Nameyeke girîng ji Qubad Talebanî

kurdistani 05:55 PM - 2018-10-22
 Nameyeke girîng ji Qubad Talebanî

Nameyeke girîng ji Qubad Talebanî

Nameyeke girîng ji Qubad Talebanî bo cemewerî dengdana hilbijartinan.

Serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî îro roja duşemê 22-10-2018`an ji bo cemewerê gelê Kurdistanê, bi boneya ragihandina encamên hilbijartinan, spasiya xwe arasteya tevahiya dengderan kir ku baweriyên xwe ji bo lîsteya 105ê dupatkirine.

Di wê nameyê de, Qubad Talebanî got; "Ji min re şerefeke ku ez bibim cihê baweriyê ji dengdarên ku dengên xwe dane min û lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya 105ê."

Talebanî di wê nameyê de, wiha anî ser nivîs; " Ez ji we re tekez dikim ku dengên we wek amanet li cem me ne û emê biparêzin û emê bi hemû hêzên xwe , bi wan dengan xizmetê pêşkêş bikin bi awayekî mezintir."

Di peyama xwe ya spasnameyê de aşkire kir ku piştî bi dawîbûna proseya hilbijartinan, emê dest bi pêşkêşkirina xizmetgûzariyê bikin, emê dest ji nakokiyan berdin û bi aliyekî de dînin û emê li ser yekrêziya yekîtiya gel xebatê berfereh bikin.

 Her weha di hikûmeta û di parlemanê de û emê baştirîn xizmetgûzariyê pêşkêş bikin û ev yek bi karên hevbeş û hevrêzî û destberdana ji nakokiyan û kîbirkên siyasîberdin û dest bi kasr ji bo xizmeta gel û berjewendiyên giştî bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket