngehên Rojava serdana Silêmaniyê kir

Şandeyeke zanîngehên Rojava serdana Silêmaniyê kir

Şandeyeke zanîngehên Rojavayê Kurdistanê gihîştin Herêma Kurdistanê.

Îro roja duşemê 22-10-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, nûneretiya Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke akadimîk ya zanîngehên Rojava, Zanîngeha Efrîn û Zanîngeha Kobanê kir.

Armanca serdana wê şandeyê , serdana saziyên akadimîk û zanîngehan li Herêma Kurdistanê bike û şopandina ezmûna zanistê di wan zanîngeh û saziyan de bikin.

Her weha ew şandeya ku pêkhatibû ji Newroz Sebah Şêxmû, Heysem Mihemed  Selîm, Rohan Ibrahîm Mistefa, Munîr Xelîl Simo, Ji aliyê nûneretiya Hevbeş ya Rojavayê Kuridstanê Dr. Cewîdan Hesen û Xewle Mistefa û endamên rêvebriyê, Fethula Huseynî û nûnerê PYDê li başûrê Kurdistanê Silêman Ereb ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê wê nêzîkî hefteyekê li Herêma Kuridstanê dest bi serdanên xwe bikin û wê ji serokatiya zanîngeha Silêamniyê ve dest pê bikin û ya Koyê, Raperîn û Helebçe û wê semînarekê jî li ser nasandina karwana zanistê li Rojavayê Kurdistanê jî lidar bixin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket